28 oktober 2015

Def di hustiyê Arinç da û qolik jî di destê Erdogan da bûye

Ev Bulent Arinç bi rasî jî merivekî pir bêşexsiyet e, şelafekî heta hûn bibêjin basît e…
Bêyî ku fedî bike ji Erdogan gazin kiriye, gotiyê li gel ku ez berpirsiyarê TRTê û Ajansa Anadoliyê bûm lê dîsa jî TRTê û AAyê û hin telewîzyonên din ambargo danîbûn ser min.
Hey gidî bêheya û şelafê şelafan, ev 13 sal in hûn li ser hukim in, tu tim merivê duyem bû, berdevk û serdilkê Erdogan bû.
Heta nuha te dengê xwe nekir, piştî ku Erdogan tu ji ber deriyê xwe qewitand qajeqaja te ye û tu van tiştan dibêjî.
Lê tu hîn jî newêrî wek mêran navê Erdogan hildî.
Tu hîn jî geh li mîx dixî geh li solê dixî…
Ya din jî her kes dizane ku te bi xwe eynî zorbatî li muxalifê xwe kiriye. Te bi xwe telefonî telewîzyonan kiriye û nehîştiye Selahedîn Demirtaş dawetî programên xwe bikin.
Lê nuha, gava Erdogan eynî ambargoyê datîne ser te, tu dikî qîjeqîj…
Çawa meriv berpirsiyarê TRTê û cîgirê serokwezîr be û hinek nehêlin meriv derkeve TRTê, beşdarî programekê bibe û fikrê xwe bibêje?
Heger tu merivekî cidî û ne şelûz bûya te yê eynî rojê ew heqaret qebûl nekira, serî hilda û îstîfa bikira…
Lê te ew nekiriye.
Wê demê tu merivekî bêşexsiyet û şelaf î !
Heger ne wisa bûya te heta nuha li hemberî xwe ev heqareta mezin qebûl nedikir.
Û tu hîn jî newêrî yek gotinê li dijî dîktatorekî, zorbayekî wek Erdogan bibêjî. Tu hîn jî dixwazî xwe têxe çavê wî û bibî zilamê wî.
Tu hîn jî bi xurtî wî diparêzî..
Bi Xwedê tu merivekî layiqî wê heqaretê yî, heger tu ne layiq bûya, te yê nehîşta Erdogan şexsiyeta te hewqasî rencîde bike, hewqasî pê li serê te ke.
Erdogan merivê xwe nas dike û li gora wê pê ra dide û distîne. Ew dizane tu merivekî şelaf î û loma jî wêrîbûye TRTê û axaftinê li te yasax bike…
Yanî def di hustuyê Arinç da û qolik jî di destê Erdogan da bûye...
Lê derdikve ortê bê Erdogan dîktatorekî çiqasî zalim e, axaftinê li berdevkê xwe jî yasax dike, him dike berpirsiyarê TRTê û him jî TRTê lê yasax dike. Numûneyeke wiha ez bawer nakim li dinyayê hebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE