06 juni 2015

Werin dev ji vê siyaseta malwêran berdin

Di teqînên do di mitînga HDPê ya Diyarbekir da bi kêmanî çar kes hatine kuştin, 300-400 kes giran birîndar bûne û nigên 20 kesan jî hatine jêkirin...
Lê vê bûyera hewqasî mezin, vê qetlîama li hemberî miletê kurd dîsa jî bala medyaya tirk nekişandiye, dîsa jî ji medyaya tirk ra îro nebûye xeber. Fena ku bûyereke wiha neqewimîbe. Ji ber ku yên hatine kuştin û birîndar bûne loma jî ne hêjayî qalkirinê ye…
Di nava bi sedan rojnameyên tirk da bêyî yek du heban, yek rojnameyê jî ev qetlîam di rûpela pêşî da nekiriye manşet, nekiriye xeber.
Yek rojnameya AKPê û nêzî AKPê jî di rûpela xwe ya jî da qala vê qetlîamî nekiriye….
Ev jî nîşan dide ku ev dewlet û ev milet ji me kurdan çiqasî nefret dike, hêja nabîne qala mirin û birîndarbûna bi sadan kurd jî bike.

Civatek, miletek, dewletek, medyayek hewqasî neyarê meriv be û meriv dîsa jî ji bo ku xwe bi wan bide hezkirin wek şelafan li bajarê xwe ala wan li ba bike şerm, rûreşiyeke pir mezin e.
Bi şelafiyê, bi rebeniyê, li Diyarbekrê bi hildana ala tirk ya ji serî heta dawî di xwîna kurdan geriya ye tirk nerm nabin û mafên me nadin.
Li gel ku we li Diyarbekrê bi dehan alên tirk dan destên kurdan, lê vê dewletê dîsa jî dev ji rijandina xwîna me berneda, dîsa jî xwest bi hezaran kurdî bikujin, dîsa jî Diyarbekir kirin gola xwînê…
Bes e, şerm e, dev ji vê siyaseta ”biratiya tirkan” û tirkkirina kurdan berdin, tirk bi pişopişoyê nayên rê. Em nikanin tirkan bikin demokrat û demokrasiyê bînin Tirkiyê, ev ne karê me ye. Dibê em ji bo azadî û serxwebûna gel û welatê xwe bixebitin, vê yekê ji xwe ra bikin hedef.
Li alî din netîceya hilbijartinên 7ê hezîranê çi be jî yanî dixwaze bira HDP barajê derbas bike ya jî neke, bi qasî ku xuya dike hukûmeta AKPê piştî hilbijartinan li hemberî kurdan HDê, KCKê ewê dest bi operasyoneke mezin bike. Beyanên Erdogan ji nuha da îşareta êrîşeke wiha dide. Bi kêmanî îhtîmala destpêkirina şer pir mezin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE