20 oktober 2015

Bi komkujiya Anqerê rayên AKPê zûde bûn




Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu gotiye:
”Piştî êrîşa terorîst ya Anqerê me anket çêkir, di rayên me da trendeke zêdebûnê heye. Piştî êrîşê trenda berbî ji sedî 44 dom dike.”
Yanî ji ber ku di qetlîamê 102 kes bi hovane hatin qetilkirin û bi sedan însan birîndar bûn, kêfa gelê tirk ji AKPê ra hatiye, di nava tirkan da rayên wê zêde bûne.
Helbet ev sosireteke giran e, lê bi baweriya min jî ev îdîa Davutoglu rast e. Ji ber ku merivekî zircahil e loma ev yek îfşa kir. Heger ne cahil bûya ewê ev irqçîtiya gelê xwe neda der.
Gotina Davutoglu rast e ji ber ku gelê tirk bi kuştina kurdan pir dilşa dibe, heger wê rojê ne 102, lê hezar kurd bihatana kuştin rayên AKPê ewê derketa ji sedî 60î-70î.
Ji ber ku kî kurdan bikuje tirk jê hez dikin û piştgiriyê didinê.
Tirk dizanin qetlîam bi destê hukûmeta AKPê hatiye, bi kêmanî hukûmetê setûr daye, rê li ber negirtiye, lema jî rayên AKPê zêde bûne.
Wekî din tu îzaheke vê tuneye.
Tirk bi kuştina kurdan kêfxweş dibin. Û ji ber ku AKPê kurd dan kuştin rayên xwe zêde kir Davutoglu rast gotiye…
Kî dikane bibêje na derew e, tirk bi kuştina kurdan dilşa nabin !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE