25 augusti 2015

Tu bi ku da direvî, tu çima Hewlêrê naparêzî?


Îsmaîl Beşîkçî xoce li ser kurdên pûlperest, kurdên ji hest û îdeolojiya netewî bêpar, kurdên ji welatekî bêtir li dû pera û malê dinyayê ne çend gotinên xweş gotine. Çend sîr û pîvaz di pozê(bîvila) wan ve kiriye. Min ew qisim kir kurmancî. Hêvî dikim bi dilê we be.
Di vê nabênê da dixwazim li ser kurdên ku hestên wan yên netewî zeîf in, qîmetê nadin nirxên netewî, li pey pera, mal û milkê dinyayê ne jî çend gotinan bibêjim.
Kurd, li gorî hewqas nifûsa xwe jî ne ferdekî ji malbata netewên cîhanê ne. Welatên kurd bindest kirine nahêlin kurd bibin xwedî statuyeke siyasî.
Di rewşeke wiha da, di banqeyên tirk da deste deste pereyên te hebin jî, li peravên Egê û Derya Spî wîlayên te hebin jî çi qîmeta wê heye?
Ya muhîm dibê meriv bi mirovên fazîlet be. Dibê meriv ji pêşerojê ra, ji zarokên xwe ra Kurdistaneke azad bihêle.
Piştî ku kurd û Kurdistan bindest bûne di banqeyên tirk da pereyên te hebin, li Stenbolê, li peravên Egê û Derya Spî wîlayên te hebin bi kêrî çi tê?
Ma vana di pêşerojê da ji bo zarokên te kanin bibin welet û azadî?
Di tebaxa 2014a da dema Daîş berbî Hewlêrê ve diçû hin kurdên dewlemend pereyên xwe, zêrên xwe tije torban kirin û bi erebeyên xwe ji Hewlêrê reviyan.
Tu mal û milkê xwe dihêlî û bi ku da direvî?
Tu çima Hewlêrê naparêzî?
Dewletên tu dixwazî birevê dibê tu bizanibî ku bi şiklekî ewê dest deynin ser wan pereyên te. Li Kurdistanê huqûqeq bicîbûyî/rûniştî tuneye. Li welatên Kurdistan bindest kirine jî huqûq tuneye. Lema jî rev ne tu rê ye. Dibê tu li Hewlêrê bimînî û wê biparêzî. Ancax bi vî hawî tu yê bikanibî mal û milkê xwe biparêzî…"
Heger her siyasetmedarê kurd jî wiha bifikiriya, bi vî çavî li meselan binêriya û siyaseteke li gorî vê hedefê bimeşanda nuha em ne di vî halê perîşan da bûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE