12 augusti 2015

Derw ne bi pera ye

Musteşarê wezîrê karûbarê derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sînîrlîoglu, gotibû ”Tirkiyê û Emerîka ji bo ku li ser sînorê Sûriyê herêmeke ewle ava bikin li hev kirine.”
Yanî ji bo ku Tirkiye têkeve axa Kurdistana rojava û li wir leşkerê xwe bicî bike bi Emerîka ra li hev kiriye.
Berdevkê wezareta karûbarê derva yê Emerîka Mark Toner, di civîna çapemeniyê da ev îdîa Sînîrlîoglu red kir û got, ”li ser herêma ewle bi Tirkyê ra tu peymaneke me tuneye. Me bi Tikriyê ra yek peyman çêkiriye û ew jî bi şerê li hemberî Daîşê ra sînorkirî ye. Balafirên hevpayman ji bo êrîşên hewayî ewê Încîrlikê li dijî Daîşê bikar bînin….”
Bi qasî ku xuya dike Ferîdûn Sînîrlîoglu derewan dike û bîrûraya giştî dixapîne.
Lê nêta Erdogan û Davutoglu pir heye têkevin Kurdistana rojava û rê li ber yekbûna ”kantonên” Efrîn û Kobanê bigrin. Û ji bo ku meşrûîyetekê bidin vê siyaseta xwe dixwazin tirkmenên di nava Artêşa Sûriya Azad da bikar bînin. Dixwazin van grûban wek ku ew li dijî Daîşê ne li ser sînor bicî bikin. Lê ev hemû lîstik û planên Erdogan in, tiyatro ye. Armanc Kobanê û Efrîn nebin yek.
Bes Emerîqa mizmiziyê dike, piştgiriyê nade vê daxwaza îşxala wan.
Esas dixwazin li PYDê jî bidin, lê Emerîka nuha îtîrazî vê jî dike. Gelo li gel vê îtîraza Emerîkayê jî ewê biwêrin êrîşî PYDê bikin ya na, ne diyar e. Erdogan her roj ankêtên kar û zirarê dide çêkirin. Heger şer, êrîşa ser PYDê rayên AKPê zêde bike ewê texsîr nekin. Lê hemû anket eksê vê nîşan didin, heta di hilbijartineke pêşwext da şer dikane rayên wan kêm û yên HDPê zêde bike.
Yanî Erdogan hîn biryara xwe tam neda ye....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE