19 september 2015

Min fêm nekir ev herdu jinên tirk çima hewqasî muhîm in?


Fîgen Yuksekdag, li Wanê di lîsteya HDPê da di rêza yekem da ye. Nursel Aydogan jî li Diyarbekrê di rêza duyem da ye.
Ez bi xwe dikim nakim tu sebebekî maqûl, mantiqî û bi heq ku ev herdu jinên tirk li Kurdistanê di van rêzên pêşînda cî bigrin nabînim.
Heger kurdan bi çepên tirk ra tifaqek kiriye, wê demê dibê tirk li welatê xwe, li bajarên xwe bibin namzet û kurd jî li welatê xwe. Û kurdên li Tirkiyê dijîn jî piştgiriya wan bikin, rayên xwe bidin wan.
Jixwe espiriya hevkariya bi çepên tirkan ra ev e, ewê li Tirkiyê, di nava gelê xwe da bixebitin, gelê tirk ji tesîra şovenîzmê û nîjadperestiya tirk xelas bikin, hestên dostaniyê di nava tirk û kurdan da xurt bikin.
Ne ku ji Edenê û Bursayê werin li Wanê û Diyarbekrê bibin serokên kurdan.
Lê tiştê HDP dike ne ev e, tirkan li bajarên wan, di nava gelê wan da nake namzet, tîne li Kurdistanê, li bajarên kela kurdayetiyê ne dikin namzet. Û him jî di rêza yekê û duyem da.
Nuha ev ne zulm e?
Ev herdu xanim ji bo çi, ji ber kîjan meziyet û qabîliyetên xwe, ji ber kîjan marîfet û meziniyên xwe, ewê li Wanê û Diyarbekrê bibin namzetên kurdan û him jî di rêza yekê û duyem?
Ma qir ketiye kurdan?
Ma li Wanê, li Diyarbekrê, di nava kurdan da du kurdên bi qasî van herdu jinên tirk yên kemalîst baş tune ne?
Ev herdu jinên tirk bêyî raya wan ya şexsî, du rayên wan yên din jî tuneye, ez bawer nakim dê û bavên wan jî rayên xwe bidin HDPê.
HDPê, ji dêlî van herdu jinên tirk yên kemalîst ve ji kîjan hêza kurd ya herî biçûk jî du kes bigirta lîsteya xwe, ewê bêtir li karê bûya, baştir bûya.
Heger çepên tirk ewê li welatê xwe, di nava gelê xwe da nexebitin, wê demê hevkarî, filan û bîvan vir e, xapandina miletê kurd e.
Nursel Aydogan û Fîgen Yuksekdag, bira feydeya wan li wir bimîne, bi hezaran kurdî ji HDPê sar dike, dûr dixe.
Lema jî bicîkirina van hedu jinên tirk di rêzên pêşî da him ji bo HDPê zirar e, şaş e û him jî ne siyaseteke netewî ye. Zirarê dide PKKê, HDPê û tevgera kurd ya netewî.
Gava Nursel Aydogan, Fîgen Yuksekdag û tirkên wek wan ne li Tirkiyê, li Kurdistanê dibin namzetên kurdan, tenê zirarê digihîne HDPê.
Fîgen Yuksekdag ji Edenê û Nursel Aydogan jî ji Bursayê lêxe were li Wanê û li Diyarbekrê  û him jî di rêza yekê û duyem da da bibin namzetên kurdan, bi gotineke herî sivik li kurdan, li gelê Wanê zulm û neheqiyeke mezin e, dibê meriv li dij derkve û îtîraz bike.
Ev dîtina min ya li ser van herdu xanimên tirk e. Lê li alî din jixwe ez beşdariya hilbijartinan jî bêmane û vala dibînim. Û bi îhtîmaleke mezin ewê HDPê di binê barajê da bihêlin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE