23 juli 2015

Ev şer û cenga giran ji bo ku Kurdistan çênebe

Berê jî min çend caran got, ez careke din jî bibêjim, tirk, ereb û faris dixwazin kurdan ji herêmê ji kok da paqij bikin, derbeke wisa li kurdan bidin ji bo ku careke din nikanibin pişta xwe rast bikin û ji Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê doza axê û mafan bikin.
Yanî dixwazin ebediyen rê li ber avabûna Kurdistanê bgirin.
Di vî warî da herçar dewlet û hersê milet hemfikir û mitefik in. Û ji bo ku derbeke mirinê li kurdan bidin û bigihîjin armanca xwe gelek rê, metod û taktîkan cûrbecûr bikar tînin.
Geh rasterast bi leşkerên xwe êrîş dikin, geh jî hin hêzên îslamî yên wek Daîşê, El- Nusra û yên wek wan ava dikin, alîkariyê pê ra dikin û dû ra jî bi wan ra dajon ser kurdan û Kurdistanê wêran dikin.
Ji bo van herçar dewletan kurdên ”baş” û ”xerab” tuneye, her kesê dibêje ez kurd im hedefa wan e, dixwazin ji ortê rakin.
PKK, PYD, PDK, YNK, Goran îslamî, komunîst qet ferq nake, kurdê got ez kurd im û doza hin mafan kir neyarê wan e û dibê were îmhakirin.
Şerê wan û hevdîtinên wan yê ”aştiyê” jî ji bo qelskirin, paqijkirin û mehûkirina miletê kurd e. Di her warî da…
Wek kurd, wek siyasetmedar û partî û hêz dibê em vê nêt û hedefa neyarê xwe bizanin û li gorî wê tedbîrên xwe bigrin û li gorî wê siyaseta xwe tanzîm bikin. Mesela piştî her qetlîamekê di medyaya sosyal da tirk eşkere dibêjin:
”Birayê kurd, helbet mafê te jî heye tu li ser vê axê bijî. Lê dibê em li ser axê û tu jî di binê vê axê da bijî…”
Belê, tiştê birayên me yên tirk, ereb û faris ji bo me kurdan rewa dibînin ev e, jiyaneke di binê axê da ye…



XXX
Ji bo ku kurd ji Tirkiyê veqetandinê û serxwebûnê bixwazin dibê hêviya xwe ji dewleta tirk û miletê tirk qut bikin.
Tirk bi kirinên xwe, bi zalimî û bêmerhetiya xwe, bi kîn û nefreta xwe ya li hemberî kurdan, fikrê serxwebûnê, fikirê bi tirkan ra jîneke miştereke ne mimkûn e roj bi roj li ba kurdan xurt dikin.
Tirk bi nasyonalîzim û panturkîzma xwe ya dûr î aqilan nîşanî kurdan didin ku ew tu carî nafikirin kurdan wek kurd qebûl bikin û jîneke wekhev bi wan ra bijîn…
Tiştê tirk bi îdeolojî û kirinên xwe yên antî kurd ji kurdan ra dibêjin bindestiyeke ebedî ye, asîmïlasyon û tirkbûn e.
Kurdan ev dused sal in bindestî û tirkbûn qebûl nekirine û îro jî ewê qebûl nekin.
Bedelê azadî û serxwebûnê çi be kurd ewê bidin. Êdî veger tuneye. Ji ber ku di riya azadiyê da heta nuha bedelekî pir mezin dane. Piştî bedelekî hewqasî mezin, xwîneke hewqasî zêde qebûlkirina tirkbûnê ne mimkûn e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE