12 juli 2015

Heta em bêtifaq bin emê "daîm bi temerrud û şîqaq bin…"

Heta ku îdeolojiyên sinifî û dînî di nava kurdan ji îdeolojiya kurdperweriyê(miliyetçîtiyê), kurdayetiyê xurttir bin yekîtiya kurdan ya ne mimkûn ya jî pir û pir zor e.
Dibê fikrê, îdeolojiya rizgarkirina Kurdistanê, kurdperwerî li ba kurdan di ser hebû îdeolojiyên din ra be, hemû îdeolojî û fikrên din yên talî bin.
Heta ku wiha nebe, wek kurdperwerê miletê kurd yê mezin, seydayê Ehmedê Xanî jî gotiye kurd ewê daîm ”bi temerrud û şîqaq ” bin, ji her serokî, ji her partiyê, ji her nivîskarî ewê dengekî cihê derkeve...
Heta em bêtifaq bin emê daîm bi temerrud û şîqaq bin…
Ger dê hebuwa me îttîfaqek
Vêkra bikra me înqiyadek
Rom û ‘Ereb û ‘Ecem bi temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîli dikir me dîn û dewlet
Teshîli dikir me îlm û hîkmet
Temyîz-i dibûn ji hev meqalat
Mumtaz-i dibûn xwedan kemalat
Ew ‘Ari Li Xelqê Namidar e: (Şiûra netewî li ba mîrên kurdan tuneye)
///Ehmedê Xanî

XXX


Kurd ji Reqayê paqij kirin
Li gorî xebrên ji herêmê tên Daîşê Reqa ji kurdan paqij kiriye, bi hezaran kurd bi destên zarokên xwe girtine û li ser fermana Daîşê ji Reqayê derketine û xwe avêtine dexlê Kobana wêran.
Hukûmeta AKPê, medyaya tirk, îslamîstin tirk li gel ku li Girê Spî kurdan kes nekuştin, kes mecbûrî koçberiyê nekiribûn jî wan qiyamet rakir û gotin kurd tirkmenan û ereban bi darê zorê ji herêmê paqij dikin.
Lê eynî hêz ev hefteyeke li hemberî vê terora Daîşê û sirgûnkirina bi hezaran malbatên kurd kerr û lal in, qet dengê xwe nakin.Li ser vê terora Daîşê û koçkirina kurdan rêzekê jî nanivîsin, fena wih wiha li kurdan ranebûbe.
Dengê xwe nakin ji ber ku paqijkirina kurdan ji Reqayê bi dilê hukûmeta AKPê û îslamîstên tirk e. Heger ne bi dilê wan bûya, ne destûr û xweşbîniya Tirkiyê bûya çeteyên dewleta wan ev zulm li kurdan nedikir. Gava kirin ewê li dij derketana.
Ev jî nîşan dide ku îlamîstên tirk ji kemalîst û faşîstên tirk ne kêmtir minafiq û neyarên miletê kurd in.
Bi şerê Daîşê ra kurdan dîndarên tirk jî baş nas kirin, dîtin bê ew çiqasî zalim, dilreş û minafiq in, bê ew çiqasî neyarê kurdan e û di nabêna wan û faşstan da tu ferqeke mezin tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE