15 september 2015

Erdogan qirnî ye, kes nikane wî ji îktîdarê biqetîne

Li Tirkiyê ankêtên derewan li pey hev belav dibin, her roj netîceyên anketekê belav dikin. Hema hema di hemû anketan da rayên AKPê zêde û yên HDPê û CHP jî kêm dibin.
Hemû vir in, li gora emrê Erdogan rastiyê manîpule dikin. Ev jî şerekî psîkolojîk e.
Tiştek pir vekirî ye û tim jî dibêjim, Erdogan bi rehetî, bi riyeke demokratîk îktîdarê nade kesî.
Heger di hilbijartinan da netîce dîsa wek berê derkeve ya jî rayên AKPê hîn jî kêmtir bibe, ku bi îhtîmaleke pir mezin ewê wisa bibe, wê demê Erdogan ewê çi bike?
Bi dîtina min rayên AKPê di 1ê mijdarê da ewê kêmtir bibe. Lê Erdogan ewê fîlmekî din, tiştekî din derxe û dîsa AKPê li ser hukim bihêle.
Ya ewê HDPê nexin hilbijartinan.
Ya jî ewê HDPê bi darê zorê di binê barajê da bihêlin.
Belkî jî şertê beşdariya hilbijartinan li Kurdistanê nehêlin û HDP hilbijartinê boykot bike.
Axirê plana Erdogan ji A heta Z heye. Heta ku mimkûn be, heta ku kanibe ewê bi hin qulopulu, hîle û xurdeyan ya jî bi zorê îktîdarê nede kesî.
Erdogan merivekî psîkopat e, dikane her dînîtiyê, her xerabiyê bike. Dikane herba bi kurdan ra pir mezintir bike, dikane gelek qetlîamên mezin bide kirin.
Yan hertişt jê tê. Ji ber ku kes nikane li hember rabe, kes nikane îtîrazî fikir û biryarên wî bike…
Ma Hîtler dinya neşewitand!
Ma Seddam agir bi Îraqê, Kurdistanê û herêmê nexist!

XXX
Çiqas rast, çiqas derew nizanim, lê dibêjin Angele Markelê gotiye,
”Rojekê emê ji zarokên xwe ra bibêjin, li gel ku Mekke ji Berlînê pir nêzîktir bû jî, mahcirên Sûriyê û Îraqê dîsa jî berên xwe dan welatê me, xwe avêtin dexlê me.”
Kê gotibe rast gotiye. Lê ev ne koçberiyeke spontan e, siyasetek li pişt wê heye.
Sûriye, Îraq, Lîbya û Yêmen ne tê da, lê 18 dewletên ereb yên mayî dikanin koçberên(mahcirên) ji Sûriyê bigrin.
Lê bi zanenetî nagrin. Bi zanetî dikin ser Ewrûpayê.
Erebîstana Suûdî û welatên Xelîcê heta nuha koçberek ji Sûriyê negirtine. Suûdî dikane Yûnanîstanê, Macarîstanê, Sirbîstanê bikre û nefroşe. Lê dîsa jî erebên xwe nagrin, dest nadin ber wan, dişînin Ewrûpayê.
Di vir da siyasetek, planek ereb û trikan heye, ez dibêjim bi zanetî wiha dikin. Ji bo ku li Ewrûpayê bibin xwedî hêz. Gelşa xwe datînin ber deriyê Ewrûpayê.
Bi dîtina min bi taybetî tiliya Tirkiyê jî di vê koçberiya bi girseyî da heye. Erdogan heyfa xwe ji Ewrûpayê digre.
Yanî hema jixweber bi hezaran însan neketin riyan. Tirkiyê û çeteyên tirk ji her dera dinyayê bi hezaran însan li Tirkiyê top kirine û li ber çavê deletê dişînin ser Ewrûpayê. Ji koçberan bi milyaran pera qezenc dikin. Yanî şandina koçberan ji xwe ra kirine sektorek.

XXX


Pênc roj di ser şewat û êrîşên ser merkeza HDPê ra buhurîn. Piştî 5 rojan li ser navê Hak-Parê îro(13/9)nîhayet heyetek li Anqerê çûye serdana HDPê.
Ser xêrê be. Hevalan baş aqil kirine…
Gelo 5 roj payin hinekî ne zêde ye?
Diyar e hevalan nikanîbûn destûrê zûtir bigrin…
Xwedê aqilekî bide me kurdan û muhbeta me zêde bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE