28 augusti 2015

Ankêtên derewan dest pê kir

Bi girtina biryara hilbijartina dubare(pêşwext)ra şerê psîkolojîk û ankêtên derewan jî dest pê kir.
Xwedîgiravî li gorî anketa ORC Araştirmayê piştgirî û rayên Erdogan û AKPê û CHPê zêde dibe û yê HDPê û MHPê jî kêm dibe.
Jixwe sebebê îptalkirina hilbijartina 7ê hezîranê jî ev e, dibê HDPê û heta heger mimkûn be MHPê jî di binê barajê da bihêle û bi vê riyê AKPê bi tena serê xwe cereke din bîne ser hukim û dû ra jî Erdogan wek Seddam Husên û Esed bike serokkomarê ebedî.
Li gorî anketa ORC Araştirmayê ku di nabêna 22-25ê tebaxê(axustosê)da li 34 wîlayetan bi 2 hezar û 450 kesî ra kirine piştgiriya ji bo serokkomariya Erdogan zêde dibe.
Li gorî derewa ankêtê ji sedî 53.1ê beşdaran gotine heger îro hilbijartin çê bibe emê rayên xwe bidin Erdogan. Yên gotina emê rayên xwe nedin Erdogan ji sedî 38 e.
Erdogan di hilbijartina serokomariyê da ji sedî 51.79 ray girtibû. Yanî îcar ewê rayên xwe hinekî din jî zêde bike. Û jixwe dibê wisa be, sanaryo ji alî Erdogan ve wisa hatiye hazirkrin.
Di anketê da tiştekî din yê xerîb e piştgiriya şerê Erdogan yê li hemberî kurda ye. Li gorî vê anketa derewan ji sedî 84.9ê beşdaran piştgirî dane şer û operasyonên li hemberî kurdan. Yanî tiştê Erdogan dixwaze û diparêze…
Çi xweş, çi xweş, tam tiyatro.
Bi dîtina min anketên bi vî rengî hemû vir in, zemîna şerê li hemberî kurdan xweş dikin. Erdogan ji wan çi dixwaze ew jî wiya dibêjin.
Erdogan biryara xwe daye AKPê careke din bi tena serê xwe bike îktîdar û ew jî bibe serokkomarê Tirkiyê yê ebedî.
Ji bo ku bigihîje vê armanca xwe dibê HDPê û heta belkî MHPê jî di binê barajê da bihêlin. Lê HDPê hey ewê di binê barajê da bihêlin. Biryara Erdogan ev e.
Bi baweriya min ewê viya bikin û ev mimkûn e. Çimkî hemû îmkanên dewletê di destê wan da ye. Bi van îmkanên dewletê gelek tiştên em nuha qet bîr nabin ewê bikin.
Ya din Kurdistan jixwe wa ye dişewite, herder bûya qada şer. Di rewşeke wiha da kurd nikanin careke din bi ser kevin. Pir û pir zor e.
Li alî din ewê MHPê perçe bikin û jixwe wa ye kirin jî. Û hemû partî û hêzên faşîst û dîncî û bi îhtîmaleke mezin Partiya Saadetê jî li dora xwe kom bikin.
Li hemberî kurdan îqnakirina van hêzên faşîst û dîncî pir hêsa ye, bi çend kursiyan hemûyên herin ber nigê Erdogan. Jixwe ji nuha da hemû piştgiriyê didin dewleta xwe.
Berê jî min çend caran got, kes nikane bi rehetî îktîdarê ji Erdogan bistîne, ev vekirî ye.
Mêrik Emerîka, Yekîtiya Ewrûpayê, kurd, PKK, demokrat û lîberalên tirk, Cimata Gulen, artêş(ordî)hemû xapandin, hemû jî li ser tiliya xwe da lîstikandin.
Bi texmîna min di vê hilbijartinê da jî Erdogan ewê wek dîkê spî dîsa li karê derkeve û dîsa wek xwe bike.
Anket çi dibêjin bira bibêjin ji bo wî qet ferq nake, wî biryara xwe daye, bi vê hêza dewletê nuha di destê wî da ye ewê hemû mixalifên xwe û bi taybetî jî tevgera kurd bipelixîne.
Îcar evê heta ku here, ewê li ku bisikene, dema HDP û MHP di binê barajê da bimînin ewê çi netîceyê bi xwe ra bîne ez nizanim, bes pêşeroj bi min pir tarî xuya dike.
Hêvî dikim mucîzeyek çê bibe û ev texmînên min yên reşbîn hemû şaş derkevin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE