03 oktober 2015

Herdu serî jî ji hev xerabtir in

Hin kes Mîroglu, Metîner û Kizilkaya bi Kurkçu, Yuksekdag û Aydogan ra miqayese dikin, dibêjin em qebûl bikin ku Mîroglu, Metîner û Kizilkaya kurdan temsîl nakin. Gelo Kurkçu, Yuksekdag û Aydogan kurdan temsîl dikin?
Ne şert e meriv xeraban bi yên ji wan xerabtir ra miqayese bike. Herdu serî jî xerabên di ser hev ra ne. Herdu serî jî ne ew kes in ku meriv wan biparêze û yekî ji yê din baştir bibîne.
Mîroglu, Metîner û Kizilakaya ref(sef, cephe) guhertine û bûne zilam û hevalên neyarên kurdan, bûne hevalên dewleta îşxalkar. Yanî bûne kurdên naxwazin kurd azad bibin.
Figen Yuksekdag, Nursel Aydogan û Ertugrul Kurkçu jî tirkên naxwazin kurd azad bibin û naxwazin dewleta wan perçe bibe.
Netîce, Mîroglu, Metîner û Kizilkaya kurdên di nava tirkan da ji tirkan ra xizmetê dikin û Figen Yuksekdag, Nursel Aydogan û Ertugrul Kurkçu jî tirkên di nava kurdan da ji tirkan ra xizmetê dikin.
Yanî armanc û hedefa herdu seriyan jî yek e, kurd azad nebin, Kurdistan çê nebe, dewleta tirk Kurdistanê wenda neke.

XXX
Abdullah Keskîn, di twitteke xwe da dibêje di nivîsên seyeheta Yurda Kaya da li ser Nêçîrvan Barzanî anekdotek balkêş heye.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di hevdîtinekê da gava ji misteşarê MITê ra dibêje, ”em ne terefdarê serxwebûnê ne”, misteşar jê ra dibêje:
”Wiha nebêje(bi tirkî gotiye yapma), ez kalikê te jî nas dikim û bavê te jî nas dikim û ez dizanim hûn çi dixwazin…”
Ev bersîva misteşarê MITa tirk ji bo hemû kurdan dibê bibe derseke dîrokî. Ne hewceyî çerxkirinê û derewa ye, tirk dizanin em çi dixwazin.
Heta ji kurdan tê bira ala tirk li ba kin û bibêjin em serxwebûnê naxwazin, tirk pênc perê xwe jî di viya nadin û bi vê vira kurdan dikenin.
Lema jî ya baş ew e ku meriv wek camêran, wek serokên her miletî doza azdî û serxwebûna xwe bike, viya veneşêre û vekirî bibêje ev mafê me ye. Lê em dikanin bi hev ra jî bijîn.
Ez dibêjim di rojên pêş da ewê gelek tiştên ji vê anekdotê pir û pir mezintir û xerabtir derkevin. Belkî em nebînin lê zarokên me ewê bibînin.
Not:Seyehetnameya Yurda Kaya di nava weşanên Avesta da ewê wek kitêb derkeve.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE