31 augusti 2015

Heger Mîroglu ”ronakbîrekî kurd” be wê demê hevkarên dewletê kî ne?


Kekê Kemal Burkay, di nivîsa xwe ya Kurdistan Aktuelê da ji bo ”Orhan Mîroglu û Muhsîn Kizilkaya” gotiye ”ronakbîrên kurd yên muteber, rêzdar"
Ev herdu kes jî parlamenterên AKPê ne û AKP jî hukûmet e, dewleta Tirkiyê îdare dike. Û Kurdistan jî di bin îşxala vê hukûmetê û dewletê da ye.
Yanî li gorî birêz Burkay, meriv dikane him hevalê dewletê be, him birêvebirê îşxala welatê xwe be û him jî ”ronakbîrê kurd yê rêzdar” be!
Ecêba giran, li dinyayê tiştê wiha jî dibe?
Min heta nuha nebihîstiye kurdên başûr ji kurdên hevalbendên Seddam û hukûmetên Bexdayê ra gotine ”ronakbîrên kurd yên rêzdar”!
Navê wan ”cahş” bû.
Lê li ba me kurdên bakur tu sînor mînor nemaye, gelekên me hevkarên dewletê jî wek ”ronakbîrên” kurd dibînin. Çimkî asîmîlasyonê, kemalîzmê, siyaseta ”biratiya” tirk û kurdan malik li me şewitandiye, em ji kesên di nava refên neyarda ne jî kurdperwer dibînin û ji wan dibêjin ”ronakbîrên kurd”.
Ma hevkarî(îşbîrlîkçî tî)û zilamtiye dewletê tenê bi çekan dibe? Bi baweriya min meriv dikane bi qelemê jî, bi dev jî û bi siyasetê jî bibe zilamê dewleta tirk.
Heger Orhan Mîroglu û Muhsîn Kizilkaya hîn jî "ronakbîrên kurd yên muteber bin", wê demê hevkarên(îşbîrlîkçiyên)dewletê kî ne, mirovên çawa ne?

NOTEK MUHÎM:
Ilias Arian Shaddadi Kak Zinarê Xamo, ew nivisa Kemal Burkay ku te ew hevok jê girtiye di 27ê Tebaxa 2012'de hatiye wesandin. Wê demê Kizilkaya û Miroglu ne endam û ne jî Nwenêrên AKPê bûn. Lê Dengir Mir yek ji demezirêner û cigirê serokê AKPê bû. Gelo em wî çawa navbikin?

Zinarê Xamo Weleh min nizanîbû, min wek nivîseke nuh dît. Ev kêmasiyeke min ya mezin e. Pir baş bû te nivîsî. Belkî Burkay ji bo wan nuha wisa nafikire. Ji ber vê şaşiya xwe ez ji Burkay LêBORîNê dixwazim.
Lê kesên Mîroglu û Kizilkaya hîn wek ronakbîrên kurd dibînin pir in.
Û mesela Dengîr.
Însan diguherin, baş jî dibin, xerab jî dibin. Dema baş e, tiştê baş dike dibê meriv bibêje baş e û dema xerab e, hevalê neyar e dibê meriv bibêje xerab e. Mesela Mîroglu û Kizilkaya jî demakê nezî PKKê bûn.
Dema Dengîr bi AKPê ra bû min ew rexne kir û gava jê veqetiya jî min baş dît.



XXX
Elî Begê Şêrzad şehîdekî bajarê Bokan yê pir hêja ye, di Komara Kurdistanê da cîh girtiye Di sala 1947a li bajarê Bokan ji alî şahê Îranê ve hatiye îdamkirin.
Di dema îdamê da li ber darê sêpiyê vegeriyaye ser gel û bi qîrîn ev herdu bendên vê şiîra jêrîn bi farisî xwendiye.
Ceng Sagniç ew kiribû tirkî, min jî ji tirkî wergerand kurdî.
”Wê roja ku min xwe li ber dara sêpiyê mirî dît
serê min tîk,
min alem di bin nigê xwe da dît.”
///Elî Begê Şêrzad





Erdogan Tirkiyê gav bi gav dike Sûrî

Tiştê kanibe terora Erdogan û Davutoglu ya li hmberî miletê kurd rawestîne êdî ne berger, heyran û qurban e, zor e, devê tivinga mor e.
Ew guh nadin rica û gaziyên aştiyê. Mêrik wa ye dîsa gotiye heta "terorîstek bimîne ewê operasyonên xwe bidomînin."
Ji bo Erdogan rojê bi dehan kurd, leşker û pûlis hatine kuştin qet ne muhîm e, ya muhîm tasfiyekirina tevgera kurd û HDP ye. Û îktîdara AKPê ya bi tenê ye. Ji bo ku AKPê bi tenê bîne ser hukim ewê hertiştî bikin.
Mixabin wisa xuya dike...

XXX
Erdogan gotiye: Artêş û wezîrê karûbarên hundur ewê her tedbîrê bigrin, tiştê di 7ê hezîranê da qewimî ewê di 1ê mijdarê da neqewime.
Ev jî tê wê maneyê ku di 1ê mijdarê da ewê nehêlin HDP barajê derbas bike. Jixwe min berê jî gotibû îcar ewê HDPê di binê barajê da bihêlin
Wekî din ne mimkûn e AKP bi tena serê xwe were ser hukim. Dibê HDPê di binê barajê da bihêlin.


Bi dîtina min tiştekî wiha bikin ewê ji bo kurdan baştir be. Wê demê belkî PKK dev ji siyaseta ”partiya Tirkiyê” û tirkiyebûnê berde. Dibê em kurd bibin xwediyê partiyên netewî û bi zelalî, bi rengekî herkes fêm bike doza statueyeke siyasî bikin.

XXX
-Minaqaşeya bi yekî ku bikaranîna mantix red dike, dişibe tedawiya dermankirina termekî/cesedekî.
///Thomas Paine

XXX


Erdogan, Tirkiyê û Kurdistanê gav bi gav dike Sûrî. Wiha dom bike piştî çend mehên din Kurdistana bakur jî dibe Sûriyek nuh.
Qetlîamên her roj li Kurdistanê dibin, terora li hemberî xelkê sivîl tê meşandin û beyana serfermandarê nuh yê artêşa tirk Hulusî Akar ya 30 agustosê
îşaretên vê felaketê ne...

29 augusti 2015

Ma Erdogan çi xerabî bi kurdan nekiriye ku?




Parlamenterê AKPê yê Mêrsînê Muhsîn Kizilkaya di twitteke xwe da gotiye:
-Recep Tayyip Erdogan çi xerabî bi kurdan kir ku hûn hewqasî neyartiya wî dikin?
Rebeno ji ber ku hevakrê neyar e, ji ber ku şiûra netewî pê ra tuneye serokê dewleta tirk, dewleta welatê wî îşxal kiriye û gelê wî jî ji xwe ra kiriye kole bêsûc, pir û pak dibîne.
Ji ber ku bûye zilamê neyar û ji ber ku zanîn û şiûrekî netewî pê ra tuneye başî û xerabiya Erdogan dike şexsî, Erdogan bi xerabên berî wî  ra miqayese dike û dibêje yê herî baş ew e, kurd çima dijminatiya Erdogan dikin?
Malneket, ma tu nabînî welatê te di binê îşxala dewleta Erdogan da ye!
Ez nizanim Erdogan ewê hîn bi kurdan çi xerabiyê bike ku?
xelek bi zor donimek erdê meriv, xaniyekî ji meriv bistîne meriv 77 bavan pê ra neayrtiyê dike.
Yaho Erdogan welatek ji me stendiye, em kirine koleyên dewleta xwe tu hîn jî dibêjî ”kurd çima dijminat Erdogan dikin?
Ma tu dibêjî bira hemû kurd wek te bibin zilamên Erdogan, herin perûyan(xelatan)pêve kin?
Erdogan serokê dewleta tirk e û Kurdistan jî di bin îşxala Tirkiyê da ye.
Ma ev yek tenê ne bes e ku ez, tu û hemû kurd ji Erdogan û ji hemû berpirsiyarên dewleta tirk hez nekin, li dijî wan bin?
Ma ji bo yekî wek te ne şerm e ku pirseke wiha bike, bibêje çima hûn ji Erdogan hez nakin?
Miletê kurd, gelê te bindestê dewleta Erdogan e.
Kurd wek milet, wek grûp ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar in, hebûna kurdan bi rengekî resmî, di qanûnan da nayê qebûlkirin.
Kurd li welatê xwe ji alî tirkan ve, bi polîs, leşker û qanûnên tirk ve tên îdarekirin.
Kurd bi darê zorê diçin leşkeriya tirk.
Kurd bi darê zorê bi zimanê tirkî perwerde dibin.
Bi hezaran kurd ji ber ku gotine em kurd in, welatê me Kurdisan e û em mafên xwe dixwazin di zindanên dewleta Erdogan da dirizin.
Bi milyonan kurd ji ber teror û xezeba dewleta Erdgon reviyane, li çiyan e.
Li kuçe û kolanên bajarên Kurdistanê her roj çend zarokên kurd ji alî polîs û leşkerên dewleta Erdogan ve tên kuştin. Erdogan van qumandarên xwe pîroz û xelat dike.
Balafirên dewleta Erdogan rojê bi tonan bombe bi ser serên zarokên kurdan da dibarînin. Gelekên wan xizmên te, gundiyên te ne.
Erdogan bi destê çete û qatilên xwe yên Daîşê gund û bajarên kurdan wêran kirine û her roj xwîna bi dehan keç û lawên kurd diherikîne.
Muhsîn Kizilkaya wek kurdekî newêre li ber Erdogan navê welatê xwe hilde.
Di nasnameya kurdan da tirk dinivîse.
Navê Kurdistanê, ala kurd, hemû sembolên kurd ji alî dewleta Erdogan ve bi qanûnan hatine qedexekirin. Û Erdogan berdewamiya van qenûnan hemûyan diparêze, naguhere, daxwazên guhertinê red dike.
Erdogan dibêje ”êdî li Tirkiyê mesela kurd tuneye” û min hertişt daye kurdan. Kurd jî wek tirkan xwediyên eynî mafan in.
Ma ev rast e?
Ma ev ne vireke mezin e?
Ma tu wek Muhsîn Kizilkaya diwêrî ji vê derewa mezin ra li ruyê Erdogan bibêjî ev derew e, tirk û kurd ne xwediyên eynî mafan in?
Erdogan hertim dibêje ”yek dewlet, yek welat, yek milet, yek al, yek ziman” û ezê ne hêlim welatê min perçe bibe!
Ma ev gotinên Erdogan qet bi te zor nayê?
Ma ev gotinên Erdogan ne bes e ku kurd ji Erdogan hez nekin û dijminatiya wî bikin?
Heger kurd ewê dijminatiya serokê Tirkiyê nekin, ma ewê dijminatiya bekçiyê tirk bikin?
Erdogan dibêje ”miletê min yek û zimanê miletê min jî yek e û ez qebûl nakim kurd bi zimanê xwe perwerde bibin.”
Ma ev ne bes e ji bo kurd neyartiy Erdogan bikin?
Ez nizanim hîn Erdogan ewê hîn kîjan xerabiyê bi kurdan bike ji bo ku tamara xîretê û ûjdan di Muhsîn Kizilkaya hilê û van xerabiyên Erdogan bibîne?
Ma dibê Erdogan jî wek polîsekî basît li qereqolan jopan di qûna kurdan ke û guyê wan bi wan bide alastin?
Helbet Erdogan viya nake û nekirye jî.
Erê Erdogan vî karî nake, bi şexsê xwe naçe li Diyarbekrê kurdan jop nake, wan nakuje...
Lê polîs û leşkerên Erdogan vî karî pir baş dikin.
Erdogan Tirkiyê îdare dike, serfermandarê artêşa Tirkiyê ye û Kurdistan, welatê te (tabî heger tu Kurdistanê ji xwe ra wek welat qebûl dikî)di bin îşxala artêşa Erdogan da ye.
Ma yê dewleta tirk sewq û îdare dike, yê polîs û zabitên herî faşîst, herî neyarên kurdan dişîne Kurdistanê ne Erdogan û dewleta wî ye?
Lê diyar e Kizilkaya vanan yekî jî wek xerabî nabîne.
Bêyî kurdan siyasetmedarê tu miletekî din ji bo serokê dewleta welatê wî îşxal kiriye pirseke wiha ji gelê xwe nake nake.
Tenê kurdek dikane pirseke wiha bike.
Ma mimkûn e ku siyasetmedarekî filistînî ji bo serokekî dewleta Îsraîl yê herî baş ji gelê xwe pirseke wiha bike?
Serokê dewleta îşxalkar çiqasî baş be jî heta azadiya me nede me hezkirina wî ne karê me ye.
Ma mimkûn e filistîniyek, erebek hewqasî ji serokkomerekî Îsraîl hez bike?
Bêguman ne mimkûn e.
Tenê kurdek, tenê siaysetmedarekî kurd dikane hewqasî bêşiûr be û biwêribe hewqasî eşkere ji neyarê xwe yê herî mezin hez bike….

Kurdên başûr pir heyranê Tirkiyê û tirkî ne...


Tiştekî pir ecêb e, kurdên başûr, ya jî bajarî, siyasetmedar û ronakbîrên başûr bi piranî heyranê Tirkiyê û tirkî ne. Gava meriv silavê dide wan bi tirkî silavê li meriv vedigerînin, ya jî gotineke bi tirkî dibêjin.
Yanî çi ye çi ye, ez çend gotinên bi tirkî zanim…
Do ne pêr li dereke Stockholmê ez rastî Nasir Rezazî hatim. Min silav lê kir û xêrhatin dayê. Çend kesên din jî pê ra bûn. Rezazî, ez bi wan dam nas kirin, yekî tavilê ji min ra got “merheba nasilsin?”?
Ez dîn bûm!
Fena ku ji min ra xeberan bide!
Çar sal berê li Kurdistanê jî çend caran eynî tişt hat serê min, şofêrê texsiyê, dikandar bi min ra bi tirkî peyivîn. Û min jî bi bi erebî bersîva wan da û bi wan ra minaqaşe kir.
Bi qasî ku min dîtiye kurdên başûr, gelekên wan heyranê Tirkiyê û zimanê tirkî ne û li hember tirkan bi kompleks in. Li hemberî ereban ne wisa ne, lê hezkirina tirkan di dilê wan da pir xurt e.
Heta wek kurdekî bakur gava meriv li ba wan li nigê tirkan dixe, davêje ji tirkan da fena ku bi wan qet xweş neyê…
Asîmîlasyona tirkan ji ya erebab bêtir ew kedî kirine…
Bi baweriya min siyasetmedar, ronakbîr û bajariyên başûr gelkî dixwazin em kurdên bakur tunebûna û ew û tirk bi hev ra wek bira bijiyana.
Çimkî yên îşê wan xera kiriye kurdên bakur in, me nabêna wan û birayên wan yên tirk xera kiriye...
Çi heyf, çi heyf....

Bira Kurdistan çê be bira wek Tirkiyê ya jî wek Îranê be...




Tu dîktator, tu dîktatorî, tu rejîm ne ebedî ye. Rojek tê dîktaror û û rejîma wî têk diçe û hinekên din tên ser hukim.
Jixwe di dîrokê da hemû dewlet di vê merheleyê ra derbas bûne. Çawa ku meriv çer ji diya xwe dibe nikane bimeşe, jê ra demek lazim e, dewlet jî wiha ne, ji wan ra jî demek û dîrokek lazim e.
Ya muhîm dibê welatekî meriv, dewleteke meriv hebe, rejîm, serok tên û diherin, li vê dinayyê tu tiştek, tu însan, tu rejîm ne ebedî ye.
Hemû dewletên Ewrûpa destpêkê padîşahî, dîktatorî û carnan jî faşîzim bû. Wan jî li meydanan serî difirandan. Wek îro ne xwediyê demokrasiyê bûn.
Lê rojek hat hemû bûn demokrasî, padîşah çûn û nûnerên milet hatin ser hukim.
Heger wan jî di destpêka da bigota, "em dîktatoran naxwazin, dibê demokrasî be" nuha ew jî wek me kurdan bêwelat, bêdewlet û bindest bûn.
Gava em tenê ”Kurdistaneke demokratîk û azad” bixwazin û li dijî hemû Kurdistanên din bin şaş e û Kurdistan çênabe…
Bira Kurdistan çê bibe kî çê dike bira çê ke, kî dibe serok bira bibe. Bira Ocalan be ya jî Mesûd Barzanî, ya jî Noşîrvan Mistefa, ya jî serokekî dîndar be, min qebûl e, ezê ne li dij bim û heta ezê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidimê.
Heger ne wiha be, heger herkes serokekî, rejîmeke li gorî îdeolojiya xwe bixwaze û li dijî her kesê û rejîma ne li gorî fikrê xwe be dewlet çê nabe. Jixwe sebebê ku heta nuha kurd nebûne xwedî dewlet jî ev e. Kesî kes qebûl nekire, her kesî gotiye ya ez ya jî şer…
Helbet ez dixwazim Kurdistaneke demokrasî lêl hebe, Kurdistaneke wek Swêd hebe û ez ji bo wê jî dixebitim.
Lê ev nayê wê maneyê ezê li dijî hemû Kurdistanên din bim.
Bira Kurdistan çê be bira destpêkê wek Tirkiyê, wek Îranê be, kî kanibe dewleteke wiha ji min ra çêke ezê alîkariyê pê ra bikim.



Meriv nebûbe milet nikane bibe xwedî dewlet…

Hin kurd dipirsin, dibêjin ”AKPê wek partiyeke dîndar çima wezîrtî neda parlamenterên HDPê yên dîndar, da parlamenterên tirk yên çep?”
Mimkûn e hin mulahezeyên siyasî jî hebin, lê belê sebebê wê yê esasî kurdayetî ye.
Ji ber ku ji bo Davutoglu û Erdogan tirkê herî pîs, ji kurdê herî baş çêtir e, komunîstê tirk ji dîndarê kurd sed qatî baştir e.
Û ne dîndar û faşîstên tirk tenê wiha difikirin, çep û komunîstên tirk jî hin îstîsna ne tê da wiha difikirin.
Esas ferdên her miletî wiha difikirin, yên ji qewmê xwe bêtir nêzî xwe dibîne, bêtir jê hez dike.
Tenê kurd ji ber ku totikvala, bêhiş û ji şiûra netewî bêpar in lema wiha nafikirin, lema aîdiyeta xwe ya siyasî, dînî û îdeolojîk di her qeyd û şertî da di ser aîdiyeta xwe ya netewî ra dibîne.
Û loma jî tirk dikutin me jî, gû bi be didin xwarin jî, gund û bajarên me wêran dikin jî, zarokên me yên 7 salî jî dikujin jî, hebûna me qebûl nakin jî lê em dîsa jî ji hevaltiya tirkan neqetin, em dîsa jî xwe dikin qurbana rast, çep, dîndar û komunîstên tirk.
Tu milet heta ku wek milet hereket nekiriye, heta ku wek milet xwe nedaye ser hev û berjewendiyên netewî di ser hemû aîdiyetên din ra negertiye nebûye milet.
Mesela ne mimkûn e di şerê Îsraîl û ereban da ereb eşkere hevaltî û piştgiriya Îsraîl bikin.
Di şerê faris û kurdn da faris alîkariya kurdan bikin.
Di şerê tirk û kurdan da tirk alîkariya kurdan bikin
Di şerê rûm tirkên Qibris da tirk alîkariya rûman bikin.
Di şerê arnawitên Kosova û sirban da arnawit alîkariya sirban bikin
Di şerê boşnak û sirban da boşnak alîkariya sirban bikin
Di şerê ereb û kurdan da ereb alîkariya kurdan bikin.
Miletê bûbe milet alîkariya neyarê xwe nake, alîkariya dewleta welatê wî îşxal kiriye nake.
Li cîhanê tenê kurd îstîsna ne, tenê kurd bi serbilindî hevalbendî û piştgiriya neyarê xwe dikin. Û ji viya jî qet şerm jî nakin. Civat jî vê cahşîtiya wan şerm nabîne.
Hukûmeta AKPê gundê wî, bajarê wî dişewitîne, merivên wî, gundiyên wî dikuje, ew hîn jî parlamenter û wezîrê AKPê ye, hîn jî ji Davutoglu ra dibêje ”birêz serokwezîrê me…”
Ev rebenî û cahiliya me nîşan dide.
Jixwe ji bo ku em hîn tam nebûne milet lema em nebûne xwedî dewlet jî.
Heger em tam bûban milet emê jî wek ereb, tirk û farisan bibûna xwedî dewlet.
Bala xwe bidin kurdên başûr, ma heger em milet bûna, heger bi me ra şiûrê netewî tekamul kiribûya, di rojeke wiha xeter da(herdem hebûna wan dikane ji ortê rabe) li hev wiha dikirin?
Bûne dewlet, dinya ji wan ra dibêje li hev bikin û serxwebûna xwe îlan bikin.
Lê ew dibêjin na, em dewleta Mesûd Barzanî naxwazin.
Mesûd Barzanî jî dibêje, wê demê em jî dewleta Goran û YNKê naxwazin…
Yanî meriv ne nebûbe milet nikane bibe xwedî dewlet…

Ji min ra bû derd!

Ji min ra bû derd, piştî hewqas teror, hewqas xwîn, kuştina zarokên 7 salî jî kurdekî, kurdekî dîndar ji AKPê îstîfa nekir û negot lawo ev çi zulm e hûn li gelê me dikin, êdî bes !
Maneya xwe bi kurdên AKPê ra êdî zereya kurdayetiyê û exlaq nemaye. Erdogan û Davutoglu çi bin ew jî ew in.
Heger biçek kurdayetî û exlaq hebûya hema yekê îstîfa bikira.
Ji bo Davutogluyê dîndar komunîstê tirk jî ji kurdan û ji dîndarên kurdan baştir e.
Di nava HDPê da muftî, profesorê îlahiyetê hene, lê belê ji bo Davutoglu û Erdogan, Lewent Tuzelê komunîst dîsa jî ji wan çêtir e. Firkrê wî çi be jî tirk e! Lema jî ji kurdekî baştir e…

XXX
Li qusûra min nenêrin lê ez dibêjim bênamûs, bêşeref û kêmaqilên me kurdan ji yên ereban, farisan û tirkan bêtir in. Çimkî li gel hewqas zulm û xwîn jî bi sedhezaran kurd bi îftîxar, bi serbilindî hevaltiya AKPê û dewleta tirk dikin. Hîn jî kurdek ji AKPê îstîfa nake.
Dewleta welatê wan dişewitîne, zarokên wan dikuje ew hîn jî ji vê hukûmeta qatil naqetin, hîn jî hevaltiya Erdogan û Davutoglu dikin.
Maneya xwe ji kurdayetiyê û xîretê hatine şuştin.
Jixwe heger bênamûs û kêmaqilên me kêm û binamûs û biaqilên me zêde bûna nuha em jî bûbûn xwedî dewlet.
Ma ni were ye?
Ma di vê tespîta min da xîlaf heye?

XXX
Kurd şer naxwazin. Belkî şer îro ne li menfeeta kurdan be jî. Dewletê mafê kurdan bi rehetî bide baş bû. Ji kurdan ra dibêje teslîm bibin.
Dewlet şer li ser kurdan ferz dike. Reva vî îşî tuneye.
PKK ya ewê teslîm bibe ya jî şer bike. Madem şer e, wê demê dibê meriv baş şer bike. Yanî ya meriv şer nake û dema kir jî dibê bi hemû hêza xwe bike. Wekî din tu rê nemaye.
Meriv ket şer tiştê herî rast desthilanîn e, desthilanîn ji teslîmiyetê baştir e.
Xwezî wiha nebûya, xezî dewletê şer li ser kurdan ferz nekira. Lê dike û heta zor û zirareke baş nebîne dev ji şr bernade.

28 augusti 2015

Ankêtên derewan dest pê kir

Bi girtina biryara hilbijartina dubare(pêşwext)ra şerê psîkolojîk û ankêtên derewan jî dest pê kir.
Xwedîgiravî li gorî anketa ORC Araştirmayê piştgirî û rayên Erdogan û AKPê û CHPê zêde dibe û yê HDPê û MHPê jî kêm dibe.
Jixwe sebebê îptalkirina hilbijartina 7ê hezîranê jî ev e, dibê HDPê û heta heger mimkûn be MHPê jî di binê barajê da bihêle û bi vê riyê AKPê bi tena serê xwe cereke din bîne ser hukim û dû ra jî Erdogan wek Seddam Husên û Esed bike serokkomarê ebedî.
Li gorî anketa ORC Araştirmayê ku di nabêna 22-25ê tebaxê(axustosê)da li 34 wîlayetan bi 2 hezar û 450 kesî ra kirine piştgiriya ji bo serokkomariya Erdogan zêde dibe.
Li gorî derewa ankêtê ji sedî 53.1ê beşdaran gotine heger îro hilbijartin çê bibe emê rayên xwe bidin Erdogan. Yên gotina emê rayên xwe nedin Erdogan ji sedî 38 e.
Erdogan di hilbijartina serokomariyê da ji sedî 51.79 ray girtibû. Yanî îcar ewê rayên xwe hinekî din jî zêde bike. Û jixwe dibê wisa be, sanaryo ji alî Erdogan ve wisa hatiye hazirkrin.
Di anketê da tiştekî din yê xerîb e piştgiriya şerê Erdogan yê li hemberî kurda ye. Li gorî vê anketa derewan ji sedî 84.9ê beşdaran piştgirî dane şer û operasyonên li hemberî kurdan. Yanî tiştê Erdogan dixwaze û diparêze…
Çi xweş, çi xweş, tam tiyatro.
Bi dîtina min anketên bi vî rengî hemû vir in, zemîna şerê li hemberî kurdan xweş dikin. Erdogan ji wan çi dixwaze ew jî wiya dibêjin.
Erdogan biryara xwe daye AKPê careke din bi tena serê xwe bike îktîdar û ew jî bibe serokkomarê Tirkiyê yê ebedî.
Ji bo ku bigihîje vê armanca xwe dibê HDPê û heta belkî MHPê jî di binê barajê da bihêlin. Lê HDPê hey ewê di binê barajê da bihêlin. Biryara Erdogan ev e.
Bi baweriya min ewê viya bikin û ev mimkûn e. Çimkî hemû îmkanên dewletê di destê wan da ye. Bi van îmkanên dewletê gelek tiştên em nuha qet bîr nabin ewê bikin.
Ya din Kurdistan jixwe wa ye dişewite, herder bûya qada şer. Di rewşeke wiha da kurd nikanin careke din bi ser kevin. Pir û pir zor e.
Li alî din ewê MHPê perçe bikin û jixwe wa ye kirin jî. Û hemû partî û hêzên faşîst û dîncî û bi îhtîmaleke mezin Partiya Saadetê jî li dora xwe kom bikin.
Li hemberî kurdan îqnakirina van hêzên faşîst û dîncî pir hêsa ye, bi çend kursiyan hemûyên herin ber nigê Erdogan. Jixwe ji nuha da hemû piştgiriyê didin dewleta xwe.
Berê jî min çend caran got, kes nikane bi rehetî îktîdarê ji Erdogan bistîne, ev vekirî ye.
Mêrik Emerîka, Yekîtiya Ewrûpayê, kurd, PKK, demokrat û lîberalên tirk, Cimata Gulen, artêş(ordî)hemû xapandin, hemû jî li ser tiliya xwe da lîstikandin.
Bi texmîna min di vê hilbijartinê da jî Erdogan ewê wek dîkê spî dîsa li karê derkeve û dîsa wek xwe bike.
Anket çi dibêjin bira bibêjin ji bo wî qet ferq nake, wî biryara xwe daye, bi vê hêza dewletê nuha di destê wî da ye ewê hemû mixalifên xwe û bi taybetî jî tevgera kurd bipelixîne.
Îcar evê heta ku here, ewê li ku bisikene, dema HDP û MHP di binê barajê da bimînin ewê çi netîceyê bi xwe ra bîne ez nizanim, bes pêşeroj bi min pir tarî xuya dike.
Hêvî dikim mucîzeyek çê bibe û ev texmînên min yên reşbîn hemû şaş derkevin.

Bi eslê xwe kurd bin jî bi fikir û zikrên xwe ne kurd in

Tê gotin ku parlamenterên HDPê yên ji alî Davutoglu ve ji bo wezîriyê hatine pêşniyarkirin du heb, Muslum Dogan û Ali Haydar Konca bi eslê xwe kurd bin. Tenê Levent Tuzel ne kurd e.
Weleh bi eslê xwe kurd bin jî bi daxwaz û îdeolojiya xwe ne kurd in, jixwe heta dereng walî û qaymeqamê dewletê bûne. Bi dîtina min vana qadirên dewletê ne. Herî zêde çep in, lê tu daxwazeke wan ya kurdbûnê û Kurdistanê tuneye.
Heger ev texmîna min ne rast e bira yek eksê wê îspat bike, di seraserê jiyana van herdu kesan da beyaneke, numûneyeke wan ya kurdayetiyê nîşan bide?
Ez bawer nakim hebe.
Sedîsed ji bo Konca elewîtî hezar qatî ji kurdayetiyê muhîmtir e. Û bi îmtîmaleke mezin ji kurdên sûnî jî nefret dike, kurdî nizane û li dijî Kurdistaneke serbixwe ye.
Bifikire hîn em baş nizanin Muslum Dogan û Ali Haydar Konca kurd in ya ne kurd in ! Em nuh ji hin kesên wan nas dikin dibihîzin. Dêmeg vana xwe ji kurdayetiyê dûr xistine, nexwestine kurdbûna wan were zanînin.
Welhasil tiştê hatieye serê miletê kurd neyê serê dijminê min. Me bi destê xwe xwelî li serê xwe kiriye…
Levent Tuzelê ev du car in bi rayên kurdan bûye parlamenter, bêyî ku guh bide biryara partiyê û hilibijêrên xwe di 26ê mehê da got ”erê”, di 27ê mehê da got ”na”. Û bi vê ”na” xwe derseke baş û dîrokî da PKKê. Mêrik di roja herî teng da PKK û HDP li ser piştê xist.
Mêrik partiya xwe, kurd xapandin, hin kurd hîn jî jê ra li çepikan dixin, pesnê bi şerefbûna wî didin !
Tirk dibêjin, ”yê rêberê wî qijik be pozê wî ji gû xelas nabe”, yanî yê bi kesê xerab ra hevaltiyê bike tim poşman e.

XXX
Dewletê do Silîva, Gewer şewitand, wêran kir, îro jî dora Cizîrê ye. Dikin Cizîrê û hemû bajarên kurdan yên keleha kurdayetiyê ne yek bi yek bikin Koban.
Dewletê li Cizîrê îro Baran Çagliyê 7 salî kuşt. Êdî zarokên 7 salî jî ji xezeba vê dewletê xelas nabin.
Ji bo çi, çima zarokên kurdan hewqasî belaş dikin qurbana siyaseta xwe ya şaş meriv fêm nake.
Kurdên di nava êgir da ne dibê êdî vê siyaseta malwêran û bêarmanc red bikin û xwe nedin kuştin.
Guneh e, werin wiha nekin, zarokên kurdan navên ji ber van qatilên vê dewleta faşîst…

27 augusti 2015

Do got ”erê” îro dibêje ”na” !




Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Levent Tuzel do(26/8-15), piştî teklîfa Davutoglu ya wezîrtiyê wiha gotibû:
”Helbet emê wezîfê qebûl bikin. Biryara grûba me heye. Kîjan wezaret in em nizanin. Ezê bibim kîjan wezîr tu fikrekî min tuneye. Lê emê bi rengekî herî baş wezîfeya xwe bi cih bînin. Birêz serokwezîr çawa teqdîr kiriye ez nizanim. Gava teblîx kir emê wê fêr bibin.”

Li ser eşkerebûna hersê navên ji HDPê, serokê HDPê Demirtaş jî
do gotibû:
 ”Emê di hukûmeta demî da wezîfeyê bigrin. Kîjan hevalê me wezîfê bigre ji bo me ferq nake. Hemû parlamenterên me dikanin wê wezîfeyê bi layiqî bikin, hemû jî di wê potansiyelê da ne. Ev hersê hevalên me jî di demeke nêz da ewê dest bi wezîfeyên xwe bikin.
Lê îro (27/8-15) Lewent Tuzel ji nişka ve dev guhert û got ez wezîriyê qevûl nakim.”

Levent Tuzel îro(27/8-15) çerx kiriye û wiha gotiye:
”Ev hukûmeta zixtê dide ser HDPê, hukûmeta qerektera wê ya êrîşa ser gel heye, demî be jî ez rast nabînim di vê hukûmetê da wezîfê bigrim.”

Yanî Lewentê Tuzelê do got, “helbt ezê qebûl bikim”, îro çerx kir û li gel biryara partiyê û beyana Demirtaş got ez qebûl nakim.
Dêmek ji bo Tuzel ya muhîm ne biyara HDPê, biryara EMEPê û biryara hevalên wî yên çep in.
Piştî rojekê Tuzel çima ev teqle avêt, do çima got “erê”, îro çima dibêje “na” û dest bi demagojî û edebiyata gelparêziyê kir?
Ji ber ku partiya wî EMEP li dij derket, got tu yê red bikî.
Do, dema  Levent Tuzel bi pêşniyara Davutoglu matmayî ma û ji kêfa tavilê got ”erê”, bi partiya xwe neşêwirî bû. Dû ra bi partiya xwe şêwirî, partiya wî(EMEPê)got na, dibê tu red bikî, lema wî jî red kir.
Mêrik  tirk e û çep e, ne guh dide biryara HDPê û ne jî mesûliyata xwe ya li hemberî hilbijêrên kurd.
Kurdan ray dan Tuzel ji bo ku wan temsîl bike, bibe nûnerê kurdan, ne ku li gorî li gorî emir û biryara EMEPê hereket bike.
Ez bi xwe jî qebûlkirina HDPê rast nabînim, ji ber ku ji bo kurdan ewê tu neteceyeke baş bi xwe ra neyne. Ew di koalîsyonê da hebin tunebin Erdogan ewê li hemberî kurdan teroreke mezin bimeşîne. Lema jî nebin şirîkê vê terora Erdofan baştir e.
Lê rexneya min ne li ser rastî û şaşiya qebûlkrina HDPê ye. Tiştê ez rexne dikim şêla Levent Tuzel e. Berê, bêyî ku bi kesî, bi berpirsiyarekî HDPê bişêwire, dibêje ”erê” û sebebê vê ”erê”ya xwe jî bi biryara paritê ve girê dide, dibêji ”jixwe di vî warî da biryareke me heye.”
Lê roja din, piştî partiya wî EMEP li dij derdikve, ew jî dev diguhere û îcar dest bi demogojiya gelparêziyê dike...
Dibê kurd bibînin bi hilbijartina van tirkan, van kesên belkî gelekên wan li dijî azadiya kurdan e şaşiyeke çiqasî mezin kirine..
Çepên tirk ne dîwarekî saxlem in, meriv nikane pişta xwe bispêre vî dîwarî. Kurd dibê bi kurdan ra tifaqê bikin, bi hêzên kurd ra bikin, ji van çepên bêkes û bêxwedî û antî-kurd tu tişt dernakeve. Ev siyaset şaş e û dibê PKK dev ji vê siayseta şaş berde...

Ma sûcê diz qet tuneye ?


Hin kes bi hosteyî tim xwediyê malê, yê diz ketiye mala wî sûcdar dikin, efendim dibê te pace baş bigirta, derî çanqel bikira, filan û bîvan. 
Lê ji diz ra qet tiştekî nabêjin. Fena ku qet sûcê diz tunebe û hemû sûc yê xwediyê malê be.
Bira çend gotinan jî ji diz ra bibêjin!
Yanî herewere sûc yê PKKê ye, PKKê wiha bikra ewê wiha nebûya, HDPê wiha bikira ewê nizanim çawa nebûya.
Rast e, şaşiyên PKKê pir in, dikanîbû siyaseteke hîn baş, hîn netewî bimeşanda.
Herçî HDP ye jixwe ne partiyeke kurd e û tu carî jî siyaseteke kurd û Kurdistanî nameşîne. HDP li ser daxwaza Erdogan hat avakirin lê belê dû ra hesab şaş derket.
Lê belê PKKê şaşiyek jî nekira, hertişt rast û li gorî dilê me û Erdogan bikira jî ferq nedikir, netîce dîsa ewê ev bûya.
Ji ber ku Erdogan carê biryara xwe dabû, dibê ”lîstika aştiyê” biqedîne û dest bi şer bike.
Çimkî êdî dirêjkirin ne mimkûn bû, ya ewê tiştekî konkret bida kurdan û PKKê ya jî ewê têkilî qut bikira.
Ji ber ku nêta wan û dayina tu mafan tunebû lema jî dawî dan ”lîstika aştiyê”.
Mesele ev e.
Ji ber ku ev zêdeyî salekê ye(heta hîn jî berê) Erdogan dibêje mesela kurd tuneye, me hertişt daye kurdan, ma êdî çi dixwazin?
Erdogan tu carî dev ji jargona ”terorîzmê” û ”rêxistina terorîst”, yek dewlet, yek milet, yek al, yek welat û yek zimanî berneda.
Erdogan hertim gotiye, li Tirkiyê ”yek milet heye” û ”zimanê miletê min jî yek e.”
Yanî perwerdeya bi kurdî ji roja roj da red kiriye.
Lema jî PKKê wiha bikira wiha nedibû çîrok e, bi hostayî û bi konetî parastina Erdogan e.
Yê mase wergerand Erdogan e.
Yê got ez protokola Dolmabahçeyê nas nakim Erdogan e.
Heger Erdogan bixwesta ”lîstika aştiyê” xera nedibû.
Heger Erdogan bixwesta şer dernediket.
Heger Erdogan bixwesta ewê bi HDPê ya jî bi CHPê ra koalîsyon çê bikira û biryara hilbijartina pêşwext nedihat girtin.
Ne ji ber şaşiyên HDPê û PKKê, ji ber ku Erdogan dixwaze hilbijartin dubare dibe. Ji bo ku HDPê li derî meclîsê bihêlin.
Yanî em xwediyê malê yanî PKKê rexne bikin û gelek rexneyên me rast in jî, lê belê dibê em diz jî ji bîr nekin, sûcê mezin yê diz e, dibê meriv vê rastiyê bi zimanekî zelal bibêje.

26 augusti 2015

Komediya koalîsyonê

Davutoglu pêşniyara wezîriyê biriye ji 3 parlamenterên HDPê yên tirk ra. Yek jî ne kurd e. Ji bo fêsadiyê, ji bo ku di nava partiyê da gelşê derxin wiha dikin. Lêli alî din dibê em kurd bibînin bê ev Erdogan- Davutoglu çiqasî neyarên miletê kurd in, kurdekî jî qebûl nakin.
Ev dewlet ne ya me ye û xwediyên dewletê jî wisa hereket dikin.
Wa ye bi pêşniyara xwe MHP ji nuha da perçe kirin. Jixwe bi vê pêşniyarê armanca Erdogan perçekirina partiyan e.
Lê ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye. Heta hilbijartinan Erdogan ewê bi taktîkên bi vî rengî felega muxalefetê şaş bike.
Erdogan wek pisik û mişk bi CHPê, MHP û HDPê dilize, feqîran gêjomêjo bûne.
Vana taktîk û metodên Erdogan yê mafîyawarî ne. Wek min li jor jî got, ji bo ku tevliheviyê di nava CHPê, MHPê û HDPê derxin ji dêlî partiyê, pêşniyar birin ji şexsan ra. Tiştê dikin helbet bêexlaqiyeke mezin e, taktîkên mafîya ye.
Lê ji bo Erdogan exleaq mexlaq tuneye, ji bo ku îktîdarê ji dest xwe bernede hertişt her riyêî mubah dibîne.
Tirkiyê heta nuha di dîroka xwe da tu carî yekî wek Erdogan bêexlaq û çamûr nedîtiye.
Parlamenterên HDPê yên ku Davutoglu wezîrî pêşniyarî wan kiriye Muslum Dogan, Levent Tuzel, Ali Haydar Konca ye. Ev hersê parlamenter jî çepên tirk in û miheqeq li dijî ”mîlîyetçîtiya” kurd in.
Bi îhtîmaleke mezin HDP ewê îtîrazî navan neke û pêşniyara Davutoglu qebûl bike.
HDP di rojên pêş da ji bo ku pêşniyara Davutoglu qebûl kir û wezîr dan hukûmeta AKPê ez dibêjim ewê poşman bibe. Wezaretên ewê bidin HDPê wezaretên berradayî ne, di îdareyê da tu giraniyeke wan tuneye.
Heta hilbijartinan hukûmet li hemberî kurdan ewê teroreke mezin bide meşandin û bi sedan kesî bigrin. Ji ber ku HDP di koalîsyonê da ye otomatîkman ewê bibe şirîkê hemû kirin û terorra dewletê ya li hemberî 

XXX
Li ser Cinet û Cahnimê naxwazim vir da û wê da bipeyivim; ji ber di herduyan da jî dostên min yên pir baş hene.
///Mark Twain

Gelo ewê bihêlin HDP îcar jî baraja derbas bike?



HDP çiqas ray digre bira bigre ewê nehêlin barajê(bendê) derbas bike û careke din têkeve meclîsê. Ev îhtîmal pir xurt e.
Biryara hilbijartina pêşwext ya jî hilbijsrtina dubare di rojnameya resmî da belav bû. Hilbijartin di 1ê mijdarê(1/11-15) da ye.
Ji nuha da texmînên li ser netîceyên hilbijartinê tên kirin. Herkes tiştekî dibêje, texmînekê dike.
Kes kêmkirin û zêdekirina du sê pûanên CHPê û MHPê zêde muhîm nabîne, çavê herkesî li HDPê ye.
Li gorî texmîna mişterek dibêjin HDP ewê dîsa baraja ji sedî 10 derbas bike.
Heta piraniya şîrketên ankêtan û pisporên hilbijartinan dibêjin HDP ewê rayên xwe zêdetir bike û belkî jî partiya faşîst MHPê jî derbas bike û bibe partiya sêyem.
Heger hilbijartineke demokratîk bibe, şer û teror tunebe, hukûmet hîla neke, dest nede ser rayên HDPê bi texmîna min jî HDP ewê barajê derbas bike.
Lê ez dibêjim Erdoganê nehêle HDP barajê derbas bike. Bi zor, bi hîla ewê nehêle. Çimkî HDP careke din jî barajê derbas bike dîsa dibe eynî tas û eynî himam. Wê demê tu maneyeke hilbijartinê namîne.
Erdoganê 80 parlamenterên HDPê nuha qebûl nekir çima ewê careke din qebûl bike?
Di hilbijartinê da HDP îcar jî ne ji sedî 13, ji sedî 20a jî bigre Erdogan ewê nehêle bajara jê derbas bike. Texmîna min ev e. Jiwe hemû anket jî dibêjin ewê derbas bike û Erdogan jî viya pir baş zane.
Wê demê çima hilbiartinê dubare dikin?
Ji bo ku HDPê di binê barajê da bihêlin û li ser rayên kurdan rûnin hilbijartinan dubare dikin.
Ji bo ku HDPê di binê barajê da bihêlin netîceyên hilbijartina 7ê hezîranê qebûl nekirin.
Heger Erdogan îradeya gel ya 7ê hezîranê qebûl bikira hilbijartineke nuh nedida çêkrin. Ji ber vê yekê jî ewê careke din jî qebûl neke.
Lema jî bi dîtina min HDP çiqas ray bigre jî vala ye, ewê hewil bidin HDPê di binê barajê da bihêlin.
Di vî warî da miheqeq plan û programeke Erdogan heye. MHP jî piştgirê vê plana Erdogan e, ew jî dixwaze HDP nekeve meclîsê.
Hêvî dikim ez şaş bim, hêvî dikim ev plana Erdogan bi ser nekeve. Lê bi dîtina min texmînkirina hebûna planeke wiha zêde ne dûrî aqil e.

XXX
PKKê bi salan bi kevçî top kir bi heskê belav dike. Xizano bi raya xwe nizano. Bi vê siyaseta malkambax emê wek mîza devê tim bi paşda herin.



XXX
Mûrî/gêrik her sibê dua dike, ” înşeleh îro kesê pê li min neke !”
Kurdên li Tirkiyê dijîn jî her sibe gava ji mala xwe derdikevin, di dilê xwe da dua dikin, ”înşelah tirk îro ewê min lînc nekin ! Înşelah ezê îro jî bi selametî vegerim mala xwe”!

25 augusti 2015

Kurd çima neyartiya cihûyan dikin?


Ez bi xwe fêm nakim kurd çima wek ereban hewqasî neyartiya Îsraîl û cihûyan dikin?
Çimkî tu tiştekî me û Îsraîl û cihûyan naçe ber hev, di nabêna me da gelşeke axê tuneye…
Kurdistan ne di bin îşxala dewleta Îsraîl da ye.
Em kurd ne bindest û êsîrên cihûyan in.
Lê ev neyartî ji bo çi ye?
Ka werin em bala xwe bidinê...
Meriv bi rehetî dikane bibêje cihû(yahûdî) li cîhanê miletê herî jîr û zîrek e. Li gorî texmînan li dinyayê 13 milyon cihû hene. Ev jî dike ji hezarî duduyê nufûsa cîhanê, yanî  dike ji sedî 0,2 %.
Nufûsa misilman herî kêm 1, 2 milyar e. Ev jî dike ji sedî 20ê nufûsa cîhanê.
Cihûyan heta nuha 1446 caran ji misilmanan zêdetiryartîxelata Nobelê girtine.
Di nava lîsteya xelatgirên Nobelê yên bi nav û deng da 135 cihû hene.
Di hemû beşan da xelat girtine. Di edebiyatê, fizîkê, kîmyayê, aboriyê, derman da,  welhasil di hemû beşên ilmî, civakî û edebî da xelat girtine.
Ev jî nîşan dide ku kesên cihû herî jîr û zîrekên cîhanê ne. Ji bo însaniyetê gelek berhemên nemir li pey xwe hîştine û gelek îcadên mezin kirine.
Gelo ev meseleyek genetîk e ya jî girêdayî hin tişt û sebebên din in?
Ez bi viya nizanim.
Lê sebeb çi dibe bila bibe gelekî 13 milyonî hezar qatî ji milyarek û dused milyon mislmanan bêtir ji însaniyetê ra xizmet kiriye, keşif, îcad û berhemên nemir ji însaniyetê ra hîştiye.
Ji dêlî ku em vî gelî, van însanan teqdîr bikin, wan ji bo xwe bikin numûne, em wek ereban neyartiya wan dikin, antîsemîtîzmê dikin.
Ev him ne rast e û him jî irqçîtî ye.
Û ya din jî belhazir tiştekî me û Îsraîl û cihuyan naçe ber hev, dewleta welatê me îşxal kiriye ne Îsraîl e, yên her roj me lînc dikin, serê me jê dikin, tecawizî namûsa me dikikin, keç û jinên me li bazaraan difroşin ne cihû ne, EREB in, tirk in.
Cihûyan welatê me îşxal nekirine.
Em ne di bin destên cihûyan û dewleta Îsraîl da ne.
Îsraîl, her roj çiya û banî û gundên me bombebaran nake.
Leşker û polîsên Îsraîl her roj zarokên me nakujin, bi jopan bi ser û qûna me nakevin.
Leşkerên Îsraîl gû bi me nedane xwarin.
Cihûyan bi hezaran keç û pîrekên me nerevandine û ji xwe ra nekirine kole û li bazaran nefirotine.
Cuhûyan serê me jênekirine, malên me talan nekirine.
Cihûyan û dewleta Îsraîl bi milyona kurd koçber nekirine. Yên kirine ereb in, tirk in.
Leşker û qerdiyanên Îsraîl di hefsan da tecawizî zarokên me nekirine.
Leşker û polîsên Îsraîl jop nekutana qûna me û guyê me bi me nedane alastin.
Di hefz û zindanên Îsraîl da bi dehhezaran kurd tunene, serokên me, bi hezaran siyasetmedarên me bi cezayê muebetê di zindanên Îsraîl da, di qulikên tarî da narizin.
Îsraîl, zarokên me bi darê zorê nabin leşkeriyê wû wan û birayên wan bi hev nadin kuştin.
Îsraîl, welatê me perçe nekiriye û gelê me bi têl û mayinan ji hev neqetandiye.
Îsraîl, navên gund û bajarên me neguhertine, navên qatilên me nedana kuçe, kolan, mekteb û zanîngehên xwe.
Îsraîl, perwerdeya bi zimanê me li me û li zarokên me qedexe nekiriye.
Îsraîl, ala me, navê welatê me, sembolên me yên netewî li me yasax nekirine.
Îsraîl, çete û qatilên Daîşê rênekirine ser gelê me û bajarên me wêran nekirine, bi çeteyên xwe serên me jênekirine, bi hezaran jinên me ji  xwe ra nekirine kole û li bzaran bi çend dolaran nefrotine.
Yanî tu tiştekî me û Îsra û cihûyan naçe ber hev, Îsraîl wek dewlet û cihûyan jî wek milet tu zulm li me nekiriye. Ji ber ku em ne di bin îşxala Îsraîl da ne, lema çi bin jî îşê me û wan bi hev nakeve.
Lê li gel vê jî em ji ereban û tirkan bêtir neyartiya cihûyan û Îsraîl dikin.
Çima û ji bo çi?
Tenê sebebek heye, ew jî gelşa wan û filistîniyan e, Îsraîl hin erdê ereban îşxal kiriye.
Nuha çi îşê me bi vê yekê heye?
Ez nabêjim em hertiştê Îsraîl dike biparêzin û jê ra li çepikan xin. Lê bi me neketiye wek ereban em dijminatiya Îsraîl û cihuyan jî  bikin.
Em miletekî bindest in, mecbûrî piştgirî û alîkariya her kesî ne. Filistînî jî wisa dibêjin, ew jî dibêjin û bi vê argumentê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê ra diparêzin. Lema jî wek miletekî bindest ne rast e em neyartiya Îsraîl bikin.
Em ne ereb in, çima emê wek ereban dijminatiya cihûyan û Îsraî bikin?
Ne li Filistîn tenê, li gelek derên din jî neheqî, zulm heye. Ma em xwe tevî hemû gelşên cîhanê dikin, wek Îsraîl em neyartiya hemû neheqan dikin?
Bêguman na. Em bikin şaş e.
Neheqî û zulm li me jî dibe, heta sed qatî ji ya filistîniyan bêtir. Welatê me jî ji alî Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê ve hatiye îşxalkirin.
Ma wek em neyartiya Îsraîl dikin, Filistînî jî neyartiyaTirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê dikin?
Ma filistînî jî wek ku em piştgiriya wan dikin, ew jî piştgiriya me dikin?
Bêguman nakin.
Hadê em bibêjin Îraq û Sûrî ereb in lema filstînî li dijî zulm û îşxala wan dernakevin.
Baş e, Tirkiye û Îran heye.
Ma filistînî ji bo me neyartiya Tirkiyê û Îranê dikinne?
Bira neyartî li bimîne, dostên wan yê herî baş Tirkye û Îran e.
Em ji bo xatirê wan, ji bo ku Îsraîl zulmê li wan dike û welatê wan îşxal kiriye neyartiya Îsraîl dikin. Dibê ew jî ji bo me neyartiya Tirkiyê û Îranê bikin. Çimkî dest dest dişo, dest vedigere rû dişo. Yanî li hemberî piştgiriya me dibê ew jî piştgiriyê bidin me.
Lê nakin. Û tu carî nekirine.
Ma we qet dîtitiye erebekî, filistîniyekî ji kurdan li dijî îşxala Tirkiyê û Îranê derketibe, ji bo kurdan Tirk û Îran rexne kiribin?
Ma dînin bikin!
Bêguman nakin û heta dema hewce be bi Tirkiyê û Îranê ra ew jî neyartiya me dikin.
Lê dîsa jî em xwe ji bo filistîniyan dikujin, ji wan bêtir neyartiya Îsraîl û cihuyan dikin.
Çima?
Bi dîtina min ji ber ku em kurd li gorî filistîniyan totikvala ne, yanî kêmaqil, aqilsivik in.
Bi filistîniyan ra şiûrê netewî xurt e, siyasetê dizanin, lema jî li gorî berjewendiyên xwe herket dikin.
Lê bi me kurdan ra şiûrê netewî nêzî sifirê ye û totik jî vala ye.
Yanî em kurd mirovên cahil, saf, tewtewe û aqilsivik in. Herkes dikane me bixapîne û bi me bilîze. Lê îblîs jî nikane erebekî, filistîniyekî bixapîne.
Lema jî em dost û dijminên xwe ji hev nagerînin û dibin dost û piştgirê xêrnexwaz û neyarên xwe…
Heger bi qasî misqalekî meju di serê me da hebûya me ji bo ereban, ji ereban bêtir neyartiya Îsraîl  û cihûyan nedikir... 

Tu bi ku da direvî, tu çima Hewlêrê naparêzî?


Îsmaîl Beşîkçî xoce li ser kurdên pûlperest, kurdên ji hest û îdeolojiya netewî bêpar, kurdên ji welatekî bêtir li dû pera û malê dinyayê ne çend gotinên xweş gotine. Çend sîr û pîvaz di pozê(bîvila) wan ve kiriye. Min ew qisim kir kurmancî. Hêvî dikim bi dilê we be.
Di vê nabênê da dixwazim li ser kurdên ku hestên wan yên netewî zeîf in, qîmetê nadin nirxên netewî, li pey pera, mal û milkê dinyayê ne jî çend gotinan bibêjim.
Kurd, li gorî hewqas nifûsa xwe jî ne ferdekî ji malbata netewên cîhanê ne. Welatên kurd bindest kirine nahêlin kurd bibin xwedî statuyeke siyasî.
Di rewşeke wiha da, di banqeyên tirk da deste deste pereyên te hebin jî, li peravên Egê û Derya Spî wîlayên te hebin jî çi qîmeta wê heye?
Ya muhîm dibê meriv bi mirovên fazîlet be. Dibê meriv ji pêşerojê ra, ji zarokên xwe ra Kurdistaneke azad bihêle.
Piştî ku kurd û Kurdistan bindest bûne di banqeyên tirk da pereyên te hebin, li Stenbolê, li peravên Egê û Derya Spî wîlayên te hebin bi kêrî çi tê?
Ma vana di pêşerojê da ji bo zarokên te kanin bibin welet û azadî?
Di tebaxa 2014a da dema Daîş berbî Hewlêrê ve diçû hin kurdên dewlemend pereyên xwe, zêrên xwe tije torban kirin û bi erebeyên xwe ji Hewlêrê reviyan.
Tu mal û milkê xwe dihêlî û bi ku da direvî?
Tu çima Hewlêrê naparêzî?
Dewletên tu dixwazî birevê dibê tu bizanibî ku bi şiklekî ewê dest deynin ser wan pereyên te. Li Kurdistanê huqûqeq bicîbûyî/rûniştî tuneye. Li welatên Kurdistan bindest kirine jî huqûq tuneye. Lema jî rev ne tu rê ye. Dibê tu li Hewlêrê bimînî û wê biparêzî. Ancax bi vî hawî tu yê bikanibî mal û milkê xwe biparêzî…"
Heger her siyasetmedarê kurd jî wiha bifikiriya, bi vî çavî li meselan binêriya û siyaseteke li gorî vê hedefê bimeşanda nuha em ne di vî halê perîşan da bûn.

24 augusti 2015

Li Tirkiyê kurd ji bo tirkan wek pezê qurbanê ne

Li Tirkiyê dewleteke demokratîk, dewleteke li gorî qanûnan û huqûqê dixebite, dewleteke wek dewletên Ewrûpa tuneye.
Erê navê "dewleta tirk" dewlet e, lê di maneya hevdem û rast da ne dewlet e, ne dewleteke huqûqî ye.
Li Tirkiyê kî li ser hukim be dewlet ew e, dewletê ne li gorî qanûn, li gorî îdeolojî û berjewendiyên xwe îdare dike.
Heger dewleta tirk bi rastî dewlet bûya û li gorî qanûnan û di çarçeweya huqûqî da bixebitiya Erdogan nikanîbû hewqas tiştên bêqanûnî bikira, hewqas zulm li kurdan bikira, bi hezaran siyasetmedarên kurd û îdareciyên ji alî gel ve hatine hilbijartin bi emrekî bidana girtin.
Heger li Tirkiyê dewleteke demokratîk û serbixwe hebûya çete û faşîstên tirk nikanîbûn ev zulm li kurdan bikirana.
Ji ber ku li Tirkiyê kî li ser hukim be dewlet ya wî ye, wasiteyeke wî ya terorê ye loma Erdogan dikane vî hukmî bike.
Loma çete û faşîstên tirk dikanin kurdan hewqasî terorîze bikin.
Li Tirkiyê kurd ji bo tirkan wek pezê qurbanê ne.
Li Ewrûpayê hukûmet nikane dewletê, îdareyê, dadgehan, hêzên ewlekariyê li gorî daxwaza xwe îdare bike, nikane derkeve derî qanûnan. Bixwaze jî nikane bike.
Lê li Tirkiyê tiştekî wiha tuneye, kî îktîdar be hertişt ew e...
Erdogan bixwaze dikane hemû partî, komele û dezgehên kurdan bide girtin, diakne milyonek, du milyon kurd têxe zindanan. Dikane rojê çend kurdan li vir û li wir bi çeteyên xwe bidin lînckirin.
Yanî ji ber ku li Tirkiyê dewleteke demokratîk û bêteref tuneye û ya heye jî ne ya kurda ye, lema jî huqûq, edelet û qanûnên kurdan biparêzin tuneye, hukûmet û çeteyên dewletê çi zulmê li kurdan bikin ne sûc e, serbest e...
Û jixwe lema jî dilê wan çi dixwaze wiya dikin. Digrin, dikujin, terorîze dikin, bombebaran dikin…

Erdogan dibêje ya ez ya jî kaos !


Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan gotiye, ”li Tirkiyê berdewamiya îstîkrar û ewlehiyê girêdayî berdewamiya îktîdara AKPê ye…”
Yanî mêrik dibêje heger hûn dixwazin li Tirkiyê îstîkrar û ewlehî hebe dibê AKP ji ser hukim nekve. Heger bikeve ewê kaos çê bibe. Bi gotineke din ya îktîdara AKPê ya jî kaos û şer; tercîh ya we ye…
Û ji bo ku careke din bi tena serê xwe werin ser hukim û HDPê di bin barajê da bihêlin ewê her xerabiyê, provaksyonê û heta hin qetlîaman bikin.
Tiştê li Alanyayê dikin prova û destpêka qetlîamên mezin e.
Li bajarên Tirkiyê û heta li hin bajarên Kurdistanê yên wek Erzeromê, Meraşê û Xarpêtê jî hertim dikane bûyerên mezin derkevin.
Dikane bibe ji ber ku me li Alanyayê me dît ku polîsên dewletê bi êrîşkaran ra ye, polîs bi xwe tabeleya HDPê daxist û da êrîşkaran. Ev tiştekî pir û pir cidî ye.
Erdogan bi agir dilîze, li Tirkiyê heta hilbijartinan dikane gelek tiştên pir xerab û tahlûke bibin. Erdogan ji bo îktîdarê ev girtiye çavê xwe.
XXX
Pûlis tabeleya HDPê daxist û da çeteyên êrîşkar
Li navçeya Antalya Alanyayê êrîşên tirkan yên ser avahiya Partiya Tirkiyê(Turkiye partîsî) HDPê û ser kurdan berdewam in.
Me partiya kurd girt û di dewsa wê da partiya Tirkyê(Turkîye partîsî)vekir û bi newalek Quran, bi Zebûr, Tewrat û Încîlê û bi Mishafa Reş û bi serê hemû şêx û mişaîx, ewliya û enbiyayên dinyayê sed carî sond xwar ku em veqetandinê û Kurdistanê naxwazin, em kurdayetiyê û mîlîyetçîtiya kurd nakin, em dixwazin di bin destên birayên xwe yên tirk da heta û heta wek karkir û xizmetkaran bimînin. Lê birayên me yên tirk dîsa jî baweriyê bi me naynin, dîsa jî tabeleya partiya Tirkiyê jî dadixin û dîsa jî me lînc dikin.
Li gorî medyaya tirk dinivîse avahiya HDPê ji alî pûlisan ve hatiye dorpêçkirin û bi hezaran tirk jî bi pûlisan ra li ber avahiyê kom bûne û dixwazin herin tabeleya HDPê daxin xwar. Û ji pûlisan ra dibêjin heta tabela danekve ewê belav nebin.
Pûlisan jî ev daxwaza çeteyên dewleta xwe bi kêfxweşî qebûl kirine û ban îtfaiyê kirine û tabela HDPê daxistine xwar û dane faşîst û çeteyên dewleta xwe. Û dîsa li ser daxwaze faşîst û çeteyan, pûlis çend alên tirk yên mezin jî bi avahiya HDPa Turkiye partîsî ve kirine.
Lê çeteyên dewletê hîn jî belav nebûne, di nava bajêr da digerin û kurdan terorîze dikin, belkî jî hinek lînc kiribin...
Belê, pûlisên dewleta me(!) ala partiya me dadixînin û bi kibarî didin destê komek çeteyên zorba û dîsa li ser daxwaza van çeteyan çend alên tirk yên mezin jî bi avahiyê ve dikin…
2015-08-23
XXX


Hin mezin hene tim zarok in û tu carî mezin nabin. Zarok tên dinyayê û heta mirinê jî zarok dimînin. Dibê meriv van celebê mezinan jî wek zarokan qebûl bike û tu carî bi çavê mezinan li wan nenêre. Wê demê merivê kêm biqehere, kêm merezarî bibe…

23 augusti 2015

Kûçik bi qusandinê nabe tajî !


Nazîstekî bi navê Emîn Zerban(nav helbet sexte ye), di "lêkolîn org" ê da dîsa li ser barzaniyan nivîseke nîjadperest û neyarane nivîsîye. Xwedêgiravî Barzanî cihû ye û neyarê kurda ye û tim neyartiya kurdan kirine û nuha jî dikin. 
Dewletê û faşîstên tirk jî ji Ocalan ra digotn "ermenî" ye, "pîncê ermenî ye" û hîn jî dibêjin. Nuha ew jî eynî tiştî ji malbata barzaniyan ra dibêjin. Çi bêexlaqiyeke mezin e!
Lê hema em ferz bikin ku koka barzaniyan cihû ye. Di vê da çi zirar û xerabî heye? Bira cihû bin. Ma cihû ne însan in?
Bi milyonan kurd bûne tirk û ereb, bira cihûyek jî bûbe kurd.
Nivîseke pir bêşeref e, verşiya meriv tîne. Ji ber ku PKK destûrê dide li hemberî serokekî kurd nivîseke wiha di malpereke wan da ya jî di malpereke nêzî wan da were weşandin şermeke pir mezin e. Û ev yek nayê ji bîr kirin.
Di vê malperê da heta nuha li dijî Barzanî û barzaniya gelek nivîsên di vê mistewayê da hatin weşandin, PKKê tu carî xwe ji vê malperê û ji van îthaman bêrî nekir. Ev jî tê wê maneyê ku ev antîsemîtîzim û neyartiya malbata barzaniyan bi dilê PKKê ye.
Li ser "lêkolîn org"ê û vî nazîstê bi navê ”Emîn Zerab” heta nuha gelek rexne hatin kirin. Lê ne ”lîkolîn org” û ne jî ”Emîn Zerab” dev ji anîsemîtîzmê û neyartiya Barzanî bernadin.
Em çi bibêjin jî bêfeyde ye, wek pêşiyan gotiye, ”kûçik bi qusandinê nabe tajî” û we selam…
Not:
Ez naxwazim lînka vê nivîsê bidim.Meriv nexwîne baştir e, ji xwe min tehamul nekir tevayiya nivîsê bixwîênim.

22 augusti 2015

Rexneyeke bi heq li PKKê

Mucahît Bîlîcî xoce li ser PKKê û şerê vê dawiyê yênava bajaran nivîseke pir di cî da nivîsî ye. Rexneyên pir bi heq li PKKê digre.
Li gorî Bîlîcî,  PKK ”bi şer şaşiyeke pir mezin dike” û şerê nava bajaran tenê zirarê dide kurdan.
Bi îdtina min jî ev dîtineke rast û rexneyeke di cî da ye. Min jî çend caran ev yek got, lê dengê me açe derekê.
PKKê bi vê siyaseta xwe ya şer û ”xweseriya” vala Kurdistan kiriye qada şer û gelek bajarên kurdan yên tevgera netewî lê xurt bû di vî şerê da wêran bûn.
Bîlîcî dibêje, ”heger tu dixwazî şerê gerîla bidomînî, şeş e lê belê li çiyê li hedefên leşkerî xwe, nebe sebebê wêrankirina bajaran. Xistina şer nava bajaran ne rast e û ji kurdan ra tu feydeyeke wê tuneye.”
Bi dîtina min jî ev rexneyeke rast e. Ji ber ku PKK serxwebûnê naxwaze, naxwaze kurd ji Tirkiyê veqetin. Dixwaze kurd di çarçeweya demokrasiya Tirkiyê da mafên xwe bigrin. Û ji bo vê jî partiya Tirkiyê HDP ava kiriye.
De îcar şerê nava bajaran ji bo çi ye?
Di vê nuxtyê da Bilîcî dibêje,
”Hûn dixwazin di nava demokrasiya Tirkiyê da edaletê û wekheviyê bi dest xin. Û ji bo vê jî we HDP ava kiriye. HDPê jî di hilbijartinan da serkeftineke muazem bi dest xistiye. Û tam di vê nuxteyê da hûn li bajarên kurdan dest bi şer dikin, di bin navê ”xweseriyê” da kurdan bi dewletê didin pelixandin.”
Li gorî Bîlîcî xoce, ”hêza kurdan ya herî mezin ne PKK ye, bi heqiya wan e. ” PKKê, micadeleya ewê bikira kiriye. Ji nuha û pêda dibê rê li ber micadeleya demokratîk veke û ”ji tevgerên meşrûîyetê difetisînin dûr bisekine.”
Blîcî xoce dibêje, ”bêyî ku meriv Kurdistanê wêran bike şerkirin mimkûn e. Şerekî wisa bimeşîne bira ne şer be. Şerekî wisa bimeşîne bira ûjdanê her kesê ne ji te bi te ra be. Te înkar bi şîdetê hilweşand. Qebûlê bi înşayê ava bike.”
Li gorî Bîlîcî,  dibê PKK, ”micadeleyeke sivîl ya bi rûmet ku kurdan ji parsektiya merhameta ji dewleta tirik derdixe bide destpêkirin.” Û lema jî dibê ji şer û pevçûnan bêtir ”giraniyê bide tevgerên kîtlewî yên demokratîk.”
”Îro hewcedariya kurdan ji şer û pevçûnan bêtir, bi dûrketina ji şer heye. Erê hewcedariya kurdan bi micadeleyê heye, lê belê ev hewcadarî ne şer e.”
Di warê micadela kîtlewî û demokratîk da jî Bîlîcî xoce dibêje:
”Tenê xortên kurd mafê xwe yê redda ûjdanî bikar bînin û neçin leşkeriyê, teneê li Diyarbekrê dawiya her heftê milyonek kurd top bibin û mafên xwe bixwazin bes e, bi vê riyê mafê neyê bidestxistin tuneye.”
”Heger li pişt te piştgiriyeke gel ya têra xwe û qabîliyeta organîzekirinê hebe her tişt mimkûn e. Di vê nuxteyê da destpêkirina şer întîxar e. Vegera şer bi her hawî li zirara kurda ye.
Dibê meriv micadela kurdan ya meşrû bi şîdetê lekedar neke.”
Bi dîtina min jî di roja îro da destpêkirina şer û bi taybetî jî şerê nava bajaran malwêranî ye û ji kurdan ra bêyî zirarê tu feydeya wî tuneye.
PKKê heta nuha çend caran bi xwe got, ne ew kanin bi şer zora dewletê bibin û ne jî dewlet kane bi şer zora wan bibe. Û jixwe ji ber ku herdu serî jî gihîştin vê baweriyê dest bi hevdîtinan û ”mizakereyan” hat kirin.
Helbet bi ”mezekareyan nêta hukûmeta AKPê ne paqij bû, xapandin bû, qezenckirina wextê bû û di dawiyê da jî perçekirina PKKê bû. Yanî tu nêteke AKPê ya çareserkirina mesela kurd, dana mafê kurdan yê netewî tunebû û tuneye.
Lê ev hesabê AKPê şaş derket û PKK di her warî da xurttir bû. Û piştî li Şengal û Kobanê liberxwedana gerîlla ya li hemberî Daîşê, PKKê sempatiya cîhanê qezenc kir, bû mitefikê Yekîtiya Ewrûpa û Emerîkayê.
Ev, fersendeke dîrokî ye. Dibê PKK vê fersendê baş bikar bîne.
Îro li Ewrûpa û li cîhanê herkes bi sempatî li PKKê û bi antîpatî li Tirkiyê û Erdogan dinêre. Herkes Tirkiyê  mitefikê Daîşê yê li pişt perdê yê herî xurt dibîne.
Û PKK û YPG jî li hemberî Tirkiyê û Daîşê demokrasiyê û azadiyê diparêze.
Dibê PKK bi şer, bi kuştina çend pûlis û leşkeran vê piştgirî û sempatiya li cîhanê ji kurdan û wê ra çê bûye hedere neke. Tevgerên kurdan û PKKê yên kîtlewî û demokratîk herkesê alîkariyê bike, lê kes alîkariya şer û kuştina leşker pûlisên tirk nake. PKK viya baş dizane. Erdogan û Bahçelî dixwazin PKK rojê deh leşker û pûlisan bikuje, dixwaze her roj di nava bajaran da bombeyan biteqîne û sivîlan bikuje. Bi viya dewleta tirk qels nabe. Wek Bîlîcî xice jî gotiye, tiştê PKKê bi şer ewê bi dest xista, bi dest xistiye. Dibê êdî giraniyê bide xebatên demokratîk.
HDPê di hilbijartinên 7ê hezîranê da 6 milyon û 58 hezar ray girt, ev ne reqemeke hindik e. Li gelek bajarên Kurdistanê AKP jî têda , hemû partiyên tirk hatin paqijkirin.
Di hilbjartinek, du hilbjiarinên din da, bi program û siyaseteke netewî hemû Kurdistan dikane têkeve destê kurdan û partiyên tirk ji Kurdistanê werin paqijkirin.
Wê demê tenê hêza wan ya leşkerî dimîne. Û ev jî zêde ne muhîm e, ya muhîm li Kurdistanê destegeke wan ya gelêrî û siyasî nemîne.
Yanî ev mimkûn e. Bi vê riyê em dikanin serxwebûna xwe jî û federasyonê jî bixwazin. Ji ber ku gel bi me ra ye.
Lê şerê nava bajaran ewê çi bi xwe ra bîne û here bigihîje ku ne diyar e…



PARVE BIKE