01 oktober 2015

Erdogan dibêje ewê qetlîaman bidomînin


Dewleta tirk li hemberî miletê kurd herbeke mezin daye destpêkirin. Ji serîhildana şêx Seîd vir da ye ev cara pêşî ye dewlet bi berfirehiyê û bi vê êrîşkariyê êrişî kurdan dike.
Di salên 90î da gund wêran û vala kirin, lê nuha bajaran wêran(kavil) dikin û vala dikin.
Bi kurtî bi hovane dajon ser kurdan û wisa xuya ye ku heta Erdogan li ser hukim be ev êrîş ewê dom bikin.
Jixwe serokkomar Erdogan jî vê plan û nêta xwe qet venaşêre. Di axaftina xwe ya du roj berê da gotiye:
”Ez viya jî vekirî bibêjim, operasyonên li der jî û yên li hundur jî ewê dom bikin. Îşev jî(29/9)li derî sînor operasyonên me bûn, ji 30 hebî zêdetir terorist hatin kuştin. Emê li vir nesekinin, qet rehawet tuneye. Emê eynen dewam bikin. Xwedêgiravî li hundur gorristanên(şehîdgehên)wan hene. Û li van deran malên şînê çêkirine. Di binê van navan da depoyên sîlehan çêkirine. Em vanan hemûyan bi erdê rat ep û dûz dikin. Ew deranan ji alîkî da tên bombekirin û ji alîkî da jî tên paqijkirin.”
Wek tê dîtin êrîşên ser milet, ser goristanan û malên şînê ne bûyerên lokal in, bi qasî ku meriv fêm dike, hemû bi emir û dîrektîfên hukûmetê û Erdogan tên kirin.
Yanî ev hukûmet êdî tehamulî goristanên kurdan jî nake. Xerakirina gorran û goristanan mexsûsî naziyan e, nazî carnan gorrên cihuyan xera dikin.
Tiştê Erdogan û hukûmeta Davutoglu dike irqçîti ye, nazîzm e. Li Tirkiyê em kurd ketine dewasa cihuyan, ermeniyan.
Tiştên naziyan li Ewrûpayê di salên 40î da anîn serê cihuyan îro li Tirkiyê hukûmeta AKPê tîne serê me, Erdogan û Davutoglu tînin serê me.
Û ya din jî Erdogan pir vekirî dibêje, ewê van êrîşên xwe bidomînin, ewê qet nesekinin.
Mesela Erdogan bi kuştina 30 zarokên kurd pir kêfxweş bûye, gotiye ”emê dom bikin, rehawet qet tuneye.”
Yanî ev şer ewê demeke din jî dom bike, heta ku tirk careke din fêm bikin ku ev mesele bi kuştinë çareser nabe.
Bi terorê, bi kuştinê kurd tu carî dev ji doza xwe ya azadiyê û serxwebûnê bernadin. Rê ne kuştin e, diyalog e, siyaset e.
Erdogan li ser HDPê jî tiştekî balkêş gotiye. Cend roj berê HDPê li Almanyayê civînek çêkir. Erdogan derbarê vê civînê da gotiye:
”Li civîna Hamburgê ala Trinidad, ala Japonyayê hebû, ala tirk tunebû. Ka we digot gelseke we bi alê ra tuneye? Hûn kê dixapînin? Gelşa we bi alê ra jî, bi dewletê ra jî, bi milet ra jî û bi welat ra jî heye. Em vana hemûyan dizanin. Bi libakirina çend alên tirk hûn nikanin vî miletî bixapînin.”
Ev gotinên Erdogan pir muhîm in. Mêrik dibêje ya hûnê tam bibin tirk ya jî em “libakirina çend alan” qebûl nakin. Bi “libakirina” çend alên tirk hûn nikanin me bixapînin.
Dibê PKK û HDP bibînin ku libakirin û hildana ala tirk jî pere nake, lema jî ya herî baş û rast dibê PKK û HDP dev ji demagojiyê, dev ji navên ecêv berdin û ji bo miletê kurd çi dixwazin dobre dobre bibêjin.
Heger serxwebûnê, federasyonê naxwazin, dibê bi kêmanî otonomiyê bixwazin...
Qenekê her kes fêm dike çi dixwazin.
Qenekê sînorên otonomiyê, ala wê, hukûmeta wê heye. Bi hildana ala tirk, tirk naxapin. Dev ji van taktîkên bêşexsiyet berdin.
Û ya jî bi rastî tam bibin tirk û ala tirk baş rakin, wek nîjadperestên tirk baş li ba bikin.
Cimkî vi vê siyaseta opportunist û bêşexsiyet, meriv nizane ji dewletê çi tê xwestin. Ya rast dibê PKK û HDP ji bo gelê xwe programeke netewî, daxwazên netewî pêşkêş bike. Bira tirk jî, kurd jî û cîhan jî bibîne hûn ji bo kurdan çi dixwazin….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE