29 oktober 2015

Erdogan: ”Tiştê li bakurê Îraqê çê bû em naxwazin li bakurê Sûriyê jî çê bibe.” *

Ev peyva  Erdogan pir û pir muhîm e, gotiye:
”Tiştê li bakurê Îraqê çê bû, em naxwazin li bakurê Sûriyê jî çê bibe.” *
Nuha we fêm kir Tirkiye ji bo çi bela xwe di PYDê dide?
Nuha we fêm kir Tirkiye ji bo çi bi hemû hêza xwe alîkariya qatilên Daîşê dike?
Mêrik sebebê dijminatiya xwe ya bi PYDê ra pir vekirî aniye zimên, gotiye emê nehêlin kurdên Sûriyê jî wek kurdên Îraqê azad bibin, bibin xwedî statutyeke siyasî.
Yanî derdê wî ne Esad ra, bi kurdan ra ye. Naxwaze tiştê li başûrê Kurdistanê dît li Sûriyê jî bibîne.
Ev neyartiya xwe ya bi kurdan ra qet venaşartiye.
Ez vê peyva Erdogan diyarî hemû kurdên zilamên wî dikim; ew kurdên ku Erdogan wek dostê kurdên başûr dibînin.
Yanî problem ne PKK û PYD ye, mêrik dibêje gerek kurdên Sûriyê jî wek kurdên Îraqê nebin xwedî maf.
Esasê meselê ev e…
Erdogan ji vê yekê ditirse.
Lema jî şerê PYDê dikin.
Lema jî bela xwe ji kurdan venakin.
Bi qasî ku xuya ye federasyona kurdên Îraqê ji Erdogan ra bûye kul, bûye derd, bûye merez.
Naxwaze bi federasyoneke din ev mereza wî girantir bibe.
Lema êrîşî PYDê dikin.
Li alî din dostiya bi kurdên başûr ra jî derew e, azadiya kurdên başûr li ser dilê wî bûye kulek bêderman…
*Recep Tayyip Erdogan:
”Kuzey Irak'ta yaşananı, Kuzey Suriye'de yaşamak istemiyoruz.”
2015-10-28

XXX
29ê cotmehê roja biratî û yekîtiya kurdan ya dîrokî pîroz be!
Par di 29ê cotmehê da hêzek pêşmerge bi çekên giran cû Kobanê hawara birayên xwe.
Û piştî çend hefte şerekî giran, pêşmerge û gerîlayên kurd qatilên dewleta tirk û Daîşê şikandin û Kobana birîndar ji çete û qatilan paqij kirin.
Ez salvegera vê serketin û hevkariya kurdan ya dîrokî bi dil û can pîroz dikim…
Bijî 29ê cotmehê roja biratî û yekîtiya kurdan ya dîrokî !




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE