25 juli 2015

Kurd bi dereweke tirkan zû hol dibin


Di nav kurdan cahil û aqilsivik heta tu bixwazî pir pin. Medyaya tirk bi viya baş dizane û lema jî bi derewekê xazê dide bi hezaran kurdên aqilsivik û wan bera hev dide. Tabî medyaya PKKê jî di vî warî da roleke ji medya tirk kêmtir nalîze, ew jî kîtleya PKKê pîj dike.
Li gorî xeberê, Ahmet Davutoglu vê sibehê telefonî serok Mesûd Barzanî kiriye û derbarê bombebarankirina kampên PKKê da agahî daya wî û serok Barzanî jî jê ra gotiye ”heqê we heye û em piştgriya şerê we yê li hemberî PKKê û Daîşê dikin.”
Piştî vê derewa medyaya tirk bi sedan kurdên cahil, aqilsivik tavilê rabûn pêdarê û dest bi êrîşên ser serok Barzanî kirin, gotin ”xayin” û nizanim çi û çi…
Heger meriv ne zarok be, ne kêmaqil be ji vê derewa medyaya tirk bawer nake.
Dibê meriv bizanibe Barzanî tu carî ji Davutoglu ra nabêje ”ez piştgriya êrîşa we dikim”, ez we fêm dikim”, we baş kiriye ku we welatê min bombebaran kiriye.
Ya din li ser navên Davutoglu tiştek dihat gotin, lê ne dengê Davutoglu heye û ne jî beyaneke resmî ku meriv bibîne, hela ka li ser vê meselê çi gotiye, çi negotiye.
Çimkî Davutoglu dikane tam wiha jî negotibe.
Ji ber ku em dizanin ji bo ku kurdan bera hev bidin, medyaya tirk her derewê û her tahrîfatê dike. Wek kurd, siyasetmedar dibê meriv viya bizanibe.
Lê yên me wek zarojkan zû hol dibin, her dereweke medyaya tirk wek rastiyê qebûl dikin û dû ra bi canê hev dikevin.
Nuha wa ye derket ortê tiştê hat gotin n derew e, serok Barzanî ji Davutoglu ra negotiye hûn bi heq in û em piştgiriya bombebarana we dikin. Belovacî wê, serok Barzanî li dijî êrîşê derketiye û gotiye şer ne tu rê ye. Çare diyalog û aştî ye.
Fermo ev jî beyana serok Barzanî:
Ji aliyê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
di derbarê axaftina telefonî ya
navbera Kak Mesûd Barzanî û Ahmet Davutogluyê de
daxuyaniya jêrîn
di rûpela resmî ya serokatiyê de
hate belavkirin:
"Şeva derbasbûyî artêşa Tirkiye baregehên PKK ê li çend navçeyekî Herêma Kurdistanê bombebaran kir. Piştî wê bombebaran kirinê, demjimêr 09.30 xuleka berî nîvroya îro şemî 25.07.2015 birêz Ahmed Davudoglu Serok Wezîrê Tirkiye, li rêya telefonê ve peywendî bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û bi dirêjî behsa rewşê kirin û sedema gihîştina rewşê ya asta vê pêşketina niha rûn û zelal kir.
"Li beranber da Serok Barzanî dilgiraniya xwe nîşan da ku rewş gihîştiye vê asta metirsîdar û tekez jî kir ku me gelek daxwaz kir kêşe negihînin asta girjiyên zêdetir, ji ber ku aştî take rêya çareseriya kêşeyane û çendîn sal guftûgo baştire li yek demjimêr şer kirinê. Ji bo wê yekê Herêma Kurdistanê hemû hewlek dide ku rewş ji vê zêdetir nebe û vegerana proseya aştî baştirîn rêye ji bo çareseriyê.
"Serok Barzanî her wiha tekez dike ku ji bo sergirtina proseya aştî li gel hemû aliyan hemû hewlekî daye û niha jî ji bo nehiştina vê girjiyê her çi li şiyana wî de hebê dike û hêvîdare hemû aliyek vegerin li ser bingeha proseya aştiyê.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
25.07.2015"

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE