04 juni 2015

Tirk dixwazin em wek hebûneke folklorîk bimînin



Tirkekî bêdeb û zirzop tiştê tirk di heqê kurdan da difikirin pir vekirî aniye zêmên, cêmêr wiha gotiye:
”Tu gelşeke min bi kurdan ra tuneye, keriyek(bir sürü )hevalên min yên kurd hene. Ez bi hemûyan ra cancîger im. Lê dîsa jî nabe, bi her tiştên xwe cihê ne, li gund temam, perçeyekî folklora me ne. Çi baş, lê zêdeyê wê jî nabe…”
Tirkê herî pir ”dostên” me ne ew jî wiha difikirin. Ew jî me kurdan wek ”wek keriyek” pez û wek “can û cîgera xwe” dibînin.
Me wek dewlemendiye...ke folklore xwe dibînin û dixwazin em tim jî wek hebûneke folkrorîk bimînin.
Dixwazin em ji wan ra li defê xin, govendê bigrin, kêfa wan bînin, bistirên.
Paqijiya wan bikin, guyên wan bavêjin, fêkî û sebzeyên wan li erdê nehêlin, di nava baxçe û rezên wan da himaliyê bikin, di înşîatan da emeletiyê ji wan ra bikin.
Ev baş e, ji van karên me ra tu îtîrazeke birayên me yên tirk tuneye.
Û bi dil û can dixwazin em tim jî vê xulamtiya xwe bidomînin. Ji ber ku ji wan ra xulamên wek me lazim in.
Lê daxwaza heq, huqûq, wekheviyê, daxwaza mafên netewî hinekî zêde ye…
Kurdê nexwaze ji vê bindestiya tirkan xelas bibe û wek tirkekî bibe xwedî welat û dewlet, bibe xwedî al û meclîs kurdekî pîs e, rezîl e, bêşexsiyet e, xulamê tirka ye…


XXX


Bi qasî ku xuya ye li gelek herêmên Kurdistanlê kurd dev ji AKPê berdidin. Ev veqetandin netçceya siyaseta Erdogan ya neyarane ye. Ji şerê Kobanê û virda ye kurdan dît ku Erdogan çiqasî neyarê kurda ye.
Çuqas kurd ji AKPê veqetin, dev ji zilamtiya Erdogan berdin hewqasî baş e. Dûrketina ji AKPê dûrketina ji dewletê ye, vegera kurdayetiyê û nava tevgera kurd e...
Îro ya muhîm kurd ji AKPê û ji partiyên tirk veqetin û li Kurdistanê hêza dewleta tirk ya gelêrî û siyasî nemîne.
Kesên ji AKPê veqetin ewê herin ku, kîjan partiya kurd hilbijêrin meseleyeke din e. Tiştê esasî kurd ji AKPê veqetin. Ev pêşketineke baş e û dibê meriv kêfxweş bibe û destekê bidê…


2015-06-03

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE