09 juli 2015

"Apo, ez jî êdî bûm kurd"!


Biraziyê Fadil Ozçelîk, ji ber navê xwe yê bi kurdî(navê wî Bawer e)ji kar hatiye derxistin. Piştî ku fêm kirine kurd e, bahaneyek dîtine û ji kar derxistine.
Bawer ji apê xwe Fadil ra nivîsîye, gotiye, ”apo, sirf ji ber navê xwe ez ji kar hatim derxistin.”
Û dû ra jî gotiye, ”apo, ez jî êdî bûm kurd”!
Pir baş e…
Jixwe kurd bi piranî bi riya zulmê û dîskrîmînasyonê bi kurdiya xwe hesiyan e, dihesin.
Dewleta tirk, civata tirk bi kirinên xwe yên irqçî mirivê kurd bi kurdayetiya wî dihesîne.
Dibêje tu ne ji min î.
Dîskrîmînasyon qedera her kurdî ye, tiştê hatiye serê Bawer, hatiye serê gelek kurdî û dikane were serê her kurdî.
Bindestî, bêdewletî û mahcirî wiha ye. Em li welatê xwe bindest in û li Tirkiyê jî mihacir in.
Li tu welatî bindest û mihacir bi însanên xwediyên wî welatî ra hertim ne xwedî heman maf û azadiyan in.
Li Tirkiyê kurd carnan ji ber navê xwe, carnan ji ber paşnavê xwe, carnan ji ber bajarê xwe, carnan ji ber zimanê xwe û carnan jî ji ber nîjada xwe marûzî neheqiyê û dîskrîmînasyonê dibin.
Ev ne tiştekî xerîb û anormal e.
Çimkî kurd e, ne tirk e.
Tirkiye ne weletê kurda ye.
Dewleta tirk ne dewleta kurda ye.
Lema jî ne mimkûn e ku her kurd wek tirkekî, bi qasî tirkekî azad û xwedî maf be û li her derê miamela tirkekî pê ra were kirin.
Ev ne mimkûn e.
Ji ber ku dewlet ne ya kurdan ya tirkan e.
Ji ber ku dewlet ya merivê tirk e, helbet ewê yê tirk bêtir biparêze, helbet ewê ji yê kurd bêtir qedir û heq bide yê tirk.
Ne hertim be jî lê bi piranî wiha ye.
Û heta ku ev dewlet ya tirkan tenê be ev rewş ewê wiha dom bike. Bawer û Azad û Hêlîn û Bêrîvan ewê tu carî bi Hakan û Alpaslan ra nebin xwediyên eynî mafan û ji alî miletê tirk û dewleta tirk ve eynî muamelê nebînin.
Heger em dixwazin Bawer û Hêlînên kurdan dîskrîmîne nebin dibê em jî rojekê bibin xwedî welat û dewlet.
Çare ev e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE