13 juli 2015

Kurdbûn ji bo hinekan bûye bela serê wan


Di Med Nûçe TVê da xanimeke bi navê Zubeyde Teker li ser azadbûna Ocalan dipeyivî, wiha dest bi axaftina xwe kir:
-Gelek nasnameyên min hene. Berî heritştî ez elewî me, jin im, sosyalîst im û kurd im…
Yanî bi gotineke din kurdbûn û kurdayetî jê ra qet ne muhîm e, nasnameyeke pîne ye, bêdilê wê ye, dixwaze jê xelas bibe lê nikane, bûye teniya bi dohn û derî îradeya wê tê geriya ye, dike nake, nikane xwe ji vê teniya bi dohn bişo…
Û jixwe xanim vê yekê jî dide der. Lema jî ”kurdbûna” xwe usûlen, kerhen, wek formalîte di rêza çaran qebûl dike.
Ji ber ku kurdbûna wê nayê înkarê, belkî dê û bavên wê hîn sax in. Halîhazir nikane eslê xwe û feslê xwe veşêre.
Heger bikanîbûya kurdayetiya veşarta, bikanîbûya înkar bikra ez sond dixwim ewê bikira.
Ewê bikira, çimkî kurdbûn ji bo Zubeyde Teker xanima elewî bi qasî misqalekî jî ne muhîm e.
Heger kurdbûna wê feyde nagîhandayê, meqam û prestîj nedayê, kevir jî bi ser serê kurdan da bibariya, qira kurdan jî bianiyana ewê îşê xwe ji tu tiştî neaniya.Nuha, di rêzan çaranda "kurdbûna" xwe qebûl dike ji ber ku kara wê tê da heye, bi saya vê nanameyê sibe dikane bibe xwediya kursiyekê.
Yeka ku aîdiyeta xwe ya dînî, mehebî, cinsiyeta xwe, îdeolojiya xwe di ser qewmiyeta(kurdbûna)xwe ra bigre, di nava çar nasnameyan da kurdbûna xwe bigre rêza çaran, bawer bike bi qasî serê derziyê jî hestê kurdayetiyê pê ra tuneye.
Û kesa hestên kurdayetiyê pê ra tunbebe, hewqasî zeîf be, dilê wê ji bo kurd û Kurdistanê neşewite ji kurdan ra tu havilê nake.
Bawer bikin ji bo kurd û Kurdistanê tu feydeya vê xanima femînîst û elewî tuneye, kurdayetiyê ji bo xwe wek qembûr, wek barekî ku dixwaze zû ji ser pişta xwe bavêje dibîne. Ev yek di axaftina wê da pir zelal bû.
Zubeyde Teker, seroka Federasyona malbatên girtîyan e (tuhad-fed) û endama heyeta rîsipiyan jî bûye.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE