23 oktober 2015

Îro li Swêd rojeke reş e


 Qetlîama çar sal berê(2011) Anders Behring Breivik li Norweçê kir, îro li Swêd li dibistaneke bajarê Trollhettan jî qewimî.
Lê Xwedê kir ku wek ya Breivik mezin nebû. Breivik 69 xort kuştin, Anton Lundîn Pettersson du kes kuştin û dudu jî birîndar kirin.
Xortekî swêdî bi navê Anton Lundin Pettersson, îro(22/10)saet li dora 10ê sibê bi şûrekî dihere mektebeke ku hema hema hemû xerîb in û êrîşê zarokan dike.
Ji ber ku bê çek bû, bi şûrekî êrîş kiriye, lema jî g...elek zarok ji mirinê xelas bûn. Heger bi çek bûya ewê bikanîbûya gelek kî bikuje.
Mamosteyek rê li ber digre, nahêle têkeve hundur sinifê û bi vî hawî rê li ber komkujiyeke pir mezin digre. Lê mamoste bi xwe tê kuştin.
Di demeke pir kin da hejmareke pir zêde koçber hatine Swêd û rojê bi hezaran jî tên.
Xanî tunene, ciyên li bimînin tuneye, bi hezaran di çandiran da dimînin.
Xaniyên belediye ji bo demekê dibînin, rasîst dişewitênin. Di nava du sê heftan da 15 cî şewitandin.
Ji ber ku jimareke pir hatiye û her roj bi sedan însan tên, lema di nava swêdiyan da jî li dijî xerîban dijminatiyeke pir mezin û pir tahlûke çêbûye.
Her dem dikane bûyerên pir mezin biqewimin, komkujiyên mezin çê bibin.
Kesên tên ne tenê koçberên ji Sûriyê yên misteheq in. Feqîr ji her welatî tên.
Ji Afganîstanê, Pakîstanê, Bengladeşê, Somalî, Erître, filistînî û ji Afrîkayê her roj bi sedan însan tên.
Bi kurtî rewş li Swêd pir krîtîk e, her tim dikane bûyerên pir nexweş biqewimin.
Ereban Sûriye, Îraq, Lîbye, Yemen xera kirin, nuha jî bela xwe anîn Ewrûpayê.
Heger wiha here li gelek welatên Ewrûpa ewê di nabêna koçber, mahcir û ewrûpiyan da bûyerên pir mezin derkevin, şerên mezin biqewimin.
Mesele ji çarçeweya, sînorê rasîstan geêkî buhuruye, êdî însanên ne rasîst jî, kesên demokrat jî ketine panîkê û li dijî vê koçberiya bêdawî gelkî nerehet in.
Ji ber ku her roj dikşe, tu carî dawî nayê. Û welatekî wek Swêd biçûk, bi 10 milyon nufûs ji nişka ve nikane çensed hezar, milyonek koçber bigre.
Ev ne mimkûn e…
Çimkî li van deran kesên tên dibê dewlet cî bide wan, zarokên wan bişîne dibistanê, li wan binêre.
Yanî wek Tirkiyê koçberan bera çolê nadin, berî her tiştî dibê xaniyan bidin wan û ew jî êdî ne mimkûn e.
Lema jî problem pir mezin e.Û musebîbê vê yekê jî Erdogan û û hukûmeta AKPê ye. Tirk van koçberan top dikin û dişînin ser Ewrûpayê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE