03 augusti 2015

Bindestî zor e birano !

Di vê germa havînê da ev hefteyeke cenazeyên 13 zarokên kurd di TIRekê da li ber deriyê sînorê Xabûr tê payin, bi emrê Davutoglu teslîmî dê û bavên wan nakin.
Di 40-50 derece germiyan da piştî hewqas roj cenaze nuha genî bûn û rizyan. Ji roja pêşî da ye malbatên cenazeyan û bi hezaran kes li ber deriyê sînor hewil didin miriyên xwe bigrin, dê bav û digrîn, dikin qîrîn û hawar, dibêjin cenazeyên zarokên me bidin!
Lê ev dewleta zalim cenazeyan nade malbatên wan…
Ez bawer nakim însaniyetê heta nuha zulmeke, bêûjdaniyeke, nemiroviyeke wiha dîtibe?
Heta nuha yek kurdekî AKPê, yek parlamenter û wezerîkî AKPê yê kurd li dijî vê zulma hukûmetê derneketiye û ji AKPê îstîfa nekiriye…
Ev jî nîşan dide ku bê ev kurdên AKPê çiqasî pîs bûne, çiqasî bûne neyarên qewmê xwe….
HDPê jî heta nuha tiştekî cîdî nekiriye, dibê hemû parlamenterên wê biçûyana xwe li deriyê sînor biqelibandina û dawî bidana vê zulme nedîtî.
Dibê kurd vê bêdengiya HDPê jî bi tundî rexne bikin.
Ez vê bêdengiya HDPê şermezar dikim...

XXX
Qet li vir û li wir li berpirsiyarên şer negerin, bepirsiyarê şer Erdogan e, ji ber ku wî wiha xwest, wiha bû. Dewlet û milet jî li piş wî ye, ew jî bi xurtî piştgiriya şerê wî dikin. Ev vekirî ye.
Ez tiştekî ji Davutoglu ra nabêjim ji ber ku ew kûkla ye, pepûkekî di bin destê Erdogan da ye. Lema jî ez wî tune dihesibînim.
Erê li Tirkiyê xwedêgiravî hukûmet û dewlet heye, lê bi nav heye. Hukûmet jî, dewlet jî Erdogan e.
Çimkî Erdogan dewletê wek padîşahekî îdare dike. Heger Erdogan bixwaze sibe şer radiweste û hevdîtin dest pê dikin. Lema jî dev ji dîtina sûcdarên din berdin. Sûc yê Erdogan e.
HDPê, PKKê tu şaşî nekirine…
2015-08-02

XXX
Tirk piştgiriya dewleta xwe dikin, ji bo ku li hemberî kurdan şer bikin bi hezaran miracaetî leşkeriyê kirine. Û yên me jî gav û saetê bi hustuxwarî ”barişê/aştiyê” dixwazin.
Birayên delal, jixwe kurdan tu carî şer nexwestine, yên kurd mecbûrî çek û şer kirine aliyê tirk e, dewleta tirk e. Lema jî ji kurdan bêtir dibê tirk aştiyê bixwazin, dibê ew dev ji şer berdin.
2015-08-02

XXX
Îbrahîm Sediyanî gotiye:
”43 salî me, li 26 welatan geriyam, min ji 5 dînan û 50 fikrî însan nas kirin, min gurûhek(grûpek, civatek)wek îslamiyên/dîndarên tirk virek, mufterî û bêexlaq nedît."
Sediyanî di nava vê ”gurûhê” da mezin bûye, wan ji nêz ve nas dike. Lema jî ezbere napeyive. Tiştê gotiye rast e lê kêm e. Îslamiyên tirk, ji van sifetên Sediyanî li pey hev rêzkirine pir û pir adîtir in. Di tu ferhengê da sifetekî wan tarîf bike tuneye. Bi îdeolojiya xwe faşîst û nazîst in, ev eşkere ye…
2015-08-02



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE