11 juli 2015

Hema bendekê jî bavêjin ser hirçê

Platforma Qudsa Azad, do li Diyarbekrê ”Roja Cîhanî ya Qudsê” pîroz kirine. Ev jî tiştekî nuh e, ji bo propagandeyê û daketina kolanan bahaneyeke.
Platforma Qudsa Azad,  ev roj li ber deriyê Mizgefta Mezin ya Amedê piştî nimêja îniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê pîroz kiriye. 
Daxuyanî ji aliyê Cemîl Onsalê Endamê Platforma Qudsa Azad ve hatiye xwendin.Onsal, bang li alema îslamê kiriye, gotiye li Qudsê xwedî derkevin û piştgiriyê bidin Hemasê.

Ev birayên me yên dîndar li dijî Îsraîl derdikevin, alîkariyê ji Hamasê ra, ji filistîniyan ra dixwazin, dewlketeke filîstîn ya serbixwe dixwazin, dixwazin li her derê misilman azad bibin û bibin xwedî dewlet.Û ji bo wan beyanan didin, mitîngan çê dikin.

Lê tenê ji bo gelê xwe yê bindest mitîngan çênakin û dewletê naxwzin. Ji bo filistîniyan, ji bo Hamasê, ji bo hemû misilmanan hêsiran dibarînin, lê ji bo kurdan zêde tiştekî nakin. Bindestiya kurdan ne zêde dilê wan dişewitîne û ne jî bala wan dikşîne.

Û rewşa kurdan jî  hezar qatî ji ya filistîniyan xerabtir e. Ma li Tirkiyê çi heqê kurdna heye?
Hîn hebûna kurdan nayê qebûl kirin, hîn kurd nikanin navên kurdî li zarokên xwe kin.
Ew li ber Mizgefta mezin vê zulmê protesto nakin, ji bo ku ev zulm ji ser kurdan rabe bag li cîhanê nakin, ji bo Hamasê alîkariyê dixwazin.
Yanî şîn û giriyê van dîndarên me tim ji bo xelkê ye, ji bo xwe qet nagrîn û tiştekî naxwazin. Giriyê wan, beyanên wan, banga wan tim ji bo Hamasê, ji bo filistîniyan, ji bo Mursî ye.

Çîrokek kurdan ya meşhûr heye, dibêje li gund Şêro nêçîrvanekî bi nav û deng bû, herkesî dixwest bi wî ra here nêçîrê. Rojekê xeber hat gund, gotin hirç ketiye bîstanên gund.

Şêro tavilê rextê xwe girê da, rahîşt tivinga xwe û çû bi dû hirçê ket. Piştî demek kin hirç dît, tavilê nîşan lê girt û bera dayê. Hirç birîndar bû lê neket, reviya. Şêro jê naqetiya,  da dû. Cara duyem berî ku derbeke din jî berdê, hirçê xwe çindî ser kir û ew hirç bi hev ra ji ser zinêr totî jêr bûn û herdu jî mirin.

Gundiyan cenazeyê wî birin gund. Li gund bû şîn û hurobî, pîrekan li xwe xistin, porên xwe kişandin, kilam avêtin ji ser da. Di şînê da pîrekê hew xwe ragirt, ji pîrekan ra got:

-Hemû kilamên we li ser Şêro ne. Lê Şêro jî hirç kuşt, hema bendekê jî bavêjin ser hirçê, ew jî hat kuştin, ew jî guneh e…

Ezbenî, kurd jî bindest in, kurd jî gune ne, ji bo Xwedê hema bendekê jî bavêjin ser kurdan, li dijî Daîşê jî tiştekî bikin û bibêjin….



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE