19 oktober 2015

Him qatil in û him jî xwe dikin xwediyên şînê

Piştî qetlîama Anqerê Abdullah Gul telefonî Salahadîn Demirtaş kiribû jê ra sersaxî xwestibû.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu do li dijî vê telefona Gul ya ji Demirtaş ra kiriye derketiye û gotiye:
”Mala şînê serokwezaret e, dibê telefonî me bikira û sersaxî ji me bixwesta. Ev şîna hemû Tirkiyê ye. Demirtaş nikane vê şînê bike malê xwe. Hevdîtina min bi Demiertaş ra nebû, min hewce jî nedît.”
Ev mexlûqatê ecêb çi teba ye ez nizanim. Ji pesin dipeyive, ya nizane çi dibêje ya jî ji zindîqî van gotinên berradayî dike.
Him 102 kurd û dostên kurdan kuştin û him jî ji xelkê ra dibêjin çima hûn sersaxiyê ji Demirtaş ra dixwazin?
Demirtaş, HDP ne xwediyê şînê ne…
Însan ancax dikane hewqasî bêedeb û bêheya bibe…
Kuro kêmaqil, yên hatine kuştin hevalên HDPê û dostên HDPê ne, kesên sedîsed li dijî we û neyarên we ne.
Ji bo ku rejîma te û Erdogan ya faşîst protesto bikin li wir civiya bûn.
Lema jî hûn ne xwediyê şînê ne, belovacî wê hûn qatil û hevalên qatilan in.
Ji bo çi xelkê ji we ra sersaxiyê bixwaze?
Ma meriv caran ji qatilan ra, ji heval û destikên qatilan ra serxweşiyê dixwaze?
Û tu bi xwe jî hewqasî neyarê miletê kurd î lema jî tu ne çûyî şîna HDPê û ne jî bi telefonê ji xwediyên şînê ra serxweşî xwestiye.
Van bêexlaqan civat jî bi xwe ra bêexlaq kirin. Piçekî exlaq û ûjdan bi însên ra hebe, meriv gotinên wiha berradayî nake, nabêje ev ne şîna Demirtaş e, ciyê şînê serokwezaret e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE