09 september 2015

Kristallnacht-Şeva Krîstal !



Îşev ”Kristallnacht(Şeva Krîstal) a kurda ye.
Di şeva 9ê mijdara 1938a da tiştê naziyan anîn serê cihûyan bi navê ”Kristallnacht” yanî Şeva Krîstal derbasî dîrokê bû. Di şeva 9-10ê mijdarê da çeteyên nazî êrîş birin ser mal, dikan û sînanogên cihûyan û hemû talan kirin û şewtandin, gelek însan kuştin.
Gelê cihû bi avakirina dewleta xwe ji mahciriyê, bindestiyê û êrîşên wiha xelas bû. Çara kurdan jî ew e, jiyana her kurdî li Tirkiyê di bin xetereke mezin da ye. Dibê wek cihuyan ew jî bibin xwedî dewlet, wekî din tu rê tuneye.
Tiştê keriyên faşîst, çete û gurûhên dewleta tirk îşev li Tirkiyê anîn serê kurdan jî eynî tişt e, tu ferqeke wê ji Kristallnacht a naziyan tuneye. Heta jê mezintir e. Çeteyên dewletê bi rengekî organîze li seranserê, li her deran kurd lê hene êrîşî kurdan kirin, çewitandin, talan kirin û kurd lînc kirin.
Merkeza HDPê ya li Anqerê jî di nav da hema hema hemû bînayên HDPê yên li Tirkiyê û bi sedan dikanên kurdan, mexaze, aşxane hatin şewitandin.
Heqaretên pir mezin li kurdan hatin kirin, bi sedan kurd birîndar kirin, lînc kirin. Ala tirk, bustên Ataturk bi lêdan bi kurdan dan maçkrin.
Li Tirkiyê jiyana hemû kurdan di bin tahlûkeyeke mezin da ye. Şeva 8-9ê îlonê di dîroka tirkan da ewê wek rûreşiyekê û lekeyeke rewş bimîne.
Dewleta tirk îro ferman li kurdan rakir. Fermandarê vê fermanê Erdogan û Davutoglu ne.
Li hemû bajarên Tirkiyê li ber çavên polîsan mekanên kurdan tên şewitandin, gurûhên devbixwîn li her derê êrîşî kurdan dikin. Kurd newêrin ji malên xwe derkevin.
Hêzên ewlekariyê li êrîşkaran temaşe dikin. Çimkî êrîşkar çeteyên hukûmetê û dewletê ne, bi emir, destûr û organîzeya hukûmetê û MHPê êrîş dikin.
2015-09-08

XXX
Ji ber ku bi şal û şapik risimê xwe kişand û di facê da belav kir ew li Mugalayê li kuçeyekê girtin, tazî kirin, têr lê xistin û dû ra jî bustê(heykelê)Ataturk pê dan maçîkrin.
2015-09-08

XXX

Çeteyên rejîma Erdogan bi darê zorê serokên belediyan yek bi yek ji wezîfeyê bi dûr dixin.
Ji do da ye serokên belediyên Eruhê, Silîva û Nisêbînê ji wezîfê girtin. Berê jî çend heb ji kar girtibûn.
Nizanim çima wiha piçopiço dikin, hema bi derbekê da hemû belediyan ji kurdan bigrin û dawî bidin vê qomediya hilbijartinan.
Jixwe 80 parlamenterên di 7ê hezîranê da hatin ilbijartin di 1ê mijdarê da ewê tezkereya wan bidin destên wan û hemûyan bişînin malên wan.
Heta wê çaxê ewê hemû belediyan jî ji kurdan bistînin û hûn sax em silamet.
Xerc qediya emele paydos, “bi tirkî dibêjin çagala, magala, herkes evîne daxala.” Yanî dawiya lîstik hat, herkes here mala xwe….
2015-09-08



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE