19 juli 2015

Min tu maneyek neda vê xemxawriya Rûdawê


Malpera Rûdawê bi parlamenterê AKPê û aqilmendê Erdogan yê berê Abdurrahman Kurt ra li ser rewşa wî û AKPê hevpeyvînek kiriye. Hevpeyvîneke balkêş e.
Dema meriv hevpeyvînê dixwîne bi meriv ra hisekî wiha peyda dibe, fena ku Rûdaw AKPê ne wek hêz û partiyeke tirk ya dijmin, wek hêz û partiyeke kurd dibîne û di hilbijartinên dawî da bi têkçûna AKPê ya li Kurdistanê piçekî xemgîn bûye. Û ji bo ku AKP li Kurdistanê careke din wek berê xurt bibe, dîsa bibe partiya yekem dibê çi bike, xebateke çawa bimeşîne. Ji bo vê yekê bi Abdurrahman Kurt şêwirî ye, jê aqil xwestiye, gotiye:
”AK Partî ji bo ku wê rewşê li Kurdistanê serrast bike, pêwîst e çi bike?”
Yanî ji bo ku AKP ku rayên wenda kirine paşda bigre dibê li Kurdistanê çi bike?
Rûdaw, tu carî bi vî aqilî û bi vê sempariyê li partiyên ereban, çi yên şîiyan û çi jî yên sûniyên nanêre û tu carî wan wek partiyên Kurdistanî nabîne.
Mesela, ji bo ku partiya Malikî li Kurdistana başûr bibe hêzeke xurt, bibe partiya yekem ji kurdan aqil nagre.
Lê gava dor tê ser Tirkiyê û AKPê, vê ferqa kurd û tirk, Kurdistan û Tirkiye, ferqa partiyên tirk û kurd ji bîr dike û wek ku AKP ne partiyeke tirk ya dijmin be mutaale dike.
AKP, partiyeke tirk e, partiyeke nîjadperest û panturkîst e, dezgeheke dewleta tirk û ya hêzên îşxalkar e, bi alîkariya dewleta xwe li Kurdistanê bicî bûye. Û bi alîkariya dewleta xwe miletê me bi zor sewq û îdare dike.
Wek kurd dibê meriv bi qelsbûna AKPê û ya hemû partiyên tirk ya li Kurdistanê kêfxweş bibe.
Lê bi qasî ku xuya ye, Rûdaw bi vê qelsbûna AKPê ya li Kurdistanê kêfxweş nebûye. Û lema jî dixwaze bizanibe AKP çawa û bi kîjan riyê dikane dîsa li Kurdistanê xurt bibe…
Abdurrahman Kurt jî bi vê qelsbûna AKPê ya li Kurdistanê zêde kêfxweş nebûye. Ji dêlî wê, bi tunebûna xwe û yên wek xwe ve girê da ye, li gorî wî heger ew û yên wek wî nehatana tasfiyekirin ev îş nedihat serê AKPê.
Yanî piştî hewqas xizmeta ji dewleta tirk û ji Erdogan ra Kurt hîn jî fêm nake AKPê çawa ew tasfiye kiriye, çawa rêza 6an layiqî yekî wek wî dîtine?
Abdurrahman Kurt baş dizane ku yê ew tasfiye kiriye Erdogan e, bêyî emir û daxwaza Erdogan kes nikane wî tasfiye bike.
Lê li gel vê rastiyê jî hîn newêre navê Erdogan bigre devê xwe û bibêje yê ez tasfiye kirim Erdogan e.
Ji dêlî wê, ew di nava partiyê da li ”şêwirmend” û ”musebîbên” xeyalî digere. Û bi rengekî sergirtî hîn jî bi AKPê ra çavan qurç dike, hîn jî naxwaze pira nabêna xwe û AKPê xera bike.
Diyar e Abdurrahman Kurt hîn jî baş fêm nekiriye ku her kurd, bêyî îstîsna her kurd ji bo tirkan û dewleta tirk tenê hacetekî(amûrekî, wasîte, araç) demî ye, heta ku ji wan ra lazim be bi kar tînin, lê roja karê xwe pê qedandin wek hacetekî kevin davîjin ser sergo…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE