01 oktober 2015

Dijminên me ji zebaniyan jî xerabtir in

Dijminên me merivên heta hûn bixwazin zalim, xerab û hov in, ji bin da bêrahm in, ji zebaniyan jî xerabtir in.
Ji bo ku em azad nebin û Kurdistanê ji bin destên xwe dernexin, neyarên me dikanin her zulmê, her hovîtiyê bikin û jixwe dikin jî.
Xelasiya me ji van zalimê zaliman pir zor e, ewê xwîn pir biherike. Yek, dibê em viya bizanibin.
Lema jî dibê em yekîtiya xwe xurt bikin, pir bi aqil hereket bikin û bi sebir bin. Bi taybetî tirk dikanin dînîtên pir mezin bikin.
Dibê partî û siyasetmedarên me hesab û kitabên xwe baş bikin û li gorî wê gavan bavêjin.


xxx


Ahmet Hakanê rojnamevan li ber mala xwe marûzî êrîşekê bûye. Êrîşê şermezar dikim.
Lê ev îş wiha ye, gava kurd werin lêdan, werin kuştin meriv bêdeng bimîne rojekê dor tê meriv jî.
Eynî dewlet, eynî çete her roj êrîşî kurdan jî dikin, parsu û pozê kurdan jî dişkînin, lê Ahmed û yên wek wî bêdeng dimînin.
Nuha va ye dor hat wan jî, ji nuha pê da ne parsu û pozê kurdan tenê, yên tirkên wek A. Hakan jî ewê bişkînin. Taliya rejîma Erdogan ev e.
Dibê Ahmet Hakan û hemû tirk tiştekî baş bizanibin, heta ku kurd bindest bin, heta ku miletê kurd negihîje azadiya xwe ”parsu û pozê” wan ewê tim were şikandin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE