09 september 2015

Meriv çawa dikane hewqasî bêûjdan bibe ez fêm nakim

Li seranserê Tirkiyê nîjadperest, faşîs û çeteyên dewletê bi rengekî organîze û li ber çavê hêzên ewlekriyê, bi destûra wan heta nuha 200 avahiyên HDPê, bi sedan dikan, aşxane, mixaze û mekanên kurdan şewitandin, talan kirin, bi dehan kurd lînc kirin, bi dehan otobozên kurdan kevir kirn, rêwî birîndar kirin.
Ji her dera Tirkyê xeberên êrîşên faşîstan û lînkirinê tên. Li Tirkiyê jiyana kurdan ketiye bin xeteriyeke mezin.
Ev 6 roj in Cizîr di bin hesarga leşker û tîmên taybet da ye. Li bajêr milet tî û birçî ye, dewlet nahêle kes ji mala xwe derkeve. Çûyin û hatina Cizîrê qedexe ye.
Dewlet li Cizîrê rojê kurdekî du kurdan dikuje, kes nikane cenazeyê xwe rake. Gel cenazeyên xwe li mal dixin sarîncokan.
Leşker nahêle parlamenter û wezîrên HDPê herin Cizîrê. Parlamenter û bi sedhezaran însan bi peyatî di riyan da ne.
Di rojeke wiha da serokekî kurd, serokê me yê kevn Murad Ciwan piştî 5 roj bêdengî, îro di twîtta xwe da ne dewlet, ne faşîstên tirk, PKK wiha sûcdar kiriye:
”PKK bi terora xwe ya pêşda dibe, bi êrîş û cînayetên xwe, micadela gelê kurd ya azadiyê û HDPê paşda dibe û reş dike.”
Tirkiya twittê:
” PKK tırmandırdığı terör, saldırı ve cinayetleriyle kesinlikle Kürt halkının özgürlük mücadelesini, HDP'yi geriletip karartıyor.”
Meriv wek kurdekî çawa dikane hewqasî bêûjdan bibe ez fêm nakim…


Mûrad Ciwan, heta çend sal berê serokekî kurd bû, Kurdistaneke yekbûyî û serbixwe diparast, digot Kurdistana bakur di bin îşxala dewleta tirk da ye.
Lê mêrik îro bûye dostekî dewleta tirk, dev ji dijatiya teror û îşxala Tirkiyê berdaye, ji dêlî wê  îcar li dijî ”terora” PKKê derdikeve, wê protesto dike.
Gava meriv bibe hevalê neyarê xwe ûjdan û exlaq jî meriv ra namîne.

XXX
Serokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, li Diyarbekrê di civîna çapemeniyê da got, li hember êrişan dibê kurd bêdeng nemînin û xwe biparêzin. Gava yek bixwaze te bikuje, mala te, dikana te bişewitîne dibê tu jî bersîva wî bidê, ev mafekî exlaqî û qanûnî ye.
Bi baweriya min jî ev rast e, dibê HDP, PKK û hemû kurd tedbîrên parastinê bigrin û gava êrîşî wan kirin dibê ew jî bersîvê bidin êrîşkaran û li wan bidin.
Teslîmiyet ne tu rê ye û xerab e, herkes li gorî îmkanên xwe û partî jî li gorî îmkanên xwe dibê tedbîrên xwe bigrin.

XXX


Polîsên tirk li Cizîrê dayika 7 zarokan kuştin. Ji ber ku li Cizîrê derketina derve qedexe ye malbat nikane cenazeyê xwe rake. Cenaze li malê ye, zarokên wê li termê diya xwe temaşe dikin.
Ji bo ku cenaze bîhn nede şûşeyên ava cemedgirtî danîne ser termê wê.
Belê, ev dewlet û ev hukûmet hewqasî ya kurda ye. Li tu dera dinyayê kesî hovîtî û nemiroveyeke wiha nedîtiye. Nazîstan jî tiştên wiha nekirin.
Û hin kurdên adî, rezîl hîn jî wezîr û parlamenterên vê hukûmetê ne. Wezîrêmaliyê Mehmet Şîmşek bêyî ku şerm bike gotiye ”ew jî kurd e”!
Rast e, meriv dikane him kurd be û him jî xulamê neyarê xwe be. Îspata wê jî tu û yên wek te ne!
Ji ber ku li Cizîrê ev 5 roj in dewlet nahêle kes ji mala xwe derkve der, herder girtî ye û birçîbûnê dest pê kiriye. Çûyin û hatina nava bajêr qedexe ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE