07 augusti 2015

Ev derew jî heta vir...


 Li gorî xebera rojnamevanê rojnameya The Huffington Post Ryan Grim, serokê Emerîkayê Barack Obama ji tirkan ra gotiye, “di bin nave şerê li hemberî Daîşê da kurdan bombebaran nekin.”
Ev beyana Obama jî nîşan dide ku emerîkî ji êrîşên ser kampên PKKê aciz in, li dijî êrîşên Tirkiyê ne û vê nerazîbûna xwe jî didin der.
Esas ji destpêka êrîşên Tirkiyê da ye Qesra Spî sinyalên bi vî awî dide, şerê Tirkiyê yê li hemberî PKKê û PYDê rexne dike.
Bi peymana ...Încirlikê ya bi Emerîka ra tirkan gotin fersend ev fersend e, di bin xêliya Daîşê da emê li PKKê xin.
Tirk wiha ne, elimî ne derew, xapandin û firildaqan. Sozekê din Emerîka, dibêjin ewê li Daîşê bidin, lê di praktîkê da bi hemû hêza xwe êrîşê dibe ser PKKê.
Lê xelk ne kor e, dawiya derewan zû tê û çira virekan jî tu carî heta sibê vêketî namîne.
Piştî cend rojan dinya alemî dît ku şer û operasyonên li hemberî Daîşî derew e, sanaryoyeke Erdogan û Davutoglu ye. Şer jî û operasyon jî li dijî kurda ye. Heta nuha bi sedan kurd girtine bin çavan.
Her roj bi tonan bombe bi ser Qendîlê da dibarînin.
Yanî derewa wan li dijî Daîşê dest bi operasyonan kiriye zû îfşa bû. Nuha ewê çi derewê bikin, çi dolabê bigerînin ne diyar e. Lê miheqeq ewê planeke din têxin dewrê. Çimkî halîhazir ne mimkûn e dev ji hevalbendiya Daîşê berdin.
Li alî din ne emerîka tenê, serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev jî do êrîşên Tirkiyê yên ser mewziyên PKKê rexne kir û got, “êrîşên Tirkiyê yên ser Kurdistana Federe li dijî huqûqa dewletan e.”
Dîsa Yekîtiya Ereban jî di civîna xwe da êrîşên Tirkiyê yên ser Kurdistana Federe rexne kir. Sekreterê Yekîtiya Ereban Nebîl El Arabî, di beyaneke xwe da got, “Yekîtiya Ereban bombebaranên Tirkiyê taswîp nake û dibê Anqere hurmetê nîşanî serweriya Îraqê bide.”
Îranê jî wê rojê êrîşên Tirkiyê yên ser PKKê rexne kir û got viya ne karekî biaqil e û piştgiriya Daîşê ye.
Yanî li der û li hundur herkes hokabaziya Erdogan-Davutoglu dibîne û êrîşên Tirkiyê ser kurdan û mewziyên PKKê bi tundî rexne dike.
Yanî ev derew jî heta vira ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE