10 juli 2015

Xurbet hestretê di dilê meriv da bi qasî çiyayekî mezin dike



Sirgûn, xerîbî, xurbet hesretê, bîrîkirinê di dilê meriv da bi qasî çiyayekî mezin dike, dilê meriv dibe kela hesretê û bîrîkirinê. Hezkirineke kûr, bêemsal û ji dil fêrî meriv dike.
Xurbet, hertiştê welatê meriv bi meriv şîrîn û xweş dike. Xurbet, meriv fêrî xeyalan dike, meriv dike xeyalperest, di nava dinya xeyalan da sersem û gêj dike.
Xerîbî, surgûn û xurbet dilê meriv wisa nerm dike, wisa nerm dike, eyn dike pembo, hemû kevir û kuçikan, hemû strî û gongilan jê dawdişîne, kîn û nefretên qermoxgirtî terbiye dike.
Welhasilî kelam xurbet tiştekî ecêb e, heta meriv nebîne meriv fêm nake. Dibê meriv bibîne, bijî…
XXX



Kûçikê carê li ber deriyê qesabxaneyê fêrî hestiyan bibe hew vedigere gundê xwe.
Însan dibê ji cî û warê xwe, ji welatê xwe neleqe, ku carê liqiya ew jî hew dikane vegere. Yê vegere ji hezarî yek e…




XXX


Meriv dixwaze gelek tiştan bike. Lê dil bixwaze, nêt hebe jî hertim ne mimkûn e. Lema jî çi ji destê meriv hat dibê meriv wê bike. Li bende kirina tiştên mezin nemîne…
Dilê min heye kitêbekê binivîsim, lê nuha ji min nayê. Nuha nivîsîna van çend rêzan ji min tê. Dibê wê bikim. Li bende nivîsîna kitêbê nemînim.




XXX


Heta em dest nedin hev, heta em hevûdu himêz nekin xerabî, kîn, nefret ji dilê me dernakeve. Ji bo dil paqij bibe dibê em bi hev ra qahweyeke tahl vexwin. Dibê em baweriyê bidin hev.




XXX


Kurd motajî hevkariyê û yekîtiyê ne. Siyasetmedarên me ji dêlî ku riya yekîtiyê, çareyê pêşkêş bikin, kêmasiyên hêzên din li dû hev rêz dikin. Ev ne tu hawe ye, yekîtî wiha çê nabe. Dev ji rêzkirina şaşiyan, kêmasiyan berdin, riya yekîtiyê nîşan bidin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE