15 juli 2015

Ez çi bikim yê cesareta vê bêedebiyê didin te kurd in !



Parlamenterê HDPê yê Stenbolê, tirkê bi navê Sezaî Temellî, di twîteke xwe da ji serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ra gotiye ”pûşt”. Li hemberî vê bêdebiya wî, kurdan do reaksiyonek baş nîşan dan. Reaksiyon hîn jî berdewa e.
Vî bêedebê mahcirê Balkanan ya jî Kafkasan wa ye uzrê xwe xwestiye. Diyar e mecbûr kirine. Uzirxwestina wî baş e, tesîra rexneyên kurdan nîşan dide.
Lê di uzrê wî da poşmanî tuneye, ji serok Barzanî û ji gelê kurd uzir naxwaze, nabêje tiştê min gotiye şaş e. Dibêje ”ew uslûp bi min û bi partiya min nakeve. Piçekî zêde bû. Lema jî ez wê rast dikim û ji kesên min ew êşandine uzrê xwe dixwazim.”
Twîtta Sezaî Temellî ya ku têda ji serok Barzanî û Sivan ra dibêje ”pûşt” ne nuh e, du sal berê dema Mesûd Barzanî û Şivan bi hev ra çûn Diyarbekrê nivîsî ye. Yanî mêrik ji zûda ye neyarê Barzanî ye. Lê kurdan dîsa jî ew kirin nûnerên xwe.
Wek min got, uzir xwestina wî baş e, lê belê dibê em bizanibin ew hîn jî wiha difikire, ew hîn jî Barzanî, PDKê, miletê kurd wek neyar dibîne. Lema jî carnan bêhemdî kontrola xwe wenda dike û ya dilê xwe dide der.
Di nava HDPê xwedêgiravî çend parlamenterên ”, netewî, kurdperwer” hene, dibêjin ew kurd û Kurdistanî ne û menfeeta kurdan û Kurdistanê di ser her tiştî ra digrin. Heta nuha li hember vî bêedebê tirk ji wan tu deng derneket. Gelo hîn ev twîtta Sezaî Temellî nexwendine, haya wan ji vê bûerê tuneye?
Behçet Erçağ Mamoste bêguman Barzanî serokekî Kurdan e û wan sixêfan heq nake. Belê, Barzanî niha hevalbendê Erdogan e. Di hilbijartinan de piştgirî qet neda HDPê. Rûdawa binemala Barzanî herroj mitîngên Erdogan û Dawudoxlu bi awayekî zindî belav-dikirin. Pêşkeşvanên wan û nivîskarên rojnameyên wan rasterast pişta AKPê digirt. Em behitî diman! Barzanî bo PDKê belkî gellekî hêja be, belê bo Kurdistana Mezin î bê proje ye. Mefîet-parêzê binemala xwe û partîya xwe ye. Mixabin ev rastiyeka wi ye.
- Birayê Behcet Erçag tiştê tu dibêjî yek jî ne rast e. Dema tu dibêjî “Barzanî hevalbendê Erdogan” e tu pir eyb dikî. Kî bibêje jî dibê tu tiştekî wiha nebêjî.
Mesûd Barzanî ne havalê tu neyarekî milwtê kurd e û tu carî nabe heval jî.
Lê îro mecbûr e bi wan ra bide û bistîne û tîcaretê bike. Ew serokê miletekî û hukûmetekê ye, nikane li hemberî Tirkiyê wek siyasetmedarekî bi serê xwe, wek min û te bipeyive û beyana bide.
PKK jî gava pêwîst dibîne ya jî mecbûr dibe ew jî bi Sûriyê ra, bi Îranê ra dide û distîne, bi wan ra hevkariyê. Têkiliya PKKê bi Esad ra tu jî dizanî.
Li gel vê jî gava hewce dibe dibê meriv Barzanî û PDKê jî rexne bike. Dibê meriv medya wan jî gava tiştekî şaş kirin rexne bike.
Bes îthamkirina Mesûd Barzanî bi hevalbendiya Erdogan, AKPê û dewleta tirk neheqiyeke pir mezin e, kêmbûna hest û dîtineke netewî ye.
Gava ez li gorî xwe kêmasî û şaşiyeke Rûdawê dibînim rexne dikim û dibê meriv bike jî. Lê li gorî Rûdawê medyaya PKKê, Lêkolîn orga PKKê hezar qatî tiştê xerabtir dike û dibêje.
Heger meriv xêra kurdan û yekîtiya kurdan dixwaze dibê meriv li serok û lîderên kurdan, yê kîjan partiyê dibe bila bibe heqaretê neke û heqareta li wan xweş nebîne. Lê bi termên siyasî rexne bike, fikirê xwe bibêje. Ev du tiştên ji hev cuda ne.
Lê ne heddê bavê tirkekî bi rayên kurdan bûye parlamenter ji ji Mesûd Barzanî, ji serokekî kurdan ra bibêje “pûşt” !
Dibê kurd devê vî bêdebî biçirînin.
Bersîva Balîsok Teşqele Heqî.
Zinarê Xamo Min ji bersîva te rindikî fêm nekir….
Ez Şivan û Îbo didim aliyekî, ew ne mijara me ye. Heger mesele qetlîama Roboskê û destgirtin be, tirkan heta nuha bi milyonan ji me kuştine, Erdoga û serokê MITê bi hezaran gerrîla dana kuştin û serê wan dane jêkirin. Lê Ocalan her roj bi serok û bepirsên MITê û AKPê ra rûdine, hevûdu himêz dikin û bi hev şêwir û mişêwra dikin. Sibe HDP dikane bi AKPê ra koalîsyonê jî ava bike. Ev ev ne qusûr e, siyaset e. Lê gava Mesûd Barzanî wek serikê hukûmetekê bi Erdogan ra rûne xerab e.
Got gurriyo kumê min li sere te…
Heger tu ji himbêzkirinê hewqasî aciz î berê li Ocalan yasax bike, ma ew û serokê MITê dema rûdinin bi boksan li hev dixin, ya hevûdu himêz dikin?
Behçet Erçağ Mamoste Zinarê Xamo jixwe ez nabêjim PKK û çapemenîya wê paqijtirîn layen in. Ez rastîya xwe bêjim, ez ji hemûyan bêhtir Rûdawê sêrdikim. Û rojnameya Xebatê dixwînim. Û ez wê seqetîya Sezaî Temellî kirî jî asayî nabînim. Jixwe binemala me 50-60 sal e ku Barzanî û sîyaseta wî li Iraq û Tirkî diparêze. Hema bêje pismamên min hemû hîna pêşmerge ne. Bes tiştekî berbiçav li holê ye: Erdogan û Barzanî di sîyaseta herême de rexê 'bloqa sunnî' digirin. Bo nimûne, di serî de heke li Rojava, li cihê PYDê ENKSê rêveberî ava bikira dê Erdogan îtîraz ne-kiriban. Dawudoxlu digot tercîha me ENKS ye ku ligel Itlafa Sûrî be. Bo nimûne, berî çend mehan hemû alîyên sîyasî li Başûr banga piştgirîyê bo HDPê kir. Û hatin bangeşîya li Bakûr geş kirin. Heta ku HDK-Êran jî şerê navbera xwe û PKKê hêla û piştgirî da HDPê. Belê PDKê yek axavtin jî nekir. Tenê roja dawî daxwazîya aramî û serbestîyê bo hilbijartinan kir û behsê serkeftinê bo 'hemû partîyên turkîya' kir. Bêguman, xeletîyên wî hebin jî Barzanî her serokê me ye. Spas bo eleqa we mamoste.

Zinarê Xamo Behcet, tu pir û pir şaş î, wê demê tu tirkan û dewleta tirk qet nas nakî.
Heger li rojava ne PYD, ENKS ya jî PDK jî bûya û ji dêlî Salih Muslim jî Mesûd Barzanî bûya Tirkiyê ewê dîsa eynî siyaset bimeşanda, Erdogan dîsa ewê bigota ”em qebûl nakin li başûrê welatê me dewleteke kurd ava bibe.”
Dijminatiya tirkan ne bi partiyan û ssexsan ra ye, bi daxwaza wan, bi kurd û Kurdistanê ra , bi desthilama miletê kurd ra ye. Kî viya bixwaze ew neayrê tirka ye.
Ma eynî Erdoganî çend sal berê eynî tişt ji bo başûr, ji bo PDKê û Mesûd Barzanî ra jî nedigot?
Ma heqaretên Erdogan, Çîçek, Arinç û gelek AKPyiyên din li Mesûd Barzanî kirine qey te ji bîr kirin?
Ma yên ji Barzanî ra digotin vana ”şekalalêsin” ne ev bûn?
Bira, dewleta tirk, Erdoga û Davutoglu li dijî miletê kurd in, li dijî daxwazên kurdan yên netewî ne, naxwazin kurd li tu derê bibin xwedî desthilat. Partî, serok ji wan ra ferq nake, kîjan partî ji bo kurdan doza azadiyê û mafê kurdan bike ew li dijî wê partiyê ne, li dijî wî serokî ne.
Do li Kurdistana başûr li dijî PDKê û YNKê bûn, îro li dijî PYDê ne. Li rojava ji dêlî PYDê PDK bûya ewê eynî tişt bigotana.
Dewleta tirk dijminê her kurdê bi xîret û bi namûs e, li dijî daxwaza kurda ye, viya ebeden ji bîr neke..



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE