11 oktober 2015

Dewleta tirk biryara qirkirina kurdan daye

Her ku diçe bîlançoya komkujiya Anqerê mezintir dibe, li gorî agahiyên dawî 121, heta hîn jî zêdetir kuştî hene, 40-50 kesên din jî dikane li vê reqemê zêde bibe.
Felaketeke pir mezin !
Komkujiyeke li hemberî xelkê sivîl e!
Meriv lal dibe!
Diyar e xwestine bi hezaran kurdî bikujin !
Diyar e hukûmeta AKPê wek ermeniyan biryara qirkirina kurdan jî daye…
Beyana Davutoglu û ya wezîrê karûbarên hundur wek xencerekê li dilê kurdan xe, gotinên bêexlaq yên bi qasî komkujiyê giran bûn.
Vir e, riyakarî ye, sextekarî û bêûjdaniyeke mezin e gava berpirsiyarên hukûmetê dibêjin ev êrîş li hemberî dewleta tirk e. Û navê PKKê jî bi Daîşê û hin rêxistinên din ra rêz dikin…
Berî her tiştî ev êrîş ne li hemberî dewleta tirk e, ne li hemberî miletê tirk e, ne li hemberî tu tiştekî tirk û Tirkiyê ye.
Belovacî(tersê)vê îdîayê ev êrîş ji alî hukûmeta AKPê û dewleta tirk ve li hemberî miletê kurd hatiye kirin.
Binavkirina navê Daîşê jî rîkarî ye, fena ku Daîş rêxistineke bi serê xwe be.
Kes bi vê derewê naxape.
Daîşê, artêşa AKPê ya li hemberî kurda ye, bi emir û dîrektîfa Erdogan, Davutoglu û bi organîzeya MITê kar dike.
Yanî di rastiyê da êdî ”AKP Daîş e, Daîş jî AKP ye” û ji zûda ye ev yek wiha ye. Erdogan, Daîş ji bo kurdanda da çêkirin , ji bo ku bi navê Daîşê qetlîamên wiha bike û têxe husutê qatilekî Daîşê, Daîşê da çêkirin.
Hukûmeta AKPê qetlîamên wiha ji dêlî ku bi zilam û ajanên dewletê yên resmî bide kirin, bi navê Daîşê dide kirin, dibêje qatil Daîşê e. Ji bo ku şopê ji ser xwe wenda bike.
Lê tiştekî wiha tuneye, qatil kî be jî, endamê kîjan rêxistinê be jî zilamê dewletê ye, bi emrê dewletê evdigere.
Daîş li hemberî kurdan hêzeke çete û qatilan ya di bin destê Erdogan û Davutoglu da ye.
Erdogan û Davutoglu hin tiştên nikanin ya jî naxwazin bi polîs û leşkerên xwe bidin kirin, bi qatilên Daîşê didin kirin.
Ferq ev e.
Lema jî dibê em kurd dev ji Daîşê, filan û bîvan rêxistinê berdin, qatilên me, berpirsiyarên komkujiya Anqerê hukûmeta AKPê ye, dewleta tirk e.
Kî viya nebêje, kî hin hedefên din nîşan bide ew zilamê Erdogan û dewletê ye, durû û sextekarekî mezin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE