05 juli 2015

Tu dibêjî belkî li vê dinyayê kurdan tenê nîhaye diya alemê !




Serokê Artêşa Azad ya Sûriyê Ahmet Salih Tuma jî gotiye,”Ewê nehêlin PYD” dewleteke kurd ava bike.
Lawo tu dibêjî qey kerê min radaye diya van bênamûsan. Tu dibêjî belkî li vê dinyayê kurdan tenê nîhaye diya alemê. Her kes li dibêjî avabûna dewleteke kurd e. Dewlet heqê her kesî ye, ji her kesî ra heq e, helal e, lê ji me kurdan tenê ra ne heq e, heram e.
Tirkiyê dibêje ewê nehêlin deleteke kurd ava bibe.
Îraq dibêje ewê nehêlin dewleteke kurd ava bibe
Sûriye dibêje ewê nehêlin dewleteke kurd ava bibe.
Şîî dibêjin ewê nehêlin deleteke kurd ava bibe.
Sunnî dibêjin ewê nehêlin dewleteke kurd ava bibe.
Çep, komunîst dibêjin ewê nehêlin dewleteke kurd ava bibe.
Rast, dîndar dibêjin ewê nehêlin dewleteke kurd ava bibe.
Faşîst dibêjin ewê nehêlin dewleteke kurd ava bibe.
Lîberal, muhafazakar, sosyaldemokrat dibêjin ewê nehêlin dewleteke kurd ava bibe.
Çeçen dibêjin ewê nehêlin dewleteke kurd ava bibe.
Somalî dibêjin ewê nehêlin dewlteke kurd ava bibe.
Lê derdê di ser derdan ra, hewqas neyar ne bes in, hin kurdên bêxîret û hevalên neyar jî dibêjin ewê nehêlin dewleteke kurd ava bibe. Û ji bo ku dewleteke kurd ava nebe çi ji destê wan tê dikin, bi neyarên kurdan ra êrîşî ser kurdan dikin, serê zarokên wan jê dikin.
Û hinek jî li Anqerê bi Davutoglu û Erdogan ra ji bo avanebûna dewleteke kurd plan û programên bindestmayina kurdan çê dikin.
Min fêm nekir ev kurdan çi bi vê dinyayê, bi van kesan kiriye, dewleta her kesî, her miletî, yên nufûsa wan 2000.3000 hezar jî li dilê xwe dixin, lê gava dor tê ser kurdan hemû bi hev ra dibêjin na, dibê dewlteke kurd ava nebe.
Lê li gel mixalefeta hewqas bênamûs jî kurd ewê dewleta xwe ava bikin, kurd ewê Kurdistana xwe rizgar bikin. Ew bimrin jî, xwe biçirînin jî, dara û singan jî di xwe ve kin, kurd ewê bigihîjin mirazê xwe, Obama jî nexwaze Kurdistan ewê ava bibe. Ji ber ku ewkarwan carê bi rêketiye, hedef hindik maye, roj dike li me kurdan jî hilê, emê jî ronahiyê û bayê azadiyê û serxwebûnê tenefus bikin.
Kurdê dewletbûna kurdan nexwaze, kurdê nexwaze Kurdistaneke serbixwe bibîne, kurdekî rezîl e, bêxîret e û eşkere ya jî bi dizî hevalê neyar e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE