07 september 2015

Ev rê ne tu rê ye

Ev zalimê Erdogan Tirkiyê gav bi gav berbî  herbeke hundur ya kurd û tirkan dibe. Wiha dom bike Tirkiye û Kurdistan ewê bibin Sûriyeke duyem.
Îro li Kurdistanê herbeke neîlankirî heye, gelê min di nava agir da ye, rewş roj bi roj xerabtir dibe. Ji vî alî û ji wî alî her roj bi dehan însan tên kuştin.
Heyf e, dikanîbû wiha nebûya.
Heger Erdogan bixwsta wih nedibû.
Jiyana kurdên li metropolên Tirkiyê jî di bin tahlûkeyeke pir mezin da ye, hergav dikane qetlîamên mezin çê bibin.
Di rewşeke wiha da gotin êdî bêmane bûye, qet ji dilê meriv nayê şîretan li xelkê bike.
Em ne di nava gel da ne, weke wan agir bi ser me da nabere, em li Ewrûpayê di nava rehetiyê da ne. Jiyana me wek gelê Cizîrê, Şirnaxê, Colemêrgê, Geverê, Amedê ne di tahlûkê da ye.
Lema jî ya baş ew e meriv li pişt kompîtorê şîretan li xelkê neke, aqil belav neke.
Bêyî hukûmeta AKPê û dewleta tirk kes nikane vî agirî bitemirîne, rê li ber şerekî mezin bigre.
Hukûmet bixwaze dikanin tavilê şer rawestîne. PKK jî ewê qebûl bike. Herkes dizane ev mesele bi şer û kuştinê çareser nabe. Rê diyalog û lihevkirin e, siyaset e.
Dibê dewlet bê şer, bê kuştin, bi riyên demokratîk mafê miletê kurd bide û vî şerî rawestîne, avekê li vî agirî ke. Hîn ne dereng e, lê sibe dikane dereg be.
Ev rê ne tu rê ye, diçe felaketê. Hêvî dikim birêvebirên dewleta tirk bi aqilekî selîm hereket bikin û vî zalimê Erdoganê şerxwaz û paranoyak rawestînin û rê li ber şerekî mezin bigrin, Tirkiyê û Kurdistanê jî nekin Sûriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE