21 oktober 2015

Çîroka mar û însên



Di wext û zemanekî pir kevin da, gava dinya hîn nuh bû, mirin li dinyayê tunebû. Mirin li asîmanan li ba Xwedê dima.
Rojekê mirinê ji Xwedê ra got:
-Ez dixwazim dakevim jêr, herim dinyayê. Xwedayê min, min bibe bibe dinyayê.
Xwedê got:
-Na.
Mirinê got:
-Ji bo çi na? Baştir e însan bimrin.
Xwedê dîsa got:
-Na. Min soz daye însên ewê nemir bin. Gava çermê wan kevn bû ezê çermê nuh bidim wan.
Lodeke pir mezin ya çerman li asîmanan li ba Xwedê hebû. Xwedê rojekê ewê bida însanan. Ew roj hat û Xwedê hemû çerm(post) xist selikek(zembîlek) mezin û ji kûçik(seg) ra got:
-Viya bibe dinyayê bide însanan.
Kûçik selik(zembîl)girt û berê xwe da dinayyê. Rê pir dirêj bû û kûçik bi rê da birçî bû. Piştî demekê rastî hin lawiran hat. Hemû li hev kom bûbûn, wexta xwarinê bû, dikirana xwarineke xweş bixwin.
Hîştin kûçik jî tevî wan bibe û bi wan ra xwarinê bixwe.
Kûçik birçî bû, xwar û xwar, gava bû şev westiya, selik danî kêleka xwe û dest bi bînvedanê kir.
Bîstek derbas bû marekî xwe kişkişand bawî û bi meraq jê pirsî, got:
-Ev çi ye di selika te da ye?
Kûçik got:
-Çerm e(post e) ez dibim ji însên ra. Dema çermê wan kevn bibe ewê viya li xwe kin.
Mêr(mar) demeke dirêj bala xwe da selikê...
Roja din gava kûçik bi xwe hesiya selik(zembîl)tunebû. Fêm kir ku mar selik biriye. Nuha tu çermê bida însên tunebû.
Ewê çi bikira?
Biryara xwe da riya xwe bidomîne.
Dema gihîşt dinyayê çîroka çerm û selikê ji însên ra got. Got:
-Çermên Xwedê ji we ra şandibûn bi rê da mar ji min dizî.
Însa pir qeherîn. Rabûn çûn ba Xwedê û jê ra gotin:
-Çermên me mar biriye. Em çermên xwe dixwazin! Dibê çermên me hebe!
Xwedê ji însên ra got:
-Nuha baş li min guhdarî bikin! Ez çerm nadim we. Û ez nafikirim wan çerman ji mêr(mar) bistînim. Hûn însan in, dema hûn kal û pîr bûn hûnê bimrin…
A bi vî hawî Xwedê mirin da dinyayê.
Însan pir xemgîn bûn. Lema jî ji wê rojê da ye însan ji mar nefret dikin. Hertim dixwazin wî bikujin.
Mar jî tim xwe ji însên dûr digre û di tenêtiyê da dijî.
Hemû cerm(post) li ba mar in, gava postê wî kevn dibe bi yekî nuh diguhere.
Mar li dinyayê tekane mexlûq e dikane postê xwe biguhere û jiyana xwe bidomîne.



1 kommentar:

  1. Den här kommentaren har tagits bort av bloggadministratören.

    SvaraRadera

PARVE BIKE