08 september 2015

Hin kurd jî şirîkê vê zulmê ne




Kesên wek Muhsîn Kizilkaya û gelek mebûsên(parlamenterên) AKPê yên kurd, di rojên firehiyê da di telewîzyonan da quretiyê dikin, dibêjin ”em ji kesî kêmtir ne kurd in”, ”em jî kurd in û xêra gelê xwe dixwazin”, filan û bêvan…
Orhan Mîroglu mebûsê Mêrdînê ye. Bi dehan kurdên din mebûsên AKPê ne.
Ev çar pênc roj in dewlet li Cizîrê, Şirnixê, Licê, Farqînê(Silîva), Geverê, Culemêrgê, Beytşebabê û gelek bajarên din dişewitîne, agir bi ser serê kurdan da dibarîne, heta nuha bi dehan zarokên me kuştine.
Li ji kurdên AKPê qet deng dernakeve. Ji tirsa Erdogan û Davutoglu newêrin devê xwe vekin.
Li gelek bajarên Tirkiyê, faşîst û çeteyên MHPê, AKPê û dewletê avahiyên HDPê yek bi yek dişewitînin, kurdan lînc dikin, otoboz û wasiteyên bi plakeya Kurdistanê kevir dikin, dişewitînin, rêwiyan lînc dikin.
Ji kurdên AKPê, ji dîndarên AKPê tu îtîrazek tuneye, fena ku di guhê gê da bin.
Yanî dewletê û miletê tirk fermana kurdan rakirine, lê ji Muhsîn Kizilkaya, Mîroglu û parlamenterên AKPê yên kurd qet deng dernakeve, kes ev zulma li gelê wan dibe protesto nake. Xwedêgiravî ew jî wekîlên gelê kurd in. Heger bi rastî wekîlên gelê xwe bûna li hemberî vê zulm û terora dewletê îro bêdeng nediman.
Ji mebûsên kurd yên AKPê heta nuha yek jî neçûye Licê, Farqînê, Şirnexê, Cizîrê û bajarên bûyer lê hene û guh nedane hawara kurdan.
Yanî hewqasî bêûjdan û bêmerhamet in.
Herwisa heta nuha min tu beyan û reaksiyoneke Huda-Parê jî nedîtiye. Xwedêgiravî ew jî partiyeke kurda ye, di hilbijartinan da pir hindik ji vî gelî ray girtin.
Serok û birêvebirên Huda-Parê çima dengê xwe nakin?
Çima li vê teror û zulma dewletê temaşe dikin?
Çima naçin bajarên di bin hesarga dewletê da ne.
Heger îro ewê viya nekin, wê demê sebebê hebûna çi ye?
Gava zarokekî filistînî tê kuştin, li Filistîn bûyereke diqewima bi hezaran dîndarên kurd û endamên Huda-Parê tavilê dadikvin kuçe û kolanan û dewleta Îsraîl protesto dikin. Piştgiriya xwe nîşanî filistîniyan didin.
Çima deleta tirk protesto nakin?
Çima piştgiriya xwe nîşanî gelê Farqînê, Cizîrê û Şirnexê nadin?
Di nava hefteyekê da li Cizîrê tenê 7 zarok hatin kuştin. Li derên din heta nuha li ser hev 50-60 kurd ji alî hêzên dewletê û çeteyên faşîst ve hatin kuştin.
Lê Huda-Par û hêzên îslamî xwe kerr û kor û lal kirine, ne qîrîn û hawara kurdan dibihîzin û ne jî dibînin.
Zimanê hemûyan kuliyan xwariye, gişt lal bûne, lema jî nikanin bi du gotina terora hukmeta AKPê rexne bikin.
Dibê miletê kurd van sextekar û bêûjdanan bibîne û baş nas bike û hew bi virên wan bixapa.
Bi bêdengiya xwe ew jî hevalên vê zulmê û zulmkar in.
Bêyî HDPê, PAKê, Hak-Parê û hin hêzên kurd yên biçûk kes naçe hawara kurdan, kes vê zulê protesto nake. Huda-Par û kesên dîndar  û hemû parlamenterên AKPê yên kurd heval û piştgirê zulma hukûmeta AKPê ne. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE