10 oktober 2015

Berpirsiyarê gelşa li başûr Mesûd Barzanî û Noşîrvan Mistefa ye



Li başûrê Kurdistana Krîza serokatiyê berdewam e, rewş roj bi roj xerabtir dibe. Do li hin deran li hemberî lokalên PDKê hin bûyerên ne xweş çêbûn. Heger krîza serokatiyê di demeke pir kin da çareser nebe bûyerên bi vî rengî û heta yên gelkî nebaştir ewê çê bibin.
Di demeke ku miletê kurd li başûr li hemberî qatilên Daîşê şerê man û nemanê dide berdewamiya vê gelşa siyasî xetereke pir mezin e, tirs û xofeke pir mezin xistiye dilê me hemû kurdan.
Ne hewceye meriv nazikî û tahlûketiya rewşê bi numûneyan zêde dirêj bike. Rewş bi rastî jî pir krîtîk e. Dibê PDK û aliyên din vê meselê zêde dirêj nekin, di zûtirîn demê da çareser bikin, bi hawakî li hev bikin.
Heger li hev nekin, kurd dikanin her tiştê heta nuha bi dest xistibûn wenda bikin.
Bi baweriya min berpirsiyarên vê aloziyê, vê krîzê yên herî mezin Noşîrvan Mistefa û Mesûd Barzanî ye. Ew bixwazin dikanin vê krîzê bi rengekî bêzirar derbas bikin, ya jî bikin krîzeke hîn mezintir û kurdan bibin felaketeke ku meriv nizane ewê çawa û li biqede.
Lema jî ji nuha û pê da li başûr çi bibe mesûl serokê tevgera Goran Noşîrvan Mistefa û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.
Li hemberî gel jî û li hemberî dîrokê jî ev herdu kes mesûlên vê krîzê ne.
Hêvî dikim Mesûd Barzanî, Noşîrvan Mistefa, PDK, Goran û hemû hêzên din di zûtirîn demê da vê krîza siyasî çareser bikin û rê li ber felaketeke mezin bigrin.
Em hatine nuxteyeke pir krîtîk ya dîrokî, li başûr kurd dikanin bibin xwedî dewlet, ya jî hertiştî wenda bikin…

XXX


Li Tirkiyê 77 milet hene, lê bêyî kurdan tu kom/grûp doza mafê xwe nake, hemû dibêjin em tirk in.
Heta erebên neviyên pêxember jî dibêjin em tirk in û ji tirkan bêtir tirkçêtiyê dikin.
Gelo ji bo çi û çima li Tirkiyê bêyî kurdan hemû miletên din bi kêfxweşî xulamtiya tirkan qebûl dikin?
Lê ev jî ne bes e, di ser da dijminatiya kurdan jî dikin.
Mesela erebên Tirkiyê ji tirkan bêtir neyartiya kurdan dikin.
Li gel ku li Kurdistanê bi kurdan ra dijîn û ew jî ji hemû mafên xwe bêpar in jî hevalbendiya tirkan û dewletê dikin.
Dîsa jî ne mafê xwe dixwazin û ne jî piştgiriya kurdan dikin.
Gelo ji bo çi neviyên pêxember xulamtiya tirkan qebûl dikin?
Diyar e ji xulamtiyê û koletiyê pir hez dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE