11 oktober 2015

Hûn heta qirikê di xwîna kurdan geriyane


Çîroka kesên xwekuj(canli bomba)vir e, dereweke AKPê ji bo sergirtina komkujiyê ye.
Hukûmeta AKPê nuha ewê qilifekê ji vê komkujiya xwe ra bibînin, bi hawakî ser komkujiyê bigrin.
Ji beyanên polîs û berpirsiyaran diyar dibe ewê qatil bikin yekî xwekuj û têxin nava kesên jiyawana wenda kirine.
Polîs gotiye li ser tiliya yekî mirî şopa barûtê pir e, ev nîşan dide ku yê xwe teqandiye ew e.
Yanî dixwazin qatil bikin yekî ”Daîş” û wî jî bikujin.
Ev hemû vir in, bi baweriya min tu qatilên xwekuj tunene, kesî bombe bi xwe da neteqandiye. Ajan û zilamên MITê berî mitîngê bombe li wê meydanê ya xistine binê erdê ya jî li derekê bi cî kirine û dû ra jî gava milet kom bû teqandin.
Hukûmet dixwaze komkujiyê bi yek du kesên xwekuj ve(canli bomba)girê bide ji bo ku qatilan negrin, ji bo ku ser komkujiyê bigrin...
Ewê du navan bibêjin û bibêjin ew herdu kes jî mirine. Û bi rengî ser vê komkujiya mezin bigrin.
Xeberên, agahiyên medyaya tirk belav dike ji kok da vir in, hemû jî dezînformasyonên MITê û AKPêne. Dibê meriv pir bi îhtîyat û bi şik lê binêre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE