07 oktober 2015

Erdogan bi koçberan Ewrûpayê tehdît dike



Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, roja duşemê li Brûkselê bi hin serokên Yekîtiya Ewropayê ra civiya. Serokên Yekîtiya Ewrûpayê dixwazin Tirkiye di krîza koçberan da alîkariya wan bike û koçberan bi kîtlewî neşînin Ewrûpayê.
Erdogan jî li hemberî vê daxwaza serokên Yekîtiya Ewrûpayê xwest ew alîkariya madî bi Tirkiyê ra bikin, hêzên mixalif perwerde û çekdar bikin, li ser sînorên Tirkiyê(li Kurdistanê)ji bo koçberan kampan ava bikin û ya herî muhîm jî alîkariya kurdên rojava(PYD, YPGê)nekin û wek PKKê, mohra ”terorîstiyê” li wan jî bidin.
Yanî Erdogan dixwaze bi tehdîda şandina koçberan Ewrûpiyan bike dijminê kurdan.
Û ev karta di destê Erdogan da jî ne karteke zeîf e û ew jî bi viya baş dizane...
Li gorî Erdogan, nabe Yekîtiya Ewrûpa li hemberî Daîşê piştgirityê bide YPGê. Bi qasî ku ew li dijî Daîşê ne, dibê hewqasî jî li dijî YPGê bin û bi YPGê ra jî şer bikin.
Erdogan di ciyekî pir teng da bala li Yekîtiya Ewrûpayê aniye û lema jî dixwaze bi şantaja şandina koçberan Ewrûpayê bikire û bike neyarê kurdan.
Pir ne dûr e berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo sekinandina koçberan li Tirkiyê hin tawîzên cidî bidin Erdogan.
Li hemberî vê tahlûkeyê Partiya Keskan ya Almanyayê DIE GRUNEN nerazîbûneke tund nîşan da û got dibê Yekîtiya Ewropa ”nekeve dafika Erdogan û mijara demokrasiyê û mafên mirovan li Tirkiyê nekin bazarê.”
Hevserokê partiya KESKAN Cem Ozdemir, derbarê beyanên Erdogan got:
”Bazareke li ser esasê, “hûn koçberan li Tirkiyê bihewînin, emê jî di mijarên demokrasî û mafên mirovan de çavên xweji we ra bigirin” nayê qebûlkirin. Tirkiyê piştgiriya terora DAIŞê kir. Lema jî ew jî berpirsyarê pêla koçberiyê ye. Eger mirov dixwaze kêmtir koçber werin Ewropayê, divê bi Tirkiyê ra were axaftin û jê were xwestin ku ew piştgiriya xwe bi DAIŞê ra nedomîne û şerê kesên li dijî Daîşê şer dikin neke. Ku ew jî kurd in.”
Bi rastî wisa ye, berpirsiyarê şerê Sûriyê yê herî mezin Erdogan, Daîş û hemû terorîstên din Tirkiyê çê kir, serok û mekezên hemûyan li Tirkiyê ne. Bêyî alîkariya Tirkiyê ew nikanin mehekê jî bijîn. Erdogan Daîşê û terorîstên din li hemberî kurdan bi kar tîne. Vê yekê her kes dizane.
Hêvî dikim ewrûpî li hemberî tehdîdên Erdogan serî netewînin û demokrasiyê, mafên mirovan û piştgiriya bi kurdan ra nefroşin Erdogan…
Heta ji Erdogan were ewê vê karta koçberan li hemberî kurdan bi
YE bi kar bîne.

XXX


Salih Muslim gotiye,
”Dibê Tirkiye wek dewlet û wek hukûmet ji fobîya kurd rizgar bibe. Ya ya na Tirkye ewê li zirarê derkeve…”
Weleh ne ne dewleta tirk û ne jî hukûmata AKPê di demek nêz da ji fobiya kurd rizgar nabin. Û heta kurd azad nebin jî ewê ji vê fobiyê rizgar nebin.
Neyartiya kurdan bi tirkan ra bûye nexweşiyeke patalojîk…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE