20 oktober 2015

Dibê em Tahîr Elçî bi tenê nehêlin



Ji ber ku serokê baroya Diyarbekrê Abûkat Tahîr Elçî got, ”PKK ne rêxistineke terorîst e, rêxistineke siyasî ye” hukûmetê biryara girtina Elçî daye.
Ev, çavtirsandin û terorîzekirina kurda ye û biryareke antî demokratîk e, li dijî azadiya fikrî ye.
Dibê hemû baroyên Kurdistanê, komele, sendîka û rêxistinên meslekî û hemû partî û şexsiyetên kurd û tirkên dostên kurdan li dijî vê biryara dewletê û hukûmetê derkevin û ew jî eynî gotinên Tahîr Elçî dubare bikin.
Dibê Tahîr Elçî bi tenê nemîne û bi xurtî  lê xwedî were derketin.
Bêdengmayina li hemberî girtina Tahîr Elçî, piştgiriya girtina Elçî û vê zorbatiya hukûmetê ye, qebûlkirina ”terorîstiya” PKKê ye.
Ne PKK û ne jî hêzeke din ya kurd terorîst e, yê terorê li hemberî kurdan bikar tîne dewlet e.
Hukûmeta AKPê di şexsê Tahîr Elçî da dixwaze ”terorîstiya” PKKê bi hemû kurdan bide qebûlkirin. Nehêle dîtina Tahîr Elçî di nava kurdan da belav bibe û kesên din jî eynî tiştî bibêjin.
Dewlet, MIT û berdevkên hukûmetê heta nuha bi dehan car bi serok û birêvebirên PKKê ra rûniştine û pê ra aştî û çareseriya mesela kurd minaqaşe kirine.
Heger PKK ne partiyeke siyasî bû delet çima pê ra rûnişt?
Pê ra birr û bazara çi kir?
Îro ji PKKê ra dibêjin ”terorîst”, sibe ewê partiyeke din, hêzeke din be.
Çimkî ji bo dewletê her hêz û partiya doza azadî û serxwebûna kurdan bike, bibêje kurd û Kurdistan, li dijî îşxala Kurdistanê derkeve di çavê dewletê da ”terorîst” e.
Dibê em ji bîr nekin hukûmeta AKPê do ji PDKê û YNKê ra jî digot terorîst.
Nuha jî ji PYD û YPGê ra dibêje terorîst.
Bi kurtî, ji bo dewleta tirk her partî û kesê doza kurd û Kurdistanê bike terorîst e.
Lê ji ber ku nuha PKK xurt e, bi PKKê ra di nava şer da ne, lema jî PKKê derdixin pêş û hêz û partiyên din dihêlin dawiyê.
Lê sibe, gava ew jî xurt bibin û ji bo dewletê bibin tahlûke, ewê mohra terorîstiyê li wan jî bidin.
Ev vekirî ye. Lema jî dibê hemû baro, sendîka û partiyên kurd li Tahîr Elçî xwedî derkevin…
2015-10-19



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE