06 augusti 2015

Ev pêşketineke baş e

Ev çend car in di cenazeyên leşkeran da malbatên leşkeran êrîşê dibin ser hukûmetê û ji Erdogan ra dibêjin tu lawê xwe bişîne şer.
Ev fenomeneke nuh e, berê tiştên wiha qet nedibûn. Lê wa ye nuha dibe, malbatên leşkerên hatine kuştin li dijî şer nerazîbûnên xwe nîşan didin, hukûmetê rexne dikin. Ev tiştekî baş e, heger şer raneweste û mirin zêde bibin bûyerên wiha jî ewê zêde bibin.
Berê di her cenazeyî da şîar "kahrolson PKK/bimre PKK" bû. Lê di vê vîdeoyê da şîar, "Erdogan tu lawê xwe bişîne şer" e!
Ev tiştekî nuh e, dijayetiya şer di nava tirkan da belav bibe baş e.

XXX


Weleh îro em baş westiyan. Xanim û lawê xwe Rojen ketin hewşê û paqijiyeke baş kirin. Çironekên me xetimî bûn, Rojen wek şêra ji me ra çironek paqij kirin. Û dû ra jî ew û diya xwe bi dara gilyazê da hilperikîn, gilazên bûyî top kirin.
Îsal dara me baş gilayaz girtibû. Ez bawer dikim 4-5 kîlo jêkirin. Berê jî xanimê hinek jê kiribûn.
Xanim sibe ewê ji me ra bike reçel. Em hersal çend şûşe reçel jê çêdikin û para zarokan jî didinê.
Piştî dara giliyazê baş rûçikandin, berê xwe dan darên mêwê, îcar pel jêkirin.
Di hewşê da du darên me yên mêwê (tirî)hene, em jê tirî naxwin lê belê pelên me li ser in. Xanim hercarê tibabek pel jê dike û ji me ra pelê pêçayê çêdike. Pelên teze ne wek yên selamora ne, pir lezîz in…
Dema ew bi van karan da ketibûn, min jî masî ji wan ra avêt firnê û zeleteyekî firingiya jî li ber çêkir.
Min îcar ava îsotên tûj di masî da û dû ra avêt firnê. Ev îcad û reçeteyeke min ya nuh e, xanim matmayî ma, got çi tûj bûye...
Hertim eynî reçete nabe, dibê meriv carnan tiştê nuh biceribîne efendim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE