01 augusti 2015

Ez nizanim çi bibêjim !


Ji alîkî da dijmin bi barbariyeke nedîtî êrîşî ser me dike, fîloyên balafiran dişîne ser me, rojê 100 ton bombe bi ser çiya, banî û gundên me da dibarîne, însanên me dikujin û ji aliyê din da jî em xwe bi xwe bi hev ketine, hevûdu reş dikin.
Ez nizanim çi bibêjim û kê rexne bikim, kê rexne nekim. Hema Xwedê aqilekî bide PKKê û siyasetmedarên vê siyasetê dimeşînin.
Meriv naçe di garanê da xwe li golika xwe naboqîne...
Tişt nema PKKê çûye boriyên petrola Kurdistana başûr teqandiye. Ez nizanim ev çi aqil e, ev çi siyaset e?
Petrol ya kurda ye, ewê çi zirar bigihîje Tirkiyê! Belovacî wê ewê kêfa wan were. Di rojeke wih da kurd bi hev kevin, zirarê bidin hev ji tirkan ra baş e. Jixwe ew jî li tiştekî wiha digerin, dixwazin kurdên başûr û bakur werin hemberî hev, li hemberî Tirkiyê nebin yek.
Gelşên nabêna me çi bin jî dibê ne bi zorê û sabotajan, bi diyalogê, bi danûstendê werin çareserkirin.
Îro li hemberî vî neyarê xedar ji her kesî bêtir PKK motajî hevkariyê û tifaqê ye, lema jî dibê li hemberî PDKê û kurdên başûr siyaseteke dostane û avakir bimeşîne. Dijminatî, reşkirin malwêraniya me hemûyan e.
Ez ketime bextê we, dev ji neyartiya hev berdin, roj roja hevkriyê û tifaqa netewî ye…

XXX
Yaho li Tirkiyê ”profesor”, ”alim” û siyasetmedarên şerxwaz û neyarên kurdan hewqas pir in, hewwqas pir in, aqilê meriv disekine. Bawer bikin wek xerzê kulî ne. Ji sedî nodûnehê wan jî vala, nîjadperest û fassîst in.
Bi dehan kanalên telewîzyonan her şev ji van ”profesor”, ”alim” û siyasetmedarên vala, bêmistewa çend heban tînin studyoyên xwe û bi saetan gotinên vala dikin.
Pisporî û xusûsiyeta hemûyan nîjadperesetî, panturkîzim û neyartiya kurda ye.
Rast, çep, dîndar, lîbelar mişterekiya hemûyan dibê kurd li tu derê nebin xwedî maf û desthilat, li tu beşekî Kurdistanê ji bindestiyê xelas nebin û nebin xwedî dewlet.
Û bi kîjan rê û metodan dewleta tirk dikane rê li ber azadbûn û dewletbûna kurdan bigre.
Hemû tirk, dewlet, milet , herkesî daye dû kurdan, herkes 24 saetan wek tajiyê li pey nêçîrê li pey kurda ye…

XXX
Dewleta Erdogan û Davutoglu li Kurdistana başûr dîsa xwîna kurdan herikand, li gundê Zergele 10 jin û zarok û xelkê siwîl bi bombeyan qetil kirin. Tiştê Erdogan û Davuoglu dikin teror e, sûcê li hemberî însaniyetê ye.
Ez vê qetlîama dewleta tirk ya hovane şermezar dikim.
Bimre teror û hovîtiya dewleta tirk, bijî biratiya kurdan.



XXX
Gelî dîndarên tirk, ma xwîna zarokên filistînî ji xwîna zarokên me sortir û bi qîmettir e?
Çima qetilkirina zarokên me jî tesîrê li ûjdanê we nake?


Gava zarokekî filistînî tê qetilkirin li Tirkiyê dîndar û misilman xwe perçe dikin, kevir û kuçikan li dewleta Îsraîl dibarînin, lê dema balafirên tirk li gundê Zergelê dê û geda(zaroka) di himêza wê da perçeperçeyî dikin her kes xwe kerr û lal dike, medya tirk xebera qetlîamê jî nade.
Heger yê tê kuştin kurd be, zarok be jî ne mihîm e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE