09 augusti 2015

Sosireta giran, piştî Îranê îcar Emerîka ketiye nabêna kurdan



Emerîkayê ji bo ku gelşa li ser serokatiyê di nabêna PDKê, Goran û YNKê da rû daye çareser bike heyetek şandiye Kurdistanê.
Di mesela kî ewê bibe serok da PDK, Goran û YNK li hev nakin. Ev çend meh in hevûdu digerînin lê belê netîce sifir e.
Lema jî sefîrên Emerîka yê Îraqê û Kurdisrtanê îro çûne Silêmaniyê ji bo ku bi Goran û YNKê ra bipeyivin.
Sibe jî ewê herin Hewlêrê bi PDKê ra bipeyivin.
Kurdistan dişewite, ferman li kurdan rabûye, lê serokên kurdan dîsa jî li hev nakin.
Lema jî Îran, Emerîka ketiye nabêna wan, dixwaze gelşa nabêna wan çareser bike û wan li hev bîne.
Eyba giran, rûreşiya mezin!
Îran û Emerîka ketine nabêna me kurdan?
Wek kurd ez ji vê rewşê şerm dikim…
Di destpêka sedsala 16a(1520-30) da beg, serokeşîr û mêrîrên kurdan li ser kî ewê bibe sultan û mîrê Kurdistanê li hev nekirin. Kesî kes qebûl nekir, herkesî got ez û ne yê din.
Lema jî paşayekî osmanî anîn danîn ser serê xwe, kirin serokê xwe.
Ji ber ku kurdan wek nuha li hev nekir, Îdrîsê Betlîsî ji Sultan Selîm alîkarî xwest û Sultan Selîm jî rabû Mehmet Paşayê simêlbok da ser serê kurdan.
Piştî Mehmet Paşayê simêlboq, paşayên balkanî, meqedonî kurd îdare kirin û em heta roja îro di bin destê tirkan da hîştin.
Kurd îro jî li hev nakin, li başûr li hev nakin, li rojava li hev nakin. Yê kursî carê bi dest xistiye kursiya xwe nade.
Do osmanî bûn, îro tirk, îranî û emerîkî dikevin nabêna me. Xwelî li serê me be, van serok û rêberên egoîst ev milet perîşan kirine.
500 sal berê em çi reben, çi nezan û çi korfahm bûn, îro jî em eynî reben in. Îro jî kes kesî qebûl nake, kes dev ji kursiya xwe bernade, kes ji kesî ra feraxet nake.
Jixwe heger em ne ev kesên kursîperest bûna nuha em ne bindest bûn, nuha em jî wek xelkê bûbûn xwedî welat û dewlet.
Di kitêba min ”Antolojiya Çîrokên Zarokan” da çîrokek bi nabê ”Beq û Paşa” heye, çîrokek mişt ibret e, tam li gorî rewşa me ye. Ez wê jî li jêr pêşkêşî we dikm.
XXX
Beq û Paşa
Dibêjin rojekê hemû beq li hev civiyan û çûn ba Hezretî Silêman, padîşahê hemû teyr û tulûran û jê rica kirin ku ew paşayekî bide ser serê wan, ji bo ku ew ji wan ra rêberî û serdariyê bike.
Hezretî Silêman rica wan qebûl kir û rabû maxeke(stûneke)bi qasî kutekê mezin avêt nav golê û dûra jî ji beqan ra got:
-Kerem kin, ji îro û pê ve paşayê ew maxa(stûna) hanê ye.
Beq kêfxweş bûn, hemûyan yeko yeko li pey hev xwe avêtin ji nava avê da, heta ji wan hat daketin binê golê û xwe baş veşartin.
Ji ber ku wan paşayê xwe yê nuha nas nedikirin, lema jî jê ditirsiyan.
Piştî demekê ji nava beqan yekî herî ji nava xwe razî û cesûr hêdîka aşnê kir û derket qeraxa golê, ji bo ku paşa û serdarê xwe ji nêz ve bibîne.
Bîstekê bi meraq û bi baldarî bala xwe da serokê xwe û dûra jî ji xwe ra got:
-Çi paşakî feqîr û bêlibat e, qey raketî ye.
Max gelkî mezin û qalind bû, qet ji ciyê xwe nediliviya. Beqên din jî tirsa xwe revandin û yeko yeko derketin ser ruyê avê, ji bo ku ew jî hinekî li paşayê xwe temaşe bikin.
Hêdî hêdî xwe nêz kirin û çûn cem. Dû ra jî xwe holî ser kirin û ji wir jî xwe avêtin nav avê.
Êdî jê neditirsiyan. Beqên biçûk ji nav avê xwe holî ser dikirin û ji wir jî dîsa xwe diavêtin nav avê.
Û yên mezin jî xwe li ser dirêj dikirin û xwe didan ber rojê.
Max ji bo hemûyan bûbû lîstokek bêemsal. Geh diketin binî û geh jî diçûn ser. Kêf kêfa wan bû.
Rojekê beqekî got:
-Bi baweriya min ev paşayê me ne paşayekî baş e. Min digot qey emê jî wek xelk û alemê bibin xwedî serok û paşayekî rastîn. Paşayekî ku bikanibe li me rabe, ji me ra meziniyê û serdariyê bike.
Lê ew wer li ciyê xwe sekinîye, em çi dikin jî ew qet têkilî me nabe. Em lê siwar dibin jî xwe aciz nake.
Ne bi me da dixeyide û ne jî tiştekî dibêje. Ma paşa û serok caran wiha dibin?
Beqên din jî heq danê û gotin:
-Weleh tu rast dibêjî. Paşa dibê bi xişm û heybet be, dibê li meriv rabe, dibê meriv jê bitirse!
Ji ber vê nerazîbûnê beq rojekê dîsa li hev kom bûn û rabûn çûn ba Hezretî Silêman. Ji Hezretî Silêman ra gotin:
-Ya Sultanê hemû teyr û tuyan, em hatine ba te ricê, ji bo ku tu paşakî hîn baştir bidî me. Yekî bira bi heybet be, kanibe yekcarnan li me rabe, emir bide me û me baş îdare bike.
Paşayê te daye me, ne dibêje him, ne dibêje gim, em lê siwar dibin jî bîna xwe teng nake. Ma paşa û serdar cara wiha dibin?
Kêfa Hezretî Silêman wê rojê ne li cî bû, lema jî ji wan ra got:
-Beqên kêmaqil! Xuya ye ku we heq kiriye. Îcar ezê zalimekî wer bidim ser serê we ku, dibê baş ji heqê we derkeve.
Û dû ra jî Hezretî Silêman rabû legleg şand ser golê û wek serdar û paşa da ser serê beqan.
Hemû beq bûn heyranê bejn û bala leglegê û tavilê li dorê civiyan.
Rîsipî û mezinekî beqan xwe hazir kiribû ku li ser navê hemû beqan axaftineke xêrhatinê bike û dilşadiya xwe nîşan bide.
Lê berî ku ew dest bi axaftina xwe bike, legleg ket nav wan û bi wî niklê xwe yê dirêj di cî da çend heb ji wan xwar.
Beqan bala xwe danê ku ev paşa bi rastî jî ne wek paşayê berê nerm û bêzirar e, ew wan dixwe.
Hemû ji tirsa qutifîn, zû zûka xwe bera binê avê dan û li wir li hev kom bûn.
Ji hev ra gotin:
-Qesta me ne paşayekî wiha zalim bû. Bira xeyd û lêdan li wir bimîne, ew raste rast me dixwe.
Rabûn dîsa çûn ba Hezretî Silêman û xwestin ku paşayekî din, yekî hîn nermtir bide ser serê wan, yekî ku bira bi xof û heybet be, lê wan nexwe.
Lê Hezretî Silêman daxwaza wan qebûl nekir û ji wan ra got:
-We çi xwest min ew da we. Belkî ev ji we ra bibe ders ji bo ku careke din hûn çewtiyeke weha nekin.
Loma jî dibêjin ji wê rojê û vir da ye her cara ku beq leglegê li hewa dibînin ji tirsan diqutifin û zû zûka xwe davêjin ji nav avê da.
Û hîn li hêviyê ne ku rojekê paşayê wan were guhertin û ew jî wek gelek heywanên din li perê avan bê tirs û bê xof bijîn…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE