19 september 2015

Dawiya zilamtiya dijmin tim rûreşî ye


Muhsîn Kizilkaya ji bo ku careke din jî têkeve lîstê û bibe parlamenterê AKPê ji Erdogan û Davutoglu ra her babet şelefî kir, xwe kir cila binê nigên wan, xwe kir dijminê gelê xwe, piştgiriya teror û qetlîama dewletê ya li cizîrê kir. Ji bo xatirê wê kursiya pîs xwe rezîl û riswa kir.
Lê wa ye dîsa jî pere nekiriye, Davutoglu dîsa jî ew negirtiye lîsteya parlamenteriyê.
Diyar e Erdogan û Davutoglu zilamtî û şelefiya Kizilkaya têr nedîtine.
Dijmin wiha ye, carnan pir bêmerhemet e, meriv cansîperane xwe bike qurban jî teqdîr nake, dikane kêm bibîne û meriv biqewitîne…
Bi qasî xuya dike Muhsîn Kizilkaya şok bûye, ji hêrsa twittera xwe girtiye û xwe di malê da hefs kiriye.
Sedîsed nuha ji xwe ra dibêje yaho min xwe ji Erdogan û Davutoglu ra kir erd, ji bo xatirê wan min êrîşî gelê xwe kir û wek zilamekî dewletê min bi hemû hêza xwe AKP parast, lê dîsa têr nekir.
Ma hewqas neheqî jî dibe?
Nuha ezê çi bikim û çi xweliyê li serê xwe kim?
Ez him ji dêrê bûm û him jî ji mizgeftê.
Ezê nuha bi çi rûyî li ruyê zarokên xwe û kurdan binêrim?
Ezê di kanalên telewîzyonan da îcar çi bibêjim?
Ya jî dikane bibêje, ”êdî veger tuneye, ya baş ew e ez qet xwe nexeyidînim û biryara xwediyê xwe rexne nekim, bibêjim ”teqdîr ya birêz Davutoglu ye, wî wiha rast û minasib dîtiye wiha kiriye. Ez dîsa jî di emir û xizmeta wan da me, ew çi wezîfeyê bidin ez amade me…”
Hevkar û zilamê dewletê û Erdogan Seydî Eyyupoglu jî ji Ruhayê îcar neketiye lîstê.
Erdogan îcar ew jî ji ber deriyê xwe qewitand. Ecêb e. Eyyupoglu bi çavê ebedî li kursiya xwe hevkariyê dinêrî, wî qet bawer nedikir Erdogan rojekê ewê wî ji ber deriyê xwe biqewitîne…
Ji bo dijmin tu hevkar(îşbîrlikçî), tu xulam ne miqedes û ebedî ye, rojek tê karê wan diqede û tên qewirandin…
Li gorî ruhayiyên hemşeriyên Eyyupoglu di medyaya sosyal dinivîsin, dibêjin Eyyupoglu krîz derbas kiriye û ketiye komayê.
Heger neketibe komayê jî psîkolojiya wî nuha ji komayê xerabtir e.
Zilamtiya dijmin wiha ye, meriv zilamekî, xulamekî çiqasî baş be jî rojekê tê dijmin xulamekî ji meriv hîn baştir dibîne û meriv diqewitîne.
Dibê trajediya Eyyupoglu û Kizilkaya ji hemû hevkarên dewleta tirk û Erdogan ra bibe numûne û jê dersê bigrin.
Dibê hemû hevkar û zilamên dewletê bibînin ku hevkarî, xulamtiya neyar ne tu rê ye, şaş e.
Ya baş ew e ku Eyyupoglu û Kizilkaya û yên weka wan eşkere ji gelê xwe lêborînê, efûya xwe bixwazin û ji nuha û pê da bi hemû hêza xwe li dijî dewletê û partiyên tirk bixebitin. Hew bibin zilamê neyar.
Heger wiha bikin belkî rojekê gel li wan were rahmê û wan efû bike..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE