16 september 2015

Bes e bi aqilê kurdan bikenin


Hevseroka HDP Fîgen Yuksekdaga tirk, dîsa bi aqilê kurdan keniya ye, gotiye ala tirk ala kurd e jî, ”di sorê ala tirk da xwîna kurdan jî heye.”
Vir e, ala tirk ne ala kurd e! 
Lê rast e, di gelek qetlîaman da xwîna kurdan di wê alê geriya ye, di bin wê alê da bi sedhezaran kurd hatine qetilkirin, îşkencekirin. 
Di vê maneyê da rast e, xwîna kurdan pir di sorê wê alê geriya ye…
Ew ala bi xwîn, bi darê zorê bi gelek kurdan dane maçîkirin. Dîrok şahidê vê ye.
Eyb e, şerm e, bes e bi hest û xurûrê miletê kurd bilizîn.
Ala tirk ne ala kurda ye.
Dewleta tirk ne dewleta kurda ye.
Meclîsa tirk ne meclîsa kurda ye.
Artêşa tirk ne artêşa kurda ye.
Polîsê tirk ne polîsê kurda ye.
Hertiştê vê dewletê, her dezgeha vê deletê tenê yê miletê tirk e.
Îdîakirina eksê vê derweke mezin e, riyakarî ye, sextekarî ye.
Tu tiştekî kurdan di vê dewletê da tuneye.
Al jî û dewlet jî tenê ya tirka ye.
Ji roja ev dewlet ava bûye wiha ye.
Ev dewlet, bi meclîsa xwe, bi artêşa xwe, bi polîs û edelata xwe li dijî kurda ye û dixwaze kurdan ji ortê rake, bihelîne, bike tirk.
Kurd li Tirkiyê ne xwediyê dewletê ne, ne şirîkê dewletê ne, bindest û xulamê dewleta tirk û miletê tirk in.
Ev 90 sal in, ji roja ev dewlet ava bûye kurd şerê wekheviyê didin, dixwazin vê neheqiyê, vê bêedaletiyê ji ortê rakin.
Û ji xwe loma jî, ji ber ku dewleta tirk ne dewleta kurda ye, ev dewlet her roj zulmê li kurdan dike, dikuje, qetil dike, gû pê dide xwarin, guhê kurdan jê dike, kurdan lînnc dike û dide lînckirin.
Partiya kurdan, mal û milkên kurdan dişewitîne û dide şewitandin.
Heger ev dewlet û al ya kurdan ba jî dewletê ev zulm li kurdan nedikir, bi lûleya tivingê ala tirk bi gerîlayên kurd nedida maçkirin.
Bes e bi kurdan bikenin û henekên xwe bi aqilê kurdan bikin.
Heger ala tirk ala me kurda ye jî wê demê ev şer, ev malwêranî ji bo çi ye, ez qurban?
Heger ev al ya me ye jî, heger ev dewlet ya me ye jî wê demê ji bo çi ev dewlet her roj bi dehan keç û xortên kurdan dikuje û bajarên me wêran dike?
Em doza çi dikin?
Em ji dewletê çi dixwazin?
Madem hûn alê naxwazin, dewletê naxwazin, meclîsê naxwazin, Kurdistanê naxwazin û ala tirk ya we ye jî, wê demê zarokên kurdan nedin kuştin û ji bo demokrasiya Tirkiyê bixebitin.
Yê alê û dewletê nexwaze dibê micadeleyeke li gorî wê bide. Heger filistîniyek bibêje ”ala Îsraîl ala filistîniyan e jî”, filistînî ewê qiyametê rakin, ewê bi tûya xwe wî bifetisînin.
Lê piştî 35 sal micadele û liberxwedaneke bêemsal, piştî bedelekî pir û pir giran, li ser navê 20 milyon kurd, Fîgen xanima tirk bi dengekî bilind dibêje ”ala tirk ala kurd e” jî!
Ji bo ku ala tirk bibe ala kurd jî, dibê kurd jî bi qasî tirkan xwediyê vê dewltê bin.
Ma çi yê kurdan di vê dewletê da heye?
Li Tirkiyê kurd xwediyê kîjan mafên netewî ne?
Ne xwediyê zirnîqekî jî ne.
Kurd bindest û êsîrên dewleta tirk in.
Rastî ev e, bes e bi aqilê kurdan bikenin….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE