31 juli 2015

Ev micadele jixweber nehat vê nuxteyê


Min nuha telefonî kekê Dr. Nacî Kutlay kir. Min bihîstibû nexweş e, emeliyat bûye. Heta min telefona wî bi dest xist hinek wext bi ser ket.
Bi telefona min pir û pir kêfxweş bû.
Kekê Nacî Kutlay dostekî min ê kevn e, di hin waran da em tim wek hev nefikirîne, lê li gel vê jî dostayiya me tu carî xera nebû. Min tim qedrê wî girtiye û hurmeteke mezin nîşanî wî da ye û hemû mezinên wek wî daye.
Dibê meriv wefadar û qedirzan be, ne nankor be, ked û xebata însanan înkar neke, ji... bîr neke, biçûk nebîne.
Dibê meriv her tiştî, her micadelê, her xebatê li gorî şert û mercên demê binirxîne û mutaala bike.
Dr. Nacî Kutlay, yek ji wan kurdan e di salên 50ê û 60î da wêrî bûye bibêje ez kurd im, wêrî bûye kurdayetiyê bike û ji bo wê jî bedelekî bide, têkeve zindanan û bi îdamê were mahkimekirin.
Dr. Nacî Kutlay yek ji girtiyên ”Bûyera 49a”* ye, ew 49 kurdên welatparêz di sala 1959a da bi tohmeta dixwazin Tirkiyê perçe bikin û Kurdistanê ava bikin hatin girtin û bi daxwaza îdamê mahkime bûn.


Di salên 50î û 60î da gotine ez kurd im bi serê xwe mêraniyeke pir mezin bû, jê ra cesaret dixwest.
Lema jî dibê meriv bi çavê îro li xebatên salên 50î û 60î nenêre, li gorî şertên wê demê binirxîne.
Di wan salan da ji bo her gotineke kurdî ceza li însanan dihat birrîn.
Kurdperweriya, kurdayetiya salên 50î û 60î ne wek ya nuha bû, wek meriv îro here li Kobanê û Şengalê û li dijî Daîşê şer bike.
Ne ew xebat û fedekariyên kurdên yên salên 50î û 60î û 70ê bûya îro em ne li vê nuxteyê bûn.
Pir hindik, wan ji me ra, ji nifşên îro ra mîratek, bingehek li pey xwe hîştin. Û yên li dû wan hatin li ser wê bingehê micadeleya xwe domandin û pêşda birin.Yanî mewziyên îro hene berdewama serîhildanên kurdan û xebata salên 50î, 60î, 70ê û 80î ye.
Keç û xortên îro dibê ne tenê serokên xwe û micadela partiyên xwe bizanin û tenê pesnê wan bidin, dibê piçekî jî dîrok, xebat û micadela berî serok û partiyên xwe jî bizanin û hurmetê jê ra nîşan bidin.


Lîsteya navê kesên di doza 49a da mahkime bûn:
Alî Karahan
Şevket Turan
Nacî Kutlay
Koço Elbistan
YavuzÇamlibel
Mehmet Alî Dînler
Yusuf Kaçar
Nurettîn Yılmaz.
Ziya Şerefhanoglu
Medet Serhat
Hasan Akkuş
Orfi Akkoyunlu
Selim Kilıççiglu
Sahabettin Septioğlu
Saîd Elçî
Saît Kırmızıtoprak. ( Dr. Şivan )
Yaşar Kaya
FaÎk Savaş
Haydar Aksu
Ziya Acar.
Fadil Budak
Halil Demirel
Ferît Bîlen
Esat Cemiloglu
Mustafa Nurî Direkçigil
Fevzi Avşar
Necati Siyahkan
Hasan Ulus.
Nazmi Balkaş
Huseyîn Oguz Uçok
Mehmet Nazim Çigdem
Fevzi Kartal
Mehmet Aydemir
Abdurrahman Efem Dolak
Musa Anter
Canip Yildırim
Emin Kotan
Okkeş Karadag
Muhsin Şavata
Turgut Akin
Sitki Elbistan
Şerafettin Elçî
Mustafa Ramanli
Mehmet Özer
Feyzullah Demirtaş
Cezmî Balkaş
Halis Yokuş
Îsmet Balkas
Sait Bingol
M.Emîn Batu (Di hucrê da mir)

Him me dikujin û him jî nahêlin em miriyên xwe veşêrin






Hukûmeta AKPê ev 5 roj in 13 cenazeyên zarokên kurd, cenazeyên 13 hemwealtiyên xwe li ser sînor dane sekinandin, nahêlin cenazeyan derbasî hundur bikin.
Û biryara vê zulmê, vê bêexlaqiyê jî di heyeta wezîran da hatiye girtin. Li gorî gotina parlamenterê HDPê Idrîs Baluken, emrê negirtina hundur serokwezîr Davutoglu daye.
Yanî heyeta wezîran ( 3 heb kurd in), di civîna xwe da biryara daye cenazeyên 13 kurdên hemwelatiyên... Tirkiyê berra hundur nede, nehêle dû û bavên wan cenazeyên zarokên xwe bigrin û bibin li bajar û gundê xwe gorr bikin.
Ma li dinyayê zulmeke ji viya mezintir heye?
Û 3 wezîrên kurd jî bi Davutoglu ra ji vê zulmê ra, ji vê nemirovatiyê ra gotine erê !
Mêrikan him me dikujin, didin kuştin û him jî nahêlin em miriyên xwe jî li welatê xwe veşêrin.
Dibê miletê kurd vê bûyerê û navê van 3 wezîrên kurd(Mehdî Eker, Cevdet Yilmaz, Mehmet Şîmşek) ebeden ji bîr neke.


XXX



Agahdarî !


Hin nas, dost û xwendevan nivîsên min bi tirkî şirove(komentar)dikin. Ez di malpera xwe da cî nadim tirkî, şiroveyên bi tirkî naweşînim. Yanî ne bi tikî dinivîsim û ne jî nivîsên bi tirkï qebûl dikim. Lema jî şiroveyên/komentarên bi tirkï radikim.
Ev 8 sal in min yek carê jî cî nedaye şiroveyeke bi tirkî. Rast, şaş, ev biryara min e. Hêvî dikim hemû nas, dost û hevalên min taqîp dikin bêxeyd hurmetê nîşanî vê biryara min bidin....

Însan çawa dikane hewqasî bêûjdan bibe ez fêm nakim



Min di Haberturkê da nuha du sê deqîqeyan li Muhsîn Kizilkaya guhdarî kir. Bi hemû hêza xwe abûqatiya AKPê û Erdogan kir. Got li Mêrsînê ez nikanîbûm biçûyama ser sindoqan, pûlisan jî alîkariya (wan) yanî alîkariya HDPê dikir.
Dû ra jî got bi zorê ray ji xelkê girtin. HDPê li hin deran sedî 98 ray girt, ev faşîzim e, Seddam jî hewqas ray nedigirt.
Mêrik carê bûye zilamê neyar, mecbûr e xwediyê xwe biparêze û kurdan reş bike. Min tehamul nekir lê guhdarî bikim.
Dewlet Kurdistanê dişewitîne, rojê bi tonan bombeyên jahrî bi ser zarokên kurdan da dibarîne, wek ku di cengeke mezin da be 30 balafiran bi hev ra dişîne ser Qendîlê. Kizlikaya  wek kurdekî li dijî vê zulmê, vê kîn û nefreta dewleta tirk dernakeve, PKKê rexne dike, dibêje PKK zorbatiyê dike.
Zorbatiya dewletê, zulma dewletê, terora dewletê pê wek şîr û şekir e, lema jî jê ne aciz e. Lema jî li dij dernakeve, rexne nake.
Herewere PKK û HDP, hemû xerabî ji PKKê û HDPê da ye, dewleta tirk, hukûmeta AKPê, Erdogan û Davutoglu pir û pak in, qet şaşiyeke wan, neheqiyeke wan tuneye.
Însan çawa dikane hewqasî bêûjdan bibe meriv fêm nake…
Însaniyeta xwe jî, ûjdanê xwe jî, xurûra xwe jî firotiye, dewleta tirk, Erdogan û Davutoglu...
Tu dibêjî belkî ev cara pêşî ye di hin sindoqan da ji partiyekê ra sedî 90-98 ray derdikeve.
Li gelek deran AKPê jî sedî sed ray girtiye. Hema ez zanim li bajarê min, di gelek sindoqan da û bi taybetî jî li gundên ereban rayek jî ji BDPê , ji HDPê ra derneketibû.
Yanî pir normal e li gundekî hemû gundî rayên xwe bidin partiyekê. Ev ne tiştekî pir ecêb e.

30 juli 2015

Xelk miriyên me jî û zindiyên me jî ji însên nahesibînin


Sekreterê Koma Milletan Ban Ki-Moon, gotiye ”operasyonên Tirkiye li hemberî PKKê dimeşîne ji bo parastinê ye û lema jî li gorî peymana Koma Miletan e û meşrû ye.”
Ban Ki Moon gotiye, ”di hevdîtna xwe ya bi serokwezîr Davutoglu ra min jê ra got, ez êrîşên terorîstî bi şîdet mahkûm dikim. Piştî vê hevdîtinê, Tirkiyê leşkerî xwe yê din jî wenda kir. Ez vê jî bi şîdet şermezar dikim.”
Dema meriv bê dewlet be kes kuştiyên meriv jî nahesibîne.
Ban Ki-Mon, kustina du pûlisên tirk şermezar dike, ji Davutoglu ra xemgîniya xwe tîne zimên, lê her roj 4, 5, 6 kurdên, zarokên ji alî dewleta tirk ve tên kuştin ne dibîne û ne jî şermezar dike.
Xwedêjêrajî, em jî tên kuştin, em jî însan in, bendekê babêje ser me !
Di nava van sê salên agirbestê da dewleta tirk bi kêmanî hezar kurd kuştin. Dewlet her roj çend kurdan dikuje. Lê kes hejmara wan jî nizane.
Li Diyarbekrê di mitînga HDPê da dewletê qetlîam kir, çar kes hatin kuştin û bi sedan jî birînsdar bûn. Nigên çend kesan hatin jêkirin.
Sekreterê Koma Milatan(Neteweyên Yekbûyî)van qetlan, van cînayet û qetlîamên dewleta tirk nabîne.
Tenê kusstina pûlis û lesskerên tirk dibîne.
Çima yê tirkan dibîne û yê me nabîne?
Ji ber ku dewlet û serokwezîrê kurdan tuneye.
Ji ber ku kurd bêxwedî ne.
Lema jî Ban Ki-Moon, zulma li me dibe jî û kuştiyên me jî nabîne, tenê yên tirkan dibîne.
Çimkî ew xwedî dewlet in…

Lawikê min çû seferê hat kerê berê

Mr. Bean Davutoglu dîsa ez baş kenandim…
Serokwezîrê Erdogan yê şexsî Mr. Bean Ahmet Davutoglu, derbarê şerê wan yê li hemberî “terorê” yanî şerê wan yê li hemberî kurdan û êrîşên ser kampên PKKê bi telefonê agahî daye serokê MHPê Bahçelî serokê CHPê Kiliçdaroglu. Lê telefonî Demirtaş nekiriye.
Mr. Bean Davutoglu gotiye wî telefonî Demirtaş nekir, ji ber ku Demirtaş ne li dijî terorê ye, “terora PKKê” mahkûm nake, lema wî telefonî Demirtaş nekirye.
Meriv di heqê planên xwe da agahiyê nade neyarê xwe, tu û dewleta te Demirtaş neyar dibînin û li hemberî wî şer dikin, ma tu yê çawa agahiyê bidî Demirtaş?
Li Tirkiyê bi serokwezîrtiya Mr. Bean Davutoglu siyaset bûye komedî, ev 35 sal in li Tirkiyê ev demagojiya “terorê” tê kirin.
Lê çi heyf ku nûner û siyasetmedarên kurd tu carî xweşik bersîva vê îthama tirkan nadin, nabêjin ne PKK terorist e û ne jî şerê dide terorîzm e. PKK partiyek, tevgereke çep ya netewî ye û şerê dide jî şerekî bi heq û netewî ye. El Feteh çima û ji bo çi ne tevgereke terrorist be, PKK jî ji ber wan sebeban ne terrorist e, tevgereke millî ye.
Îro ji PKKê ra dibêjin “terrorist”, çimkî PKK tevgera herî xurt e, ew wan nerehet dike. Heger sibe li Kurdistanê partiyeke din jî wek xurt bibe û doza mafê miletê kurd bike, ewê ji bo wê jî bibêjin “terorist”.
Ma ji PYDê ra jî nabêjin “terrorist”?
Li gel ku PYD ne partiyeke Tirkiyê ye, li gel ku PYDê heta nuha yek bûyereke terorîstî jî nekiriye tirk jê ra dibêjin ”rerorîst”!
Yanî sebebê îthama tirkan ya terorîzmê kurd û Kurdistan e, kî kurdayetiyê bike û Kurdistanê bixwaze, doza mafê miletê kurd bike tirk mohra ”terorîstiyê” lê dixin, ji ber ku tenê îthamê dikanin xwe biparêzin û tevgerên kurd li dinyayê reş bikin.
Terorîstê herî mezin dewleta tirk e, terora herî mezin dewleta tirk li hemberî kurdan dide meşandin.
Yê her roj xelkê sivîl digre, dikuje, gund, çiya û baniyên me bombebaran dike , daristanên me disewitîne dewleta tirk e. Teror ev e, terorîstî ev e.

Heger ne tirk bûna li başûr nuha Kurdistan çê bûbû

Heger ne tirk bûna nuha li başûrê Kurdistanê kurd ji Îraqê veqetiya bûn û bûbûn xwedî dewleteke serbixwe. Yên heta nuha nehîştine tirk in. Tirkiye nahêle Emerîka piştgiriya serxwebûna kurdan bikin.
Ji herçar dewletên welatê me dagir kirine dewleta, herî agresîv, haerî har û herî aktîf Tirkiye ye.Tirkiye li hemberî kurdan 24 saet ONLINE e.
Heta li Tirkiyê mesela kurd çareser nebe, kurd negihîjin azadiya xwe li tu dera cîhanê ji me kurdan ra rehetî tueneye.
Tirk li dinyayê hebûna me kurdan li hemberî hebûna xwe wek xeterekê dibînin. Lema jî dixebitin me li dinyayê nehêlin. Ev, hedefa faşîstên wan, neteweperestên wan, dîndarên wan, sosyaldemokratên e, hemû jî dixwazin kurd ya li dinyayê tunebin û heger hebin jî dibê li herderê bindest bin, tu carî nebin xwedî dewlet.
Helebt Îran jî tahlûke ye, faris mar in, bawerî pê nayê...

XXX
Di meclîsê da pêşniyara CHPê ya ji bo avakirina komisyoneke ji bo lêkolînên bûyerên terorê bi rayên AKPê û MHPê hat redkirin.
Helbet ewê red bikin, ji ber ku hukûmeta AKPê li pişt qetlîaman û teroyê ye.
Loma jî AKP naxwaze komisyon çê bibe û mesûlên, kesên li pişt qetlîaman û terorê derkevin.
Û MHP jî hêzeke çete ya dewletê û îstepneya AKPê ye, bêguman ew jî naxwaze bûyer ronî bibin.
Heta ku yên tên kuştin kurd bin, MHP û AKP ewê nexwazin qatil derkevin.

XXX
Bi dîtina min axaftina Osman Baydemir ya meclîsê axaftineke vala bû. Di rojeke wiha da dibê xatibekî din, axaftineke hîn cidîtir bikira.


Osman Baydemir, di axaftinê da ne siysetmedarekî baş e, artîstiyê dike, şov dike, pir dirêj dike, devê xwe pir xwaromaro dike, lê netîce tiştekî cidî nabêje.
Dibê îro di meclîsê da li hemberî vê zulm û terora dewleta tirk axaftineke dîrokî bihata kirin.

29 juli 2015

AKP xwe nêzî MHPê dike



Nivîskarê rojnameya Milliyetê Mehmet Tezkan, di nivîsa xwe ya îro da dibêje, “Bingehê koalîsyoneke AKPê-MHPê temam e.
Tezkan dibêje, AKP dixwaze bi tena serê xwe were ser hukim, lê belê netîceyên hemû anketan nîşan didin ku di hilbijartineke pêşwext da AKP bi tena serê xwe nabe îktîdar.
Dema bi tena serê xwe helbet naçin hilbijartinan. Ewê li bende roja xwe bin, roja dîtin xurt bûne, dikanin bi tena serê xwe werin ser hukim, a wê demê ewê bibêjin herin hilbijartinan.
Tezkan dibêje, ”Lema jî aqilmendên AKPê ji dêlî hilbijartike pêşwext, îbre bi alî koalîsyonekê ve şikandin.”
Ev texmîn rast e.
Ji ber ku AKP bûye MHP, di nabêna retorîka Bahçelî û Davutoglu û Erdogan da ferqeke herî biçûk jî tuneye.
Tezkan dibêje:
”AKP, ne bi gavekê, du gavan, sê gavên din nêzî MHPê bû û ji bo koalîsyonekê hemû astengên nabêna wan rabûn.
AKP hat xeta MHPê.
Şertê MHPê yê herî muhîm çi bû?
”Dibê pêvajoya çareseriyê biqede. Dibê tu têkilî nemînin. Dibê dewlet derseke baş bide PKKê. Dibê operasyon dest pê bikin.”
Ma vana hemû nebûn?
Di nava hefteyekê da vana hemû bûn. Pêvajoya çareseriyê rahma xwedê lê be. Serokkomar do bi rengekî resmî got, pêvajoya çareseriyê qediya ye. Got, “bi van ra çareserî nameşe.”
Tezkan di dawiya nivîsa xwe da dibêje:
”yanî AKP hat nuxteya MHPê.
Bahçelî û serokkomar, Bahçelî û serokwezîr eynî zimanî bikar tînin. Berdevkên MHPê û berdevkên hukûmetê eynî zimanî bikar tînin.
Bahçelî bang li dozgerê dadgeha bilind kir. Girtina HDPê jê xwest.
Serokkomar ji meclîsê xwest îmûnîteta(dokonulmazlixa)parlamenterên HDPê rake. Ji dozgeran ra got wezîfa xwe bikin.
Ma ferqeke heye?
Di vê nabênê da herdu partiyan jî HDP ji bo xwe kirin textê nîşanê.
Ji bo koalîsyoneke AKPê û MHPê zemîn hatiye xweskirin.”
Texmîneke maqûl e. Ji ber ku hedefa Erdogan îktadareke bi tena serê xwe ye. Heger hilbijartineke zû, pêşwext îktîdara AKPê bi xwe ra neyene bêguman Erdogan naçe hilbijartinan. Ewê bi MHPê ra bi hawakî li hev bike û meselê heta demekê bi vî rengî îdare bike. Di vê nabêna da ewê li rê û taktîkên rayên xwe zêde bikin bigere. Roja dîtin rayên wan zêde bûye û ewê bi tena sere xwe werin ser hukim, ewê herin hilbijartinan.
Lê helbet ev hesabê Erdogan û Davutoglu ye, îcar ev hesab ewê çiqasî bigre ew jî tiştekî din e.
Di vê nabênê da li ser girtina HDPê û cezakirina hin parlamenterên wê jî serok û aqilmendên AKPê û MHPê ewê bi hev bişêwirin û li riyeke herî bêzirar bigerin.
Hedefa AKPê û MHPê, di hilbijartineke din da HDP û kurd bi vê hêzê, bi vê hejmarê nekevin parlamentoyê.
Hêvî dikim parlamentoyê ji bin da li kurdan yasax bikin. Tiştekî wiha ewê baştir be.
Jixwe di parlamentoyê da tu tesîr û roleke kurdan tuneye, di hebûna wan da tu feyedeyeke siyasî û netewî tuneye. Tenê nav û propaganedeya demokrasiya tirka ye.
Loma jî bi dîtina min di bin van şertan kurd di parlamenteoya tirk da tunebin baştir e.



Heger em jî xwedî balafir bûna Erdogan nikanîbû ev zulm li me bikira

Erdogan bi balafirên cengê mêraniya xwe nîşanî kurdan dide
Li qeza Erzeromê Aşqelê ji êvar da ye du hezaran tirk, faşist dora çen karkirên kurd yên li înşiatên TOKI yê dixebin girtine û dixwazin hemûyan di bînayê da lînc bikin. Ji ber ku kurd in bajarek li wan civiya ye û dixwazin wan bixwin, dixwazin xwïna wam vexwin.
Îro pûlisên Erdogan li gelek bajaran dîsa girtin ser gelek malan û bi sedan kes girtin bin çavan. Li seranserê Tirkiyê û Kurdistanaê operasyonên li dijî kurdan berdewam in.
Dewleta tirk, miletê tirk derketine nêçîra kurdan. Ji ber ku dewleta wan heye li hustuyê kurdan siwar dibin.
Saet ji dehê êvarî da ye (22.00)bi dehan balafirên tirk yên cengê li Kurdistana başûr bi tonan bombe dibarînin ser serê kurdan.
Li gorî xebera muhabîrî Rûdawî heta nuha tu carî bombebaraneke hewqasî mezin nehatiye dîtin.
Bi dehan balafir bi tonan bombeyên jahrî vedirşirn ser serê çiya û baniyên Kurdistanê..
Li gelek deveran şewatê dest pêkiye û gelek zevî jî dişewitin.
Welhasil dewleta tirk, Erdogan û Davutogl ji ber ku tank, top û balafirên wan hene, ji ber ku artêşa wan heye, ji ber ku bi milyonan gurûhên faşîst dane pişta xwe, yanî ji ber ku xurt in zulmê li me dikin.
Bi hovane me di binê nigên xwe da dipilçiqînin.
Pê li serê me dikin.
Bi bêûjdanî daristanên me dişewitînin.
Heywanên me dikujin.
Bi balafiran, bi bombeyên jahrî bedenên zarokên me yên ji ber zulma wan reviyana serê çiyan û xwe di şikeftan da veşartine perçeperçeyî dikin.
Vê zulmê li me dikin ji ber ku em bêxwedî ne, ji ber ku kanin bi me….
Kurdê hîn jî hevalê AKPê ye, kurdê hîn jî parlamenter û wezîrê AKPê ye xayin e, neyarê qewmê xwe ye, xwefiroş e, cahş e…
Mieriv însan be, bi meriv ra piçekî ûjdan, merhamet û xîret hebe, meriv nabe şirîkê vê zulmê û hevalê kesên vê zulmê li miletê meriv dikin…

Robert Fisk: Kurd ji bo ku bi wan ra îxanet were kirin çê bûne.



Rojnamevan û ekspertê Rojhilata Navîn Robert Fisk, li ser îhtîmala Emerîka û Rojava careke din kurd firotine Tirkiyê gotiye:
- Kurd ji bo ku bi wan ra îxanet were kirin çê bûne.
Tespîteke di cî da ye, heta nuha di dîrokê da her kesî, bêyî îstîsna her kesî bi me ra îxanet kiriye, em firotine. Ev rastiyeke dîrokî ye.
Bi me ra tim îxanet kirine, ji ber ku em tim di pozîsyoneke zeîf û ew jî xut bûne, me nikanîbûya hesabê îxaneta wan ji wan bipirsiya.
Îcar emê çawa xwe ji firotinê û îxanetê xelas bikin ez nizanim, dibê em li ser vê meselê baş bifikirin. Ji bo ku careke din em neyên firotin, careke din kes bi me ra îxanetê neke, dibê em çi bikin ?

XXX
Heger Tirkiye bixwaze dikane bi yek emrê Erdogan hemû hêzên Daîşê ji sînorên xwe dûr bixe.
Yanî ne heceyî şerê bi derewan û zorê ye.
Ji ber ku çeteyên Daîşê ne bi zor, bi daxwaze Tirkiyê li wir bicî bûne û rê li ber pêşdaçûna kurdan girtine.
Daîş bi hebûna xwe ya herêma nabêna Kobanê û Efrînê nahêle Koban û Efrîn bigihîje hev. Û ev jî daxwaza Tirkiyê ye,
Daîşê li wê herêmê rola leşkerên tirk girtiye ser milê xwe.
Û ji xwe ji bo wê ye Tirkiye her alîkariyê pê ra dike, çekan didê û birîndarên wê di nexweşxaneyên xwe da derman dike.

XXX
Xelîfeyê Daîşê û serokê dewleta tirk Erdogan wa ye emrê girtina HDPê daye parlamentoyê û mehkimeyan. De ser xêrê be. Hêvî dikim bigirn.
Li ser pirsa ”bira HDP were girtin ya na, di vî warî da fikrê we çi ye,” Erdogan gotiye:
"Ez girtina partiyan rast nabînim. Lê belê ez dibêjim dibê bepirsiyarên vê partiyê(HDPê) bedela vî îşî bidin. Yek bi yek, şex bi şex...
Dibê meriv zirxa îmunîtetê(dokûnûlmazlixê)ji vana bike. Yên rêxistina terorê ji bo xwe wek piştê dibînin, yên dibêjin em pişta xwe dispêrin vira û wira, dibê bedela van gotinên xwe bidin. Birêvebir, aktor pir muhîm in. Dibê em kesên berpirsiyar mesûl bigrin. Micadela bi dezgehan(partiyan, tuzel kîşî)ra bêmane ye. Dibê parlamneto nirxandinke pêwîst bike, wan ji zirxa dokunulmazlixê dûr bixe. Tu bi rêxistina terorê ra îş dikî, wê demê tu yê bedelê vê bidî. Dibê em vî bedelî bi wan bidin dayin."
Mêrik pir vekirî emrê girtina HDPê dide dadgehan û ji parlamentoyê ra jî dibêje parlamenterên HDPê ji parlamentoyo bavêje....
Kurdê hîn hîviyekê ji vî dîktatorî dikin û pê ra hevaltiyê dikin ji wî xerabtir in...



28 juli 2015

Heta Erdogan sax be tu koalîsyon çê nebe !



Her çiqas di nabêna AKPê û CHPê da ji bo koalîsyonekê hevdîtin berdewam bin jî lê ji van hevdîtinan ewê tu netîce dernekev û tu koalîsyon çê nebe.
Hevdîtin û muzakereyên ji bo koalîsyonê lîstika Erdogan e, ji bo haziriyên hilbijartineke pêşwext borandina wextê ye. Ji bo ku AKP bi tena serê xwe careke din were ser hukim dibê hin hazirî werin kirin, dibê zemîn baş were amadekirin. Erdogan nuha vê zemïnê amade dike.
AKP û MHP dixwazin îcar bêyî HDPê herin hilbijartinan, ya jî HDPê bi temamî ji hêz da bixînin, bînin nuexteya barajê derbas neke.
Nuha li rê metodên vê digerin. Ji bo ku HDP ji îktîdara Erdogan ya bi tenê ra nebe asteng klîka Erdogan-Davutoglu tu dînîtiya neke tuneye.
Loma jî wer xuya ye koalîsyon, mialîsyon çê nabe.
Ji ber ku Erdogan naxwaze.
Edrogan dixwaze AKP dîsa bi tena serê xwe bibe îktîdar.
Û ji bo vê yekê jî dikane herbê jî derxe û bi hezaran însanan jî bide kuştin.
Û ewê bikin jî…
Yanî buhayê wê çi dibe bira bibe Erdogan bi rehetî îktîdarê ji dest xwe bernade, bi kesî ra parve nake.
Jixwe nuha xesba îktîdarê heye, AKP bi darê zorê, bêqanûnî îktîdarê nade û gelek karên bêqanûnî dike.
Di hilbijartinên pêşwext da problema wan HDP ye, ditirsin HDP careke din barajê derbas bike, heta rêjeyeke zêdetir bigre.
Ji bo ku vê tahlûkeya HDPê berteraf bikin du palnên Erdogan-Davutoglu hene. Ji planan yek, ewê HDPê bi gelek riyan basko bikin, zeîf bixin. Ji bo vê jî gelek plan amade kirine..
Bi qasî ku xuya ye hetanî dema hilbijartinan ji alîkî da ewê bi operasyon û êrîşên ser PKKê, PYDê, Kurdistana rojava û HDPê, PKKê tahrîk bikin, bûyeran derxin, kuştinan çêkin. Leşkeran, pûlisan û sivîlan bikujin û bidin kuştin. Ji bo ku PKK jî bersîvê bide.
Bi vê terora plankirî di civatê da kaosekê çê kin û HDPê jî mesûl û musebîbî vê yekê nîşan bidin.
Wisa bawer dikin ev yek ewê HDPê zeîf bixe, ewê kurdên dîndar jê dûr bixe û têxe binê barajê.
Li alî din helbet ewê hemû îmkanên dewletê jî bikar bînin, pereyekî mezin birjînin, her hîleya mimkûn û her zorbatiyê jî bikin.
Di vî warî da her roj ankêtan çê dikin. Lê hemû anket jî dibêjin HDP ewê dîsa barajê derbas bike û heta dikane rayên xwe hinekî din jî zêde bike.
Lema jî di vî warî da hîn biryara xwe nedane. Dixwazin têkçûna HDPê sedîsed garantî bikin.
Heger ev nebe, îhtîmala din tew HDPê ji bin da bigrin û bêyî HDP herin hilbijartinan.
MHP jî jixwe piştgiriya vê yekê dike.
Wa ye Erdogan jî îro sinyala girtina HDPê daye, gotiye dibê her tirk di heqê HDPê da çi zane teslîmî berpirsiyaran bikin. Û dû ra jî wiha emir daye dadgehan û meclîsê:
"Ez girtina partiyan rast nabînim. Lê belê ez dibêjim dibê bepirsiyarên vê partiyê(HDPê) bedela vî îşî bidin. Yek bi yek, şex bi şex...
Dibê meriv zirxa îmunîtetê(dokûnûlmazlixê)ji vana bike. Yên rêxistina terorê ji bo xwe wek piştê dibînin, yên dibêjin em pişta xwe dispêrin vira û wira, dibê bedela van gotinên xwe bidin. Birêvebir, aktor pir muhîm in. Dibê em kesên berpirsiyar mesûl bigrin. Micadela bi dezgehan(partiyan, tuzel kîşî)ra bêmane ye. Dibê parlamneto nirxandinke pêwîst bike, wan ji zirxa dokunulmazlixê dûr bixe. Tu bi rêxistina terorê ra îş dikî, wê demê tu yê bedelê vê bidî. Dibê em vî bedelî bi wan bidin dayin."
Yanî wiha ya jî wiha, netîce tirk dixwazin kurdan ji meclîsê bavêjin û di hilbijartineke din jî nehêlin têkevin meclîsê…
Netîce, projeya ”tirkiyebûnê” jî têr nake, tirk viya jî qebûl nakin, dibêjin gerek hûn bibin tirk û weselam…
Dema HDP girtin ya jî bi zor nehîştin têkve meclîsê, dibê meriv çi bike?
Bi dîtina min dibê PKK ebediyen dev ji projeya ”tirkiyebûnê” û ”partiya Tirkiyê” berde û şîara serxwebûnê, şîara dewleteke kurd bilind bike.
Tirk bêyî bindestiyê û tirkbûnê tu jiyaneke din layiqî me kurdan nabînin. Dibê PKK êdî vê rastiyê bibîne…



Xencera Daîşê di destê Tirkiyê da ye

"Xencera Daîşê di destê Tirkiyê da ye", yanî di destê Erdogan da ye. Erdogan vê xencera li hemberî kurdan bikar tîne zû bi zû ji destê xwe bernade. Tiştê li hemberî Daîşê dibêjin hemû manîplasyon û derew in, ji bo xapandina bîrûraya giştî ye. Hedefa Erdogan-Davutoglu kurd in...

XXX
Bi baweriya min qetlîama Diyarbekrê ya mitînga HDPê, qetlîama Sirûcê, kuştina leşkerê li Kilîsê û kuştina herdu pûlisên li Serê Kaniyê(Ceyylanpinarê) jî bi destê MITê bû.
Ev hersê bûyer jî senaryoya Erdogan, Davutoglu Û Fîdan e. Rojekê ev rastî ewê derkeve.

XXX

Qatilan derman dikin lê cenazeyên me nadin me
Qumandarê Daîşê Emereh Ç. li Denizliyê di nexweşxaneya Pamûkkaleyê da tedawî dibe.
Piştî ku xebera Emrah Ç. Li nexweşxaneyê ye belav bû, waliyê Denizliyê bûyer qebûl kiriye û goiye, rast e, merivên wî li vir in, wek her hemwelatî mafê wî jî heye li vir derman bibe.
Qatilên Daîşê li nexweşxaneyên xwe derman dikin û dibêjin ev mafê wan e, lê belê ev sê roj in 13 cenazeyên gerîlayên şehîd ketine berra hundur nadin, nahêlin dê û bavên şehîdan zenazeyên zarokên xwe bigrin.
A ev herdu bûyer jî nîşan didin bê ev hukûmet havalê kê ye û li dijminê kê ye. Qatilan di nexweşxaniyên xwe da derman dikin, lê belê cenazeyên zarokên me nadin dê û bavên wan.

XXX


Gava meriv beyan û hevpeyvînên serokwezîrokê Tirkiyê Davutoglu dixwîne meriv fêm nake însanek çawa dikane hewqas derewên bi boçok bike.
Di hemû hevpeyvîna wî ya di A Hababerê û ATVê da gotineke rast tuneye, ji serî heta dawiyê derewan dike. Him jî derewên komîk. Mêrik bûye amîgoyekî makîna derewan.

27 juli 2015

Erdogan zorê nebîne dev ji êrîşan bernade

Erdogan bi rehetî, bi recê dev ji êrîşan bernade, dibê zorê bibîne.
Ev sê roj in artêşa tirk li herêma Kobanê û Girê Spî mewziyên YPGê, YPJê, Burkan El Firat û Artêşa Sûrî ya Azad, (ASA,bi tirkî ÖSO) topbaran dike.
Diyar e klîka Erdogan-Davutoglu netîceya bi Dîşê bi dest nexistin, dixwazin rastrast bi artêşa xwe bi dest xin. Îcar jî dixwazin li gel Daîşê vê riyê jî biceribînin.
Alîkariya heta nuha di bin ra, bi dizî bi Daîşê ra dikirin, bi van êrêşan eşkere kirin, êdî ne bi dizî, eşkere diherin gazî û hawara Daîşê.
Yanî dixwazin îcar bi artêşa xwe midxaleyî kantonên kurdan bikin û wan ji ortê rakin. Ji ber ku derdê Erdogan dibê kurdên Sûriyê jî wek kurdên Îraqê li Sûriyê nebin xwedî statuyeke siyasî, otonomî ya jî federasyon.
Ew dixwazin rê li ber vê yekê bigrin. Bi Daîşê negihîştin vê armanca xwe. Îcar dixwazin rasterast artêşa xwe biceribînin.
Serfermandarê kantona Kobanê di beyana xwe dibêje, ji 24ê mehê û virda ye artêşa tirk ji dêlî ku li Daîşê bide, mewziyên YPGê, YPJê, Burkan El Firat û Artêşa Sûrî ya Azad, (bi tirkî ÖSO) topbaran dike.
Li gorî beyana serfermandariya kantona Kobanê, di topbarana 24ê mehê da 4 şervanên ASA û çend gundî birîndar bûn. Di 25ê mehê da dîsa bi şev 7 top avêtine gundê Kobanê Zormixar.
Do bi şev saet li dora 23.00 li rojhilatê Kobanê dîsa wasiteyeke YPGê gulebaran kirine.
Yanî bi kurtî şerê li hemberî Daîşê vir e, xapandina bîrûraya giştî ye, klîka Erdogan-Davutoglu emrê şerê li hemberî kurdan dane û şer di 24ê mehê da dest pê kiriye.
Artêşa tirk di eynî rojê da li Kurdistana başûr wargehên PKKê jî bi balafirên şer bombebaran kir.
Û li hundur welêt jî dîsa dest bi girtin û operasyonên berfireh kirin. Rojê çend sed kurd digrin.
Yanî hukûmeta AKPê ya ne meşrû, serokwezîr û wezîrên ne mesrû zorba li hemberî miletê kurd şerekî berfireh dane destpêkirin. Daîş, filan û bîvan hemû derew e, maskeya şerê li hemberî kurda ye.
Bi qasî ku xuya ye heta ku AKP û Erdogan dishilatdar bin ewê li hersê beşên Kurdistanê jî şerê kurdan bikin û tu carî rehetiyê nedin kurdan.
Di vî şerê li hemberî miletê kurda da hukûmeta AKPê ne bi tenê ye, MHP û zabit û generalên ergenekoncî jî hene. Bi gotineke din Erdogan li Tirkiyê hemû hêzên nîjadperest, faşîst û antî kurd jî dane kêleka xwe û bi hev ra li hersê perçên Kurdistanê êrîşî kurdan û mewziyên kurdan dikin.
Li hemberî van êrîşan tiştê em bikin liberxwedan û xurtkirina yekîtiya nava xwe ye.
Erdogan bi rehetî, bi recê dev ji êrîşên ser kurdan bernade, heta kanibe ewê dom bike, dibê zorê bibîne...
Li alî din dibê PYD û PKK û hêzên kurd yên din van êrîşên Tirkiyê di nezda Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê da protesto bikin. Ji ber ku êrîşkirina ser kurdan di praktîkê da piştgiriya Daîşê ye. Dibê meriv vê yekê derxe pêş.



Erdogan û Davutoglu bi agir dilîzin


Bi operasyonên ser kurdan, bi êrîşên ser meqerên PKKê, bi qutkirina ”diyaloga aştiyê” û destpêkirina şer dewleta tirk şaşiyê dike, klîka Erdogan-Davutoglu şaşiyê dike.
Şer çawa ku heta nuha mesela kurd çareser nekir, ji nuha û pêda jî nake.
Ev rê ev 32 sal in hat ceribandin, dewleta tirk gelek caran xwest mesela kurd bi tewqîfatan, bi terorê û operasyonên leşkerî çareser bike.
Lê ev hewildan hercar şaş û vala derket. Ceribandina vê riyê careke din şaş e û felaket e. Tiştê bi xwe ra bîne dîsa xwîn û hêsirên dayikan e.
Dewleta tirk bi terorê, bi girtin û kuştinê û bi şer nikane miletê kurd teslîm bigre û mesela kurd biqedîne.
Ev xeyaleke vala û tahlûk ye.
Çare, riya rast dibê klîka Erdogan- Davutoglu dev ji xeyala ”zafera” bi şer berdin û vegerin ser masê, dev ji taktîkên xapandinê berdin û mafê kurdan bidin.
Ev şer, şerê Erdogan e, bêyî klîka Erdogan û Davutoglu kes şer naxwaze.
Erdogan ji bo ku îktîdara xesp kiriye ji dest xwe bernede şer dixwaze.
Dibê siyasetmedarên tirk, birêvebirên dewletê vê rastiyê bibînin û rê li ber klîka Erdogan-Davutoglu ya şerxwaz bigrin.

Klîka Erdogan-Davutoglu gihîştina ajans û sîteyên wek ANFê, BasNewsê, DÎHA, Rûdawê û Kurdînfoyê û belkî jî gelek malperên din jî ev sê roj in li Tirkiyê asteng kirine, xwendevan nikanin xwe bigihînin ajans, sîte û malperan.
Ji bo ku kes derewên wan dernexe, ji bo ku kes siyaseta wan ya êrîşkar û şerxwaz rexne neke, ji bo ku medya borozaniya wan dike tenê bi derewan serê milete bişo hemû çavkaniyên nûçeyan yên muxalif asteng kirine.
Dîkatator wiha ne, dixwazin dengê wan tenê derkeve…

26 juli 2015

Nêçîrvan Barzanî şaşiyê dike

Piştî beyana serok Mesûd Barzanî, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî derbarê êrîşên Tirkiyê yên ser kampên PKKê daxuyaniyek daye .
Nêçîrvan Barzanî, di beyana xwe da wek serokwezîrê welatekî ji dêlî ku êrîşa Tirkiyê protesto bike, du gotinan ji dewleta tirk û hukûmeta AKPê ya şerxwaz û panturkîst ra bibêje, KCK û PKK rexne kiriye û KCK bi îhlalkirina agirbestê îtham kiriye. Hin beyanên Bayik wek sebeb nîşan daye.
Fena ku dewleta tirk hemû madeyên peymana lihevkirinê bicî anîbin, fena ku Erdogan protokola Dolmabahçeyê red nekiribe, fena ku dewleta tirk hemû mafên kurdan dabe, lê KCK li ciyê rehetiyê agirbest xera kiriye û şer derxistiye.
Ev, rexneyeke neheq û ne rast e.
Nêçîrvan Barzanî di beyana xwe da ne tenê KCK û Cemîl Bayik rexne kiriye, gelkê pesnê hukûmeta AKPê û cesûriya Erdogan jî da ye.
Bi kurtî beyana Nêçîrvan Barzanî, beyaneke pir bêtalih e, dibê serokwezîrê miletekî di bin destê dewleta tirk da beyaneke wiha nede.
Erê şaşiyên PKKê pir in, lê belê di mesela têkbirina ”pêvajoya aştiyê” û derxistina şer da herkes dizane ku terefê ”peymana aştiyê” pûç û bêmane kir hukûmeta AKPê û Erdogan e.
Hukûmeta AKPê heta nuha yek soza dabû, yek medeyake peymanê jî bicî neanî ji bo ku PKK jî çekan deyne û ”aştî” çê bibe.
Yê xwest ”aştî” xera bibe û şer derkeve ne KCK, hukûmeta AKPê û Erdogan e. Hukûmetê got, me hertişt kiriye, me hertişt daye kurdan. Nuha dibê PKK çekan deyne û were eslîm bibbe.
Ez wek kurdekî beyana Nêçîrvan Barzanî ya derbarê êrîşa balafirên tirkiyê ser meqerên PKKê wek rexneyeke neheq dibînim û protesto û şermezar dikim. Siyasetmedar û serokwezîrekî kurd dibê hewqasî jî nebe dostê dewleta tirk û hukûmeta AKPê.
Ev beyana Nêçîrvan Barzanî her wisa rexnekirina beyana serok Mesûd Barzanî ye jî. Bi kêmanî bîneke wiha jê tê.
Her partiyeke me, her siyasetmedarekî me bûye “dostê” dewleteke dijmin.
Lema jî dijmin pir rehet dikane bi me bilîze û me bîne hemberî hev. Êrîşa Tirkiyê ev yek careke din îspat kir.

Beyana serokwezîr Nêçîrvan Barzanî:
Şevê din balafir û topxaneyên Tirkiyê, bi mebesta lêdana binkeyên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), çend navçeyên Herêma Kurdistanê bombebran û topbaran kirin.
Mixabin ew lêdan piştî wê yekê hatin ku serokê Koma Civakên Kurdistan çend caran ragihandibû ku, ‘agirbest û pêvajoya aştiyê ligel Tirkiyê bi dawî hatiye û ne Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ne jî birêz Abdullah Ocalan nikarin biryara çekdanîna PKKê bidin.’ Vê yekê jî rola wan di pêvajoyê de kêm kir û bandoreke mezin jî li raya giştî ya wî welatî kir, herwiha Hikûmeta Enqere xist bin guvaşeke mezin de.
Herwiha di çend rojên borî de çend polîsek li Tirkiyeyê hatin kuştin, ku PKKê kuştina wan li xwe girt û vê yekê rewş aloztir kir. Pêvajoya aştiyê di navbera dewleta Tirkiyê û PKKê de, piştî hewl û karekî mezin, rewşa wê baş bibû û bi rastî dest pê kir û gellek qonaxên girîng jî derbas derbas kir, ku encamên wê pir bi bandor bûn li ser pêşkeftina demokrasî û pêkvejiyana aştiyane li Tirkiyê û başbûna jiyana xelkên wî welatî.
Herêma Kurdistanê û bi taybetî Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî roleke pir girîng dîtin di dirustkirina agirbestê navbera Tirkiyê û PKKê û pêşxistxistina pêşvajoya aştiyê û gotûbêjên rasterast di navbera herdu aliyan de, ku birêz Ocalan, di encama rola ku Barzanî dît, ew jî wek alîyekî sereke di gotûbêjan de hat dîtin û têkelî bi wî re ne wek girtîyekî hat kirin, lê mixabin niha ji ber xeletiyan ew pêvajo hemû têk çûye. Herwiha ne ji curet û têgehiştina Serokomarê Tirkiyeyê birêz Recep Tayyip Erdegan ba ew pêvajo pêk nedihat û birêve nediçû.
Birêz Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, amade ne bi rola xwe rabin bo dirustkirina agirbestê û destpêkirina pêvajoya aştiyê ji wî cihê ku lê rawestiya ye, ji ber ku tundutîjî û bikaranîna hêzê ti pirsgirêkê çareser nake.”
Li vir em daxwaz ji PKKê dikin ku aram be û hemû hewlên xwe bide bo pêkanîna agirbestê û destpêkirina pêvajoya aştiyê, herwiha rolekê bidin birêz Ocalan û HDPê, û me jî bo hemû alîkariyekê amade ne.
Çavkanî : Avestakurd.



25 juli 2015

Kurd bi dereweke tirkan zû hol dibin


Di nav kurdan cahil û aqilsivik heta tu bixwazî pir pin. Medyaya tirk bi viya baş dizane û lema jî bi derewekê xazê dide bi hezaran kurdên aqilsivik û wan bera hev dide. Tabî medyaya PKKê jî di vî warî da roleke ji medya tirk kêmtir nalîze, ew jî kîtleya PKKê pîj dike.
Li gorî xeberê, Ahmet Davutoglu vê sibehê telefonî serok Mesûd Barzanî kiriye û derbarê bombebarankirina kampên PKKê da agahî daya wî û serok Barzanî jî jê ra gotiye ”heqê we heye û em piştgriya şerê we yê li hemberî PKKê û Daîşê dikin.”
Piştî vê derewa medyaya tirk bi sedan kurdên cahil, aqilsivik tavilê rabûn pêdarê û dest bi êrîşên ser serok Barzanî kirin, gotin ”xayin” û nizanim çi û çi…
Heger meriv ne zarok be, ne kêmaqil be ji vê derewa medyaya tirk bawer nake.
Dibê meriv bizanibe Barzanî tu carî ji Davutoglu ra nabêje ”ez piştgriya êrîşa we dikim”, ez we fêm dikim”, we baş kiriye ku we welatê min bombebaran kiriye.
Ya din li ser navên Davutoglu tiştek dihat gotin, lê ne dengê Davutoglu heye û ne jî beyaneke resmî ku meriv bibîne, hela ka li ser vê meselê çi gotiye, çi negotiye.
Çimkî Davutoglu dikane tam wiha jî negotibe.
Ji ber ku em dizanin ji bo ku kurdan bera hev bidin, medyaya tirk her derewê û her tahrîfatê dike. Wek kurd, siyasetmedar dibê meriv viya bizanibe.
Lê yên me wek zarojkan zû hol dibin, her dereweke medyaya tirk wek rastiyê qebûl dikin û dû ra bi canê hev dikevin.
Nuha wa ye derket ortê tiştê hat gotin n derew e, serok Barzanî ji Davutoglu ra negotiye hûn bi heq in û em piştgiriya bombebarana we dikin. Belovacî wê, serok Barzanî li dijî êrîşê derketiye û gotiye şer ne tu rê ye. Çare diyalog û aştî ye.
Fermo ev jî beyana serok Barzanî:
Ji aliyê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
di derbarê axaftina telefonî ya
navbera Kak Mesûd Barzanî û Ahmet Davutogluyê de
daxuyaniya jêrîn
di rûpela resmî ya serokatiyê de
hate belavkirin:
"Şeva derbasbûyî artêşa Tirkiye baregehên PKK ê li çend navçeyekî Herêma Kurdistanê bombebaran kir. Piştî wê bombebaran kirinê, demjimêr 09.30 xuleka berî nîvroya îro şemî 25.07.2015 birêz Ahmed Davudoglu Serok Wezîrê Tirkiye, li rêya telefonê ve peywendî bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û bi dirêjî behsa rewşê kirin û sedema gihîştina rewşê ya asta vê pêşketina niha rûn û zelal kir.
"Li beranber da Serok Barzanî dilgiraniya xwe nîşan da ku rewş gihîştiye vê asta metirsîdar û tekez jî kir ku me gelek daxwaz kir kêşe negihînin asta girjiyên zêdetir, ji ber ku aştî take rêya çareseriya kêşeyane û çendîn sal guftûgo baştire li yek demjimêr şer kirinê. Ji bo wê yekê Herêma Kurdistanê hemû hewlek dide ku rewş ji vê zêdetir nebe û vegerana proseya aştî baştirîn rêye ji bo çareseriyê.
"Serok Barzanî her wiha tekez dike ku ji bo sergirtina proseya aştî li gel hemû aliyan hemû hewlekî daye û niha jî ji bo nehiştina vê girjiyê her çi li şiyana wî de hebê dike û hêvîdare hemû aliyek vegerin li ser bingeha proseya aştiyê.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
25.07.2015"

Kurmê şîrî heta pîrî, tirk rast nabin...



Klîka olîgarşîk ya Erdogan û Davutoglu xwe li Daîşê radikşîne lê kurdan dixe, destê xwe li Daîşê radike lê kurdan û Kurdistan başûr bombebaran dike.
Gotin ewê li Daîşê xin, ya jî xwedêgiravî hin mewziyên Daîşê bombebaran kirine(ez bi xwe bawer nakim, dewleta tirk kûçê mer deriyê xwe nakuje).
Lê do bi 20 balafiran Kurdistana başûr bombebaran kirine. Û ewê hîn jî bikin, belkî hîn jî bi pêşda herin. Ewê wek sala 2009a dîsa bi hezaran kesî jî bigrin. Ev îhtîmal heye.
Ewê bikin ji ber ku dewleta wan heye, balafir, tank û topên wan hene û çavên wan me kurdan dibire. Dizanin em miletekî bêkes û bêxwedî ne. Ew çi bikin jî kes li ser me naxeyide.
Yanî zulma wan ewê ji wan ra kar bimîne.
Wek qetlîama Roboskê, zarokên me, heywanên me kuştin û ji wan ra ma.
Ya din jî, tiştê dixwestin bi hevdîtinan û bi ”pêvajoya aştiyê” bidest xin, bidestxistin, yanî êdî hewcedariya klîka Erdogan û Davutoglu bi aramiyê û aştiyê nemaye. Ji wan ra nuha pevçûn, teşxele û şer lazim e. Loma jî dest bi êrîşan kirin.
Çimkî gava şer tunebe dibê mafê kurdan bidin, gavekê bavêjin. Ji bo ku mafê kurdan nedin dibê teşxeleyê û şer derxin.
Û li Tirkiyê, di nava miletê tirk da piştgiriya vê siyasetê xurt e, piraniya tirkan dixwazin dewlet hebûna kurdan qebûl neke, mafê kurdan nedê, bi wan ra şer bike û heta hemû kurdan qir bikin.
Klîka Erdogan û Davutoglu vê yekê dizanin.
Klîka Erdogan û Davutoglu ji bo berdewamiya îktîdara xwe çi baş bibînin wiya dikin. Diyar e îro şer baş dibînin û lema jî dest pê kirin.
Li hemberî van êrîşan tiştê ji me tê xwestin liberxwdan û yekîtî ye. Ji alîkî da dibê em li ber xwe bidin û li aliyê din jî yekîtiya nabêna xwe xurt bikin. Û dev ji kirin û kuştinên bêfeyde, bi zirar(wek kuştina herdu pûlisan)berdin.
Di yekîtiyê da jî ya herî muhîm yekîtiya PKKê û PDKê ye, ev herdu hêz îro çîmentoya yekîtiya nabêna kurda ye. Nabêna van herdu hêzan baş be, nabêna PKK, YPGê û Emerîka jî baş dibe.
Heger PKK bi destê xwe zirarê nede xwe, dijminan ji xwe ra çêneke, bîrûraya giştî nexe eleyhê xwe tirk nikanin tu jahrê jî belav bikin.
Li der û li hundur rewşa kurdan baş e, dinya li dijî îktîdara AKPê û li gel kurda ye.
PKK dikane van êrîşên dewleta tirk ji bo kurdan bike îmkan û wesîleya yekîtiyê.



Êdî bes e ji vê zulmê ra!


Bi qasî ku xuya dike Erdogan û Davutoglu dîsa emrê operasyonan, emrê girtin, binçavkirin û terorîzekirina kurdan dane.
Ji alîkî da dikujin, didin kuştin û ji alîkî da jî digrin û terrorize dikin.
Ji ber ku xurt in, ji ber ku dewleta wan heye, ji ber ku kanin bi me, vê zulmê li me û li zarokên me dikin..
Ev sê roj in li Tirkiyê û li Kurdistanê li hemberî kurdan wek wê sala 2009a dîsa dest bi tewqîfateke pir mezin kirine.
Li Anqerê, Stenbolê, Îzmîrê, Edenê, Bedlîsê, Sirûcê, Wêranşarê, Serêkaniyê, Mêrsînê, Bûrsayê, Şirnexê, Hezex, Îdirê, Wanê, Mêrdînê, Amed, Bismil, Entab û Elezîze girtine ser gelek malan û bi sedan kes girtin bin çavan.
Diyar e di civîna pêr û do da biryara van operasyonên zulmê û çavsoriyê girtine.
Ji ber ku dewlet ya wan e.
Ji ber ku pûlis û leşkerên wan hene.
Ji ber ku kanin zulmê li me û li zorêk me bikin, her roj bi berbanga sibê ra wek çeteyên çavsorî digrin ser malên me û li ber çavê dê û bavên wan destên zarokên me li kelemçeyan dixin, heqaretê li wan dikin û bi xurûra gelê me dilîzin.
Ji Qaramanê, Yozgatê, Samsûnê, Rîzeyê û Konyayê wek biyanî tên li welatê me, li bajarê me, di malên me da, li ber çavên dê û bavên wan bi qurretî û çavsoriyeke mezin li hustuyên zarokên me siwar dibin û destên wan li paş pişta wan kelepçe dixin.
Hin dayikên zarokên me ji ber ku bi tirkî nizanin, nikanin ji van zalim û kurên zaliman ra ya dilê xwe jî bibêjin, nikanin bibêjin çima hûn zarokên me digrin, çi heqê we heye hûn vê zulmê li me bikin?
Hûn tirk in û em jî kurd in, çi karê we li bajarê me û di mala me da heye?
Tiştê pûlisên tirk li kurdan dike zulm û heqareteke mezin e. Tu mafekî wan tuneye werin di mala me da vê zulmê li me bikin.
Bûlgar ya jî miletekî din here eynî zulmê li tirkan bikin ma tirk ewê çi his bikin û çi bibêjin?
Bi vê zulm û terora xwe vê dewletê psîkolojiya miletê kurd xera kiriye, piraniya însanên me seqet in, psîkolojiya kesî ne temam e. Şexsiyet bi kesî ra nehîştine, gav û saetê xurûr û şexsiyeta însanên me dipelçiqînin.
Li ber çavê dê û bavê heqaretê li zarok û li ber çavê zarok jî heqaretê li dê û bavê wan dikin. Ev zulm e û ne însaniyetî ye
Hemû parlamenterên HDPê, hemû siyasetmedar û saziyên kurdan dibê bi hev ra li hemberî vê terora dewleta rirk, vê zulma Davutoglu û Erdogan tiştekî bikin, bi milyonan dakevin kolanan û vê terora kêfî protesto bikin.
Wêranşar, rismê zulma dewleta tirk. Ev awir gelek tişt dibêje.

Şerê Tirkiyê û Daîşê tiyatro ye

Ji bo ku kurd li Sûriyê ji bin destiyê xelas nebin û nebibin xwedî maf û desthilat, Tirkiye planê li pey planê çê dike, rojê lîstikekê davêje ortê. 
Geh dibêje, midaxele, geh dibêje herêma tampon, geh dibêje korîdor. Û nuha jî wa ye dibêje DÎWAR !
Do dîsa civîna wan xerabiyê, ya dek û dolaban hebû. 
Mijar helbet dîsa kurd û Kurdistana rojava bû. Li gorî dibêjin îcar jî biryara lêkirina dîwarekî girtine. 
Ewê di nabêna Kurdistana rojava û bakur da dîwarekî 350 km dirêj lêkin. 
Û sebebê lêkirina dîwêr jî hebûna Daîş nîşan dane, xwedêgiravî ji bo ku xwe ji Daîşê biparêzin ewê vî dîwarî lêkin.
Kenê min hat!
Xwediyên Daîşê, fînansor û qumandarên Daîşê ji bo ku xwe ji Daîşê biparêzin ewê dîwêr lêkin.
Hela hûn bala xwe bidin vê derewa bi boçik !
Tirkiye li hemberî Daîşê tu dîwar mîwaran lênake.
Daîş beşekî îllegal ya artêşa Tirkiyê ya li hemberî kurda ye.
Tirkiye alîkariya xwe ji ser Daîşê qut bike Daîşê nikane hefteyekê li ber xwe bide. Hebûna Daîşê bi xêra piştgiriya Tirkyê ye.
Heta ku Daîş û cîhatçiyên din li hemberî kurdan şer bikin Tirkiye neyartiya wan nake, belovacî wê ewê tim bi wan ra bibe alîkar.
Jixwe kî li dijî kurdan be tirk dost û hevalê wan in.
Dîwar jî ne li hemberî Daîşê, li hemberî kurda ye, dixwazin têkiliya kurdan ji hev qut bikin.
Hukûmeta AKPê, dewleta tirk belhazir mitefikekî Daîşê yê stratejîk e.
Dîwar hebe jî hemû derî û paceyên Tirkiyê ji çete û qatilên Daîşê ra vekirî ne. Jixwe bi hezaran li Tirkiyê perwerde dibin û westa xwe digrin.
Qala kîjan dîwarî dikin?
Ev pêkenîn e…
Roja Tirkiyê PYD wek dijmin nedît û dev ji neyartiya kurdan û “em nahêlin dewleteke kurd ava bibe” berda, wê demê mimkûn e têkiliya xwe ji Daîşê qut bike û heta bi Daîşê ra werin hemberî hev jî.
Lê berî wê ne mimkûn e…

Le Monde: Cînayeta Parîsê îşê MITa Tirk e


Dozgerê Parîsê, di cînayeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemezê da wek dihat texmînkirin MITa Tirk îşaret kiriye.
Piştî lêkolîneke 2 sal û nîvan dozger îdîanameyek 70 rûpelî hazir kiriye û di vî îdîanameyê da dibêje Omer Guney ajanê MITê ye û cînayet bi emrê berpirsiyarekî MITê yê bi navê K.T hatiye kirin. Li gel hemû israrên dozger jî Tirkiyê di heqê vî şexsî da tu agahdarî nedaye dozger.
Di îdîanameyê da tê gotin:
”Gelek delîl nîşan didin ku MITa Tirkiyê beşdarî hazirî û pêkanîna cînayetê bûye. Omer Guney xebatên casûsî kiriye û bi Tirkiyê ra ketiye gelek têkiliyên bi dizî. Ev têkiliyên Guney hat tespîtkirin.”
Roja cînayetê min got sedîsed dewleta tirk e, MIT e. Ji xwe dû ra Erdogan jî di Adara 2014a da li Fransayê got ”paralel yapiyê” yanî cimata Gulen ev cînayet kir ji bo ku pêvajoya aştiyê sabote bikin.
Lê dû ra di belgeyeke MITê da derket ortê cînayetê bi biryara MITê bûye. Vê belegeya MITê ev îdîa Erdogan pûç kir. Û ji ber ku mesela ”cimatê” vir bû, loma jî navên dozger ji Anqerê xwestine heta bêbersîv maye. Yanî navên merivên xwe eşkere nekirine. Heger cînayet ne bi emrê hukûmtê û MITê bû, bi rastî hin zilamên ”cimatê” ji bo xerakirina pêvajoya aştiyê kiribûna ewê ew kes bigirtana û teslïmî Fransayê bikirana. Lê nekirin ji ber ku ew bi xwe ne û yên biryar dane merivên hukûmetê ne.

XXX


Bi Xwedê heta Kurdistaneke serbixwe çênebe li herêmê şer mer ranaweste.
Heger dinya û gelên herêmê aramiyê dixwazin dibê li dijî avabûna Kurdistanê dernekevin. Dibê bihêlin kurd jî weke wan bibin xwedî dewlet.
Heta kurd wiha bindest bin, ew xwedî dewlet û kurd jî bêdewlet bin wan jî rehetî nedît.
Bindestiya me sebebê perîşanî û paşdamayina wan e.

23 juli 2015

Ev şer û cenga giran ji bo ku Kurdistan çênebe

Berê jî min çend caran got, ez careke din jî bibêjim, tirk, ereb û faris dixwazin kurdan ji herêmê ji kok da paqij bikin, derbeke wisa li kurdan bidin ji bo ku careke din nikanibin pişta xwe rast bikin û ji Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê doza axê û mafan bikin.
Yanî dixwazin ebediyen rê li ber avabûna Kurdistanê bgirin.
Di vî warî da herçar dewlet û hersê milet hemfikir û mitefik in. Û ji bo ku derbeke mirinê li kurdan bidin û bigihîjin armanca xwe gelek rê, metod û taktîkan cûrbecûr bikar tînin.
Geh rasterast bi leşkerên xwe êrîş dikin, geh jî hin hêzên îslamî yên wek Daîşê, El- Nusra û yên wek wan ava dikin, alîkariyê pê ra dikin û dû ra jî bi wan ra dajon ser kurdan û Kurdistanê wêran dikin.
Ji bo van herçar dewletan kurdên ”baş” û ”xerab” tuneye, her kesê dibêje ez kurd im hedefa wan e, dixwazin ji ortê rakin.
PKK, PYD, PDK, YNK, Goran îslamî, komunîst qet ferq nake, kurdê got ez kurd im û doza hin mafan kir neyarê wan e û dibê were îmhakirin.
Şerê wan û hevdîtinên wan yê ”aştiyê” jî ji bo qelskirin, paqijkirin û mehûkirina miletê kurd e. Di her warî da…
Wek kurd, wek siyasetmedar û partî û hêz dibê em vê nêt û hedefa neyarê xwe bizanin û li gorî wê tedbîrên xwe bigrin û li gorî wê siyaseta xwe tanzîm bikin. Mesela piştî her qetlîamekê di medyaya sosyal da tirk eşkere dibêjin:
”Birayê kurd, helbet mafê te jî heye tu li ser vê axê bijî. Lê dibê em li ser axê û tu jî di binê vê axê da bijî…”
Belê, tiştê birayên me yên tirk, ereb û faris ji bo me kurdan rewa dibînin ev e, jiyaneke di binê axê da ye…



XXX
Ji bo ku kurd ji Tirkiyê veqetandinê û serxwebûnê bixwazin dibê hêviya xwe ji dewleta tirk û miletê tirk qut bikin.
Tirk bi kirinên xwe, bi zalimî û bêmerhetiya xwe, bi kîn û nefreta xwe ya li hemberî kurdan, fikrê serxwebûnê, fikirê bi tirkan ra jîneke miştereke ne mimkûn e roj bi roj li ba kurdan xurt dikin.
Tirk bi nasyonalîzim û panturkîzma xwe ya dûr î aqilan nîşanî kurdan didin ku ew tu carî nafikirin kurdan wek kurd qebûl bikin û jîneke wekhev bi wan ra bijîn…
Tiştê tirk bi îdeolojî û kirinên xwe yên antî kurd ji kurdan ra dibêjin bindestiyeke ebedî ye, asîmïlasyon û tirkbûn e.
Kurdan ev dused sal in bindestî û tirkbûn qebûl nekirine û îro jî ewê qebûl nekin.
Bedelê azadî û serxwebûnê çi be kurd ewê bidin. Êdî veger tuneye. Ji ber ku di riya azadiyê da heta nuha bedelekî pir mezin dane. Piştî bedelekî hewqasî mezin, xwîneke hewqasî zêde qebûlkirina tirkbûnê ne mimkûn e.

"Şerê" Daîşê û tirkan şerê dê û dotê ye



Li gorî medyaya tirk dinivîse li ser sînorê Kilîsê di nabêna Daîşê û leşkerên tirk da ”şer” derketiye.
Xwedêgiravî Daîşê ji alî Sûriyê da leşkerên tirk gulebaran kiriye û di vê gulebaranê da leşkerekî tirk hatieye kuştin û çar jî birîndar bûne.
Berî hertiştî dibê meriv ji xeberên artêşa tirk û medyaya tirk belav dikin qet bawer neke.
Ev xeber dikane ji binde vir be. Û bi îhtîmaleke mezin jî vir e. Tiyatro ye.
Dikane vir be ji ber ku heger tirk nexwazin, heger artêş daxwazeke wiha ji Daîşê neke, Daîş ebeden berra leşkerê tirk nade û leşkerê tirk nakuje. Di vir da planek heye.
Ma kûçik radihêje xwediyê xwe?
Ji bo ku îmaja xwe li dinyayê piçekî biguherînin derewa şerê Daîşê avêtin ortê. Vir e, dinya jî xera bibe Daîşê bela xwe di Tirkiyê nade û leşkerê tirk nakuje. Ma Daîş dîn bûye? Bêyî Tirkiyê Daîşê nikane mehekê jî li ber xwe bide.
Lê heger kuştin rast be, wê demê ya wan emrekî wiha dane Daîşê ya jî wan bi xwe merivê xwe kuştine û dibêjin Daîşê e.
Yanî di vê meselê da miheqeq hîleyek, planek heye. Davutoglu û Erdogan heye.
Heta nuha Daîşê berra bela xwe di leşkerên tirk nedaye, her roj bi hev ra risman dikşînin û rê nîşanî hev didin, çi bû ku ji nişkave Daîşê rabe leşkerên tirk gulebaran bike û bikuje?
Bi dîtina min xeber vir e, dixwazin ji midaxeleya xwe ra bahaneyekê, meşrûîyetekê peyda bikin.
Lê heger xeber rast be jî ”şerê” tirkan û Daîşê, şerê dê û dotê ye, îro pevçinin, sibe ewê li hev werin û hevûdu xelat bikin.

XXX
Bulent Arinç: Çima berpirsiyarên HDPê di nava miriyan da tunene?
Arinç gotiye,” li Sirûcê di nava miriyan da ne ji belediyê û ne jî ji berpirsên HDPê kes heye”.
Arinç xwe xatibekî baş dizane lê ne wisa ye, merivekî devbelaş e, nêta xwe zû dide der. Bi vê gotina xwe fena ku bibêje:
”Me wisa hesab kir berpirsiyarên HDPê jî ewê li wir bin. Ji ber ku hûn ne di nava miriyan da ne em xemgîn in.”
Lê ev gotinên Arinç tê maneya, "Haya HDPê ji vê qetlîamê hebû û loma jî kes ji wan neçû wir." Yanî HDPê wek berpirsiyarê qetlîamê nîşan dide.
Di nava 32 bedenên perçebûyî û 104 birîndaran da piştî bi çend saetan di medyaya sosyal da nasnameyek belav kirin û gotin qatil ev e. Heger meriv bi xwe qatil neşandibe bêyî îspateke DNA di nava çend saetan da, di nava bi sedan nasname da meriv çaw dikane rahîje nasnameyekê û bibêje qatil ev e?
Ya din eynî pirsê meriv dikane ji bo ajan û pûlisên dewletê jî bike. Di nava vê qerebalixê da çima ajanekî dewletê, pûlisekî resmî û sivîl tuneye?
Fena ku haya emniyetê, MITê jê hebe û merivên xwe dabe alî.
Jixwe bi baweriya min bêyî destûr û musamaheya emniyetê, MITê qetlîameke wiha qet ne mimkûn e.



22 juli 2015

Li Tirkiyê dibê dîndar careke din neyên ser hukim !


Ji salên 1950î û virda li Tirkiyê 3 darbeyên leşkerî çê bûn, gelek hukûmetên xerab hatin û çûn. Tirkiyê û kurdan gelek rojên xerab û dijwan dîtin. 
Lê di van 65 salên borî da îktîdar û dema herî xerab, herî felaket îktîdara AKPê ye. Li Tirkiyê heta nuha tu serokwezîr û serokkoamarekî bi qasî Erdogan û Davutoglu xerab, zalim, faşîst, şerxwaz, bêexlaq û pûlperest nehatine ser hukim. 
Berê jî bêqanûnî, sûîstîmal hebû, siyasetmedaran bertîl û rişwet dixwarin. Lê ne bi vê bobelatê û ne di vê dereceyê da.
Di îktîdara AKPê da me dît ku dîndar ji îslamiyetê bêtir secdeyî peran dibin, dînê wan jî û Xwedayê wan jî pere ye.
Ji bo peran derewa, xerabiya, zalimiya, bêexlaqiya nekin tunye. Qey berê hebûn, dewlemendî nedîtibûn, tim bi feqîrî, zikat û fitreyên xelkê mezin bûbûn, lema jî di îktîdara AKPê da dev ji îslamê, zikir û îbadetê, pakî û helaliyê, Xwedê û pêxember berdan û secdeyî peran kirin. Heryek bi qasî Qarûnekî dewlemend bû. Tu nema peran bixwin. . Helbet di nava wan da tek tûk însanên baş, yên di vê qirêjê negeriyan jî hene, lê pir hindik in.
Di 13 salên îktîdara xwe da Erdogan Tirkiye û Kurdistan mehû kir, di warê sosyal, kulturî, exlaqî, dînî û siyasî da serobinî hev kir.
Tirkiye kir welatekî wek Pakîstanê û Afganîstanê. Tirkiye bû civateke jihevdeketî û bihevketî, civateke ultra faşîst, ultra dîndar û ultra pûlperest.
Li ba xwediyên îktîdarê rastî, pakî, diristî, moral, exlaq, manewiyat daketiye binê sifirê, hertişt bûye maddî, pere, pere û pere...
Heta ku AKP li ser hukum be û Erdogan serokkomar û Davutoglu jî serokwezîr be pêşeroja Tirkiyê û kurdan pir tarî xuya dike. Merivê çawa ji vê bela mezin xelas bibe ez nizanim.
Lê dibê carek din dîndar nêzî îktîdara siyasî nebin. Dîndar, hêzên îslamî li ku hatine ser hukim bi xwe ra felaket, şer û malwêranî anîne wî welatî.
Ewrûpiyan ev yek di sedsala 17a da(1618-1648)di şerê sî salî yê dînî da bi tecrûbeyên xwe fêr bûn û dîn ji siyasetê qetindin û dû ra rehet kirin. Felaketa îktîdara AKPê dibê ji bo tirk û kurdan jî bibe derseke ji bo pêşerojê.

Kûçikê har zû dereng rojekê radihîje xwediyê xwe jî !


Rojnameya Neue Zeitung ya alman, di komentera xwe da gotiye, ”yên kûçikê har xwedî dikin, nikanin jê minet û sedaqetê bipên. Ew kûçik zû dereng ewê rojekê rahîje xwediyê xwe jî.”
Bi rastî jî wisa ye, Erdogan û Davutoglu ji roja roj da ye qatil û çeteyên grûbên li îslamî li Tirkyê kom kirin, li ber deriyên xwe wek kûçikên xwe yên har parastin, destûr dan çûn û hatinên wan, ew li nexweşxaneyên xwe derman kirin, çek û cebilxane dan wan, petrola wan kirîn û firotin û ew perwerde kirin.
Ev alîkariya hukûemta AKPê êdî ne veşartiye, herkes dibîne. Riha, Serêkaniyê, Axceqale, Herran, Entab, Batman bûne şargehên qatil û terorîstên Daîşê.
Erdogan û Davutoglu, tim bi çavê kûçikên kanibin bera kurdan bidin û li Sûriyê rê li ber avabûna Kurdistaneke otonom ya jî federe bigrin li Daîşê nêrîn.
Lema jî bi hezaran qatil û terorîstên Daîşê li Tirkiyê xwedî kirin û dû ra jî li Kobanê û Ssengalê û li gelek derên din wek kûçikên hara berra kurdan dan, xwestin bi van kûccikên xwe yên har tevgera kurd ya netewî bisskînin û li Sûriyê rê li ber azadiya kurdan bigrin.
Lê wek rojnameyê jî gotiye, zû dereng ev kûçikê har rojekê ewê rahîje xwediyê xwe jî. Tirkiye bûye cineta çeteyên îslamî.
Li gorî anketekê li Tirkiyê 2 milyon sempatîzanên Daîşê hene. Ev reqem pir hindik e, hema hema hemû MHP û dîndarên tirk dilxwaz û piştgirên Daîşê ne.
Ji ber ku Daîş û hêzên din yên terorîst li dijî kurdan e, her roj kurdan dikujin. Jixwe kî li dijî kurdan û Kurdistanê be, kî kurdan bikuje tirk ji wan hez dikin û piştgiriyê didinê.
Ji ber vê nasyonalîzma panturkîst îro li Tirkyê bi milyonan sempatîzanên Daîssê ccêbûne û êdî xwe nenassêrin jî. Li Stenbolê û li hin derên din civînên kîtleyê ccê dikin. Û pûlis jî medaxele nake. Yanî dewlet li hemberî terorîstên Daîssê pir bi tolerans hereket dike.
Lê erê Daîş îro li dijî kurdan şer dike. Lê ev şer ewê rojekê biqede, wê demê kûçikê har ewê rahîje xwediyê xwe.
Pakîstanê jî li Afganîstanê eynî siyaset meşand, lê Talîbanan dawiya dawî berê xwe dan Pakîstanê. Ev tişt ewê li Tirkiyê jî bibe. Dema ew roj hat Erdogan û MIT û artêşa tirk bixwazin jî nikanin xwe ji kûçikên xwe xelas bikin…
Kûçikê har

21 juli 2015

Devlet Bahçeliyê: Ma li Tirkiyê însan neman diçin alîkariya kurdan dikin?

Devlet Bahçeliyê: Ma li Tirkiyê cî nema, însan neman diçin alîkariya Kobanê dikin?
Serokê MHPê Develet Bahçeliyê nazîst û neyarê miletê kurd û miswedeyên însên piştî qetlîama Sirûcê bi 10 saetan beyanek daye. Di beyana xwe da wek serokê partiyekê ji dêlî xemgîniya xwe diyar bike, bibe hevparê êşa malbatên 32 keç û xortên hatine qetilkirin, wek faşîstekî bêûjdan, bêmerhemet xortên hatine qetlikirin sûcdar kiriye û gotiye”
”Ma li Tirkiyê ji bo alîkariyê cî nema? Ma însan qediyabûn tenê Koban mabû? Kesên ji Stenbolê bi rê ketine û çûne Sirûcê û Kobanê carê armanc û metodên wan ne xalis û exlaqî ye…”
Serokê partiyekê, profesorekî zanîngehê û xwedêgiravî însanek li hemberî qetlïam û wahşeteke wiha mezin, li hemberî qetilkirina 32 keç û xortên wek gulan çawa dikane hewqasî zalim û bêûjdan be, meriv fêm nake.
Însanek(xwedêgiravî Devlet Bahçelî însan e), çawa dikane ji miletekî û ji zarokên wî miletî hewqasî nefret bike?
Dijminê me bi rastî jî ji însaniyetê pir dûr ketine. Kesên li hemebrî trajediyeke hewqasî mezin, beyaneke hewqasî zalimane bide ne însan e, dikane her zalimiyê bi kurdan bike û rewa bibîne.
Jixwe gotiya ” ma însan neman hûn pê ra alîkariyê bikin?!
Yanî kurd, zarokên kurdan ne ew însan in ku meriv pê ra alîkariyê bike, ne ew ïnsan in ku dilê meriv bi wan bişewite….
Ji xortên çûne Sirûcê yekî bi navê Omer Leventoglu, armanca çûna xwe wiha aniye zimên:
-Di nava me da ekîbên tibî, înşaat, pedagojiyê hebûn. Em ji Stenbolê 3 otoboz bi rê ketin, me bi rê da stran gotin, kêf kir, govend gerand. Gava em ketin Sirûcê pûlis em sekinandin, nasnameyên me kontrol kirin.
Em ji bo çar rojan diçûn Kobanê.
-Emê di înşatan da bixebitiyana.
-Me yê parka zarokan çêkira.
Îşê me kurdan pir zor e, dijminê me pir hov in, ji însaniyetê derketine, bûne cinawir…
Muswedeyekî mirov: Devlet Bahçelî

PARVE BIKE