27 oktober 2015

Davutoglu dibêje gerek kurd li Sûriyê tim bindest bimînin



Hukûmeta AKPê bela xwe ji kurdan venake, ev faşîst, barbar û namerdên panturkîst nahêlin kurd li tu dereke dinyayê ji bin zulmê û bindestiyê derkevin û bigihîjin azadiya xwe.
Serokwezîrê Tirkiyê Davutogluyê faşîst kurdên Sûriyê tehdît dike û dibêje,
”Gelşa Sûriyê bêyî Tirkiye ne mimkûn e çareser bibe, denklemeke bêyî Tirkiyê ne mimkûn e. Formuleke Tirkiye qebûl neke ne mimkûn e bimeşe. Heger mimkûn bûya nuha Esad hemû Sûriye kontrol dikir. Ne mimkûn e, ji ber ku 911 km sînorê me bi Sûriyê ra heye. Me ev yek ji Rûsyayê ra jî û ji Emerîkayê ra jî got. Dibê PYD derbasî rojavayê Ferêt nebe. Me ji wan ra got, saniya derbas bibe emê lêxin. Me du caran jî lêxist.”
Hela hûn bala xwe bidin vî mahcirê faşîstê neyarê miletê kurd, ”dibêje gerek PYD derbasî wî aliyê Ferêt nebe, gava bibe emê lêxin”.
Ev jî tê maneya em qebûl nakin kurd welatê xwe rizgar bikin. Em qebûl nakin kurd zora Daşîê bibin.
Li aliyê din dibêje, ”heta ku formuleke Tirkiye qebûl dike neyê dîtin şer li Sûriyê nasekine. Heger mimkûn bûya nuha şer sekinî bû û Esad hemû Sûriye kontrol dikir.”
Bi van gotinan Davutoglu qebûl dike ku Tirkiye li pişt Daîşê ye û Tirkiye şer didomîne. Lema jî heta ku Tirkiye neyê razîkirin şer nasekine.
Dema Davutoglu dibêje emê li PYDê xin û me du caran jî lê xistiye blof nane, rast dibêje.
Merkeza çapemeniyê ya PYDê jî bi beyanekêîro ev îdîa Davutoglu ku ”me du caran li PYDê xist” piştrast kir.
PYD di beyana xwe da dibêje, ”artêşa tirk di 24ê mehê da êrîşê hêzên YPGê yên li ser sînorên Kobanê kir. Şeva 25ê mehê saeet di nabêna 22.00-23.00 da jî artêşa tirk bi çekên  A-4 yên giran êrîşî hêzên me yên li ser sînorê rojavayê Girê Spî kir. Do jî li gundê Zormixar hin êrîşên sûîkastî pêk anîn.”
Yanî êrîşên artêşa tirk rast in.
PYDê êrîşî Tirkiyê nekiriye, zirarek nedaye Tirkiyê, lê Tirkye dîsa jî êrîşî kurdan dike, Davutoglu ne Daîşê, lê kurdan tehdîdt dike.
Ji ber ku Davutoglu ne li dijî Daîşê ye, ew li dijî miletê kurd e, ew neyarê kurda ye.
Daîş du salan li Girê Spî û li ser sînor ma, Tirkiyê rojekê jî xwe aciz nekir, rojekê jî êrîşê Daîşê nekir. Rojekê jî Daîş tehdît nekirin.
Daîş ev du sal in derbasî rojavayê Ferêt bûye, Davutoglu ji vê yekê ne aciz e, lema jî Daîş tehdîd nake. Bira tehdît li wir bimîne, dixwaze hemû Kuristan têkeve destê qatilên Daîşê û ji bo wê jî her alîkariyê bi Daîşê ra dike.
Lê gava Davutoglu dibîne kurd dikin zora Daîşê bibin, kurd dikin sînorên Kobanê û Efrînê bigihînin hev tavilê PYDê tehdîd dike, ji PYDê ra dibêje heger tu Daîşê ji herêma Cerablûsê û Ezazê derxî emê li we xin.
Ji ber ku Daîş mitefikê Tirkiyeyê ye Davutoglu naxwaze PYD herêma Cerablûsê û Ezazê ji Daîşê bigre. Heger Davutoglu ne mitefikê Daîşê bûya  bi îftîxar qala êrîşa ser  PYDê nedikir.
Sînorên Tirkiyê bi Bulgarîstanê, Yunanîstanê, Sûriyê, Îraqê, Îranê, Gurcîstanê û Ermenîstanê ra heye, ne problem e, Davutoglu naxweze kesê ji cîrantiya xw derxe.
Tenê kurdan qebûl nake.
Tenê naxweze kurd bibin xwedî dewlet û cîranên Tirkiyê.
Ji ber ku kurdan dijminê xwe dibîne.
Piştî hewqas neyartî û çavsorî kurdê hîn jî bi AKPê ra bimîne, hîn jî raya xwe bide AKPê, hîn jî bibe parlamenter û wezîrê AKPê kurdekî pir bêxîret e, cahş e, xayinê qewmê xwe ye. Bi meriv ra piçek ûjdan û xîret hebe meriv vê çavsoriya van zaliman qebûl nake.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE