07 juli 2015

Tirk hîn tahmûl nakin bibêjin kurd



Siyasetmedarên tirk gava ji mecbûrî qala kurdan dikin heta ji wan tê nabêjin kurd, gelê kurd ya jî miletê kurd. Ji bikaranîna navê kurd îmtîna dikin. Ji dêlî wê, navên herêman û îstîqametan nîşan didin bikar tînin. Wek ”rojhilat” û ”bassûrê rojhilat” û hwd.
Wezîrê Xebatê û Ewlekariya Sosyal(Çalışma ve Sosyal Güvenlik Bakani) Farûk Çelîk, di hevpeyvîna xwe da gotiye:
-Gelê herêmê( Bolge halki), hemwelatiyên me yên bi koka xwe kurd(kurd kokenli vatandaşlarimiz), însanên bi orjîna xwe kurd (kurd orjinli insanlar), gelê Başûrê rojhilat(Guneydogu halki), mirovên Başûrê rojhilat(guneydogu insani), mirovên rojhilat…” (dogu insani).
Yanî mêrikan tehamulî navê kurd jî nakin, heger wek camêran bibêjin kurd ya ewê devê wan xwar bibe ya jî ewê di zimanê wan da babelûk derkeve. Belkî jî bi hîqoqê bikevin ya jî ji tirsa zimanokê xwe daqultînin…
Miletek ji viya bêtir irqçî û faşîst nabe. Ez sond dixwim vana ji nazîstan û sîyonîstan jî xerabtir in.

XXX
Li Tirkiyê zîhnyeta kemalîzmê hîn serdest e
Kurd li Sûriyê li hemberî çeteyên Daîşê welatê xwe, namûsa xwe, mal û canê xwe bi xwîna dioparêzin, ji bo ku li welatê xwe azad bijîn û xwe îdare bikin.
Lê dewleta tirk dibêje na, dibêj em qebûl nakin hûn kurd li tu welatî ji bindestiyê xelas bibin û li ser axa xwe bibin xwedî desthilat. Erê hûn îro li Sûriyê dewleteke serbixwe naxwazin lê sibe, gava ji we ra lê were û hûn bikanibin hûnê bixwazin û Kurdistaneke serbixwe îlan bikin. Û ev yek jî ewê tesîrê li kurdên me jî bike, bi wextê ra ewê jî wek we eynî tiştî ji me bixwazin. Loma jî em nahêlin hûn li Sûriyê azad bibin. Heger ji me were, em bikanibin emê nehêlin li tu beşekï Kurdistanê hûn ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî wealt û dewlet. Siyaseta me ya netewî do jî ev bû îro jî ev e.
Tiştê dewleta tirk û hukûmta AKPê ji me r adibêjin bi kinî ev e.
Ew ji bo xwe, ji bo filistîniyan û ji heta her miletê din ra dewletbûnê wekî heqekî, wek mafekî xwezayî dibînin, lê gava dor tê ser kurdan dibêjin NA, dibê hûn kurd li her derê bindest bin.
Tiştê deleta tirk, miletê tirk, partiyên tirk, rast û çep û dîndarên tirk û huKümeta AKPê ji me ra dibêjin ev e.
Dewlet, serxwebûn ji bo wan baş e, xweş e, heq e lê ji bo kurdan şaş e, xerab e û ne heq e. Cîrok ev e. Wek kurd ya merivê li dijî vê zorbatiyê be û micadela xwe bide ya jî hustiyê xwe xwar bike û bindestiyê qebûl bike..

XXX


Hin kes hene kêfa wan ji xulamtiya neyar ra tê, tu çiqas sîr û pîvaz dikutî pozê wan jî tesîrê lê nake, naxwazin dev ji xulamtiya neyar berdin.
Ê jixwe her kes nikane bi namûs be, meriv çi bike jî ew ji halê xwe razî ne, ne şerm dikin û ne jî li ber xwe dikevin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE