16 augusti 2015

Li ser civîneke balkêş û nivîseke ji sosiretê jî wêdetir



Ji Kurdistana başûr grûbek rojnamevan do bi serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ra li Qesra Çankayayê hatin ba hev.
Derbarê hejmara rojnamevanan da min tu xeber nedît. Lê bi qasî ku di risim da xuya dike gelek in û hemû jî wek leşkeran li ber Davutoglu ketiene rêzê.
Gotineke tirkan heye,dibêjin:
”Ne eydî ye, ne seyran e, zavayê min çima ez maçî kirim?”
Davutoglu ne serokwezîrê Kurdistanê ye û ne jî serokwezîrê Îraqê ye, çima heqas rojnamevanên Kurdistana başûr li xwe top kir?
Çima ne rojnamevanên ereb, tirk, faris, tenê kurd ?
Çima ne civîneke ji bo hemû rojnamevanan, lê tenê ji bo kurdên başûr?
Ev samîmîyet, ev muhabeta ji ku tê û ji bo çi ye?
Diyar e Tirkiye dixwaze çend rojnamevanan ji xwe ra bikire, li Kurdistanê bike propaganîstên xwe.
Welhasil civîn bi serê xwe meriv dide fikirandin, madê meriv meriv jê digere. Miheqeq di vir da hesabekî tirkan, planeke wan heye.
Davutoglu li ciyê rehetiyê ban hewqas rojnamevanên kurd nake…
Û tabî ji ber ku “TIRKEKΔ ban wan kiriye, bi dehan rojnamevan ji kêfan firiyane û bi çargavî berên xwe dane Qesra Çankaya yê…
Ez werim xebera civînê.
Min xeber di Avestakurdê da xwend. Sernivîsa xeberê wiha ye:
“Kîjan rojnamevanê başûr çû serdana Davutoglu?”
Lê di xeberê da ne navê rojnamevanan û ne jî yê rojnameyan heye. Sernivîs tiştekî dibêje, nivîs tiştekî din e.
Li aliyê din kîjan rojnamevanî çi pirsî ye û Davutoglu jî çi bersîv daye, di xeberê da ew jî tuneye.
Ez perîşaniya zimanê xeberê didim aliyekî, nivîsekî gelî bêqalîte ye.
Ez dixwazim berê wek ibret çend numûneyan ji axaftina Davutoglu bidim.
Nivîsa xwedêgiravî li ser civînekê ewê me agahdar bike, dîrekt wiha dest pê dike:
”Davutoglu diyar kir ku di 1emîn Şerê Cîhanê de ji bo rûmeta gelê Rojhilata Navîn, Bexda, Mûsil, Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî û Basrayê cara dawîn li Kut'ul Ammareyê hatin bal hev û wiha dewam kir:
"Pişt re destên me ji hev du kirin. Welat ji hev du qetandin, ev têra wan nekir vê carê bajar jî perçe kirin, gotin 'Ev bajarê ereba ye', 'Ev bajarê tirka ye', 'Ev bajarê kurda ye', 'Ev bajarê sinuyan e."
Yanî ne tirkan, hinekên din Kurdistan perçe kirin û bi vê riyê destê me û tirkan ji hev qetandin.
Davutoglu dom kiriye:
"Dema ku li Sûriyê DAEŞê êrîş bir ser ereban me jî êrîşê DAEŞê kir lê ev êrîş ne dijî ereban bû; herwiha li Iraqê jî me dijî PKKê operasyon kir lê ev êrîşa ser PKKê ne dijî gelê kurd hat kirin. Îro li derveyî sînor birayekî me yê kurd zirarê bibîne ewil em ê herin hewara wî."
”Davutoglu got hin alî êrîşên ser PKKê wek dijî kurdan hatibe kirin nîşan didin û wiha dewam kir:
"Na hevalino, operasyonên ku dijî PKKê tên kirin ne li dijî gelê kurd in. Birayên me yên kurd ên derveyî sînor û birayên me yên tirk ên derveyî sînor ji bo me ezîz in, emanetên dîrokî ne. Dîrokê em kirine bira. Lewra di nav welatiyên me de welatiyên me yên kurmanc jî hene. Welatiyên me yên zaza jî hene. Welatiyên me yên tirk jî hene. Xizmên wan xizmên me ne jî, birayên wan birayên me ne jî. Kî bibêje Tirkiye dijî kurdan şer dike dê bêbextiya herî mezin li me bike."
Li hemberî van heqaret û gotinên Davutoglu yên berradayî û di esasê xwe da tinazpêkirina bi kurdan yek îtîraza rojnamevanekî, yek pirsa rojnamevanekî tuneye.
Tiştê meriv dibîne Davutoglu brîfîngek, konferansek daye rojnamevanên başûr û wan jî wek berxikan lê guhdarî kirine, tu kesî ne îtîraz kiriye û ne jî pirsek jê kiriye.
Avestakurdê ev xeber çima weşandiye, bi weşandina vê heqareta Davutoglu armanc çi ye min xwe fêm nekir.
Ji ber ku di xeberê da rojnamevanî sifir e, tenê cî û tarîx diyar e. Lê kî beşdar bûye, kê çi gotiye, çi pirsîye û Davutoglu çi bersîva daye tueneye?
Serokwezîrê dewleta welatê me îşxal kiriye fena ku em 25 milyon kurd ne di bin îşxala wan da bin gotiye ”welatê me perçe kirin, destên me, bajarên me ji hev qetandin” û li hemberî vê pêkenîn û heqaretê jî em nizanin rojnamevanekî tiştek gotiye ya na!
Balafirên Davutoglu gundekî me bombebaran kirine, 8 sivîl kuştine, lê ew ji komek rojnamevanên me ra dibêje, wan li Îraqê êrîş birine ser PKKî, ne kurdan. Fena ku gerîlayên PKKê ne kurd in û ne zarokên me ne.
Davutoglu gotiye, ”gava li derî sînor birayekî me yê kurd zirarê bibîne ewil em ê herin hewara wî." !
Ev gotina bi xwe heqareteke pir mezin, pêkenîna bi aqilê meriv e. Dibê meriv heqareteke wiha bêbersîv nehêle.
Fena ku yên her roj bi tonan bombeyan bi ser serên kurdan da dibarînin ne ew bin, fena ku yên her roj çend kurdan qetil dikin ne ew in.
Wek malpereke kurd meriv çawa dikane nivîseke hewqasî vala, hewqasî ji wesfê xeberê dûr biweşîne ez fêm nakim!
Ev heqareteke li xwendevanên Avestakurdê jî. Meriv bi rastî rojnamevan be, li gorî prensîp û exlaqê rojnamevaniyê hereket bike nivîseke wiha vala,rezîl bi peran jî naweşîne.
Şerm e!



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE