15 augusti 2015

Ez dibêjim mêrik rast gotiye



Sosyologê fransiz Alaine Tourain, di hevpeyvîna xwe da gotiye,



” Tirkiye ji Kurdistaneke mezin ditirse.  Lê berî ku hûn bipirsin ez bibêjim. Ez bawer nakim ev krîz Kurdistaneke mezin bi xwe ra bîne. Ji ber ku hebûna kurdên li Tirkiyê pir esas e. Kurdên Sûriyê jî kurdên Tirkiyê taqîp dikin. Kurdên Îranê bi temamî di bin kontrola Îranê da ne. Li ortê tevgereke kurd ya serxwebûnxwaz ya xurt tuneye. Ya din jî di mesela yekîtiya kurdan da jî dibê meriv zêde ne umûdwar be. Kurd qebîleyên cihê cihê ne. Texmînkirina kapasîteya wan ya miletbûnê zor e.”

Bi dîtina min di van gotinên Alaine Tourain da para rastiyê pir e. Jixwe heger em ne perçeperçeyî û eşîr eşîr bûna, kapasîteya me ya miletbûnê hebûya em îro ne bindest bûn, em jî nuha xwedî dewlet bûn.
Û mixabin me hîn jî ev qonax li pey xwe nehîştiye, em hîn jî bi temamî nebûne milet. Hema meriv bala xwe bide dijminatî û şerê nabêna serok û partiyên me, meriv bi rehetî vê yekê dibîne.
Partiyên me yên herî xurt, yên herî bi hêz, yên ku ewê pêşengiya tevgera serxwebûnê bikin ji neyar bêtir neyarên hev in, di her warî da ji neyar bêtir şerê hev dikin.
Eşîran reng guhertiye, êşîrên do bûne partiyên îro û serokeşîr jî bûne serokên partiyan.
Herçiqas navê wan partî û siyasetmedar û lîder bin jî, lêbelê dîtin û ferast neguherî ye, hîn ya eşîrtiyê ye, her partî wek eşîrekê hereket dike, neyartiya eşîra din dike.
Lema jî di mesela netewî da li hev nakin, yekîtiyeke netewî çênakin. Ji berjewendiyên netewî bêtir, li berjewendiyên partiya xwe, yanî li nav û berjewendiyên eşîra xwe difikirin û li gorî wê tevdigerin.
Berê her serokeşîrekî dengbêj, çîrokbêj, xulam û bekoewanê wî hebû, îro rojnemeyan, telewîzyonan û medyaya sosyal dewsa wan girtiye, herkes pesnê eşîra xwe û serokeşîrê xwe dide û bi ruh û can neyartiya eşîra(partiya) din dike.
Heta ku rewşa me ev rewş, partiyên me ev partî û siyasetmedar û serokên me jî ev evserok bin, wek  Alaine Tourain jî gotiye ewê ji me tu quzulqurtek hasil nebe.
Yanî krîz çiqasî mezin be jî ewê Kurdistaneke mezin jê dernekeve. Ji bo ku em kanibin ji vê krîza mezin feydeyekê bibînin berî hertiştî dibê yekîtiya xwe ava bikin, dibê em dev ji neyartiya hev berdin, dibê ajan-provaktorên wek Bakî Gul û bi sedan yên wek wî di nava xwe da nehêlin. Xêra hev bixwazin, destê biratiyê dirêjî hev bikin. Û bi riya medyayê dev ji neyartiya hev berdin, buhtanan li jev nekin…
Tu milet bêyî yekîtiyeke netewî rizgar nebûye û nebûye xwedî dewlet. Heger em dixwazin Kurdistanê bibînin dibê em yekîtiyê biparêzin û partî û serokên din xayin û dijminê xwe nebînin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE