20 augusti 2015

Tirkan qahwa kizwana ya kurdî çawa kirin ”turk kahwesî” ?


Tirkan ne tenê welatê me îşxal kirine, urf û adetên me, kultura me, zargotin û folklora me, xwarin û vexarinên me jî ji me stendin û kirin malê xwe.

Berî avabûna komara Tirkiyê ”qahwa kizwana” ya kurdan bû, digon ”qahwa kurdî”, li dinyayê meşhûr bû. Lê tirkan hêdî hêdî patenta wê ji me stendin û kirin ”turk kahwesî” û bi me kurdna jî dan qebûlkirin.


Nuha li Kurdistanê kurd bi xwe jî ji qahwa kizwana ya kurdî ra dibêjin ”turk hahwesî, menengîç kahwesî.”

Li Diyarbekrê çend caran min qahwa kizwana xwest garsonan fêm nekir, gotin tuneye, ya jî ”kizwan” çi ye?

Piştî ku min dida fêm kirin, digotin, ”haha, tu dibêjî ”qahwa menengîç”!

Yanî qahwa me ya kizwana bû ”qahwa menengîç” ya tirk.
Di sala 1930î da li Fransayê li ser pakêteke qahwa kizwana ”qahwa kurdî” dinivîse û rismê şervanekî kurd jî li ser pakêtê ye.

XXX
Yê guliyê dara te şikand tu jî dara wî ji kok da rake !

”Yê guliyê(şitla) dara te şikand, heger tu kanibî tu jî dara wî ji kok da reke.” 

Belkî gotineke pir kîndar xuya ye lê rast e.

Gava neyarê te ji te hesaba neke ewê pê li serê te ke.
Tiştê tirk dikin ev e, ji me natirsin.
Lema zulmê li me dikin.
Le bajarên me wêran dikin.
Lema pê li serê şehîdên me dikin.
Lema Erdogan ji me ra dibêje emê çavên we derxin !
Heger em jî wek wî xwedî dewlet bûna, heger em jî weka wî xwedî tank, top, balafir û artêş bûna Erdogan newêrî bû ev stûrî li me bikira, nikanîbû hewqasî rehet û erzan em bikuştana û bajarên me bişewitanda…
Bi partiya Tirkiyê, bi siyaseta ”Tirkiyebûnê”, bi demokratîkbûna Tirkiyê em tu carî ji bin vê zulmê xelas bnabin. Bawer bikin halê me ewê tim ev hal be.
Emê tim di bin nigên leşker û pûlisên tirkan da wek kêzik û zûriyan bipelixin…
Ji bo ku em jî wek tirkan bibin xwedî dewlet dibê em dewletê bixwazin, hedefa me, hewn û xeyala me ev be…
Hertiştê meriv dixwaze meriv tavilê bi dest naxe, helbet jê ra xebat û wex lazim e. Ev rast e û jixwe kes îtîrazî vê jî nake.
Lê berî hertiştî dibê meriv bixwaze û bizanibe ku heta em jî wek tirkan nebin xwedî hukim û îktîdar emê tim wiha pir û perîşan bin…¨



XXX

Dewleta tirk mafê jiyanê nade me kurdan, heger em dixwazim wek milet bimînin û wek mirovan bijîn dibê em ji bin destê vê dewletê xelas bibin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE