24 juni 2015

Sal bi sal xwezî bi par

Do 550 parlameterên tirk û kurd li meclîsa tirk sond xwarin û bûn parlamenter û bi vê yekê ra hustuyê xwe li ber rejîmeke dîktator û sondeke nîjadperest û fassîst xwar kirin. 
Hinekan ev sonda neînsanî, ne medenî û nîjadperest bi dil û can, wek bilbilan û hinekan jî bi şermokî û bêdil xwendin.
Ev sonda nîjadperest û faşîzan piştî darbeya leşkerî ya 1980î ji alî cûnta faşîst ve ji bo kurdan û li hemberî kurdan hate çêkirin. Ji bo ku kurdan pîs bikin û tirkîtiyê bi kesên kurd bidin qebûlkirin. Ev zorbatî ye.
Herkes dizane ev sond mecbûrî ye, yê dibe parlamenter dibê vê sondê bixwe, sond nexwe nabe, parlamenteriya wî/wê qebûl nabe.
Lê li gel vê zorbatiyê jî dibê kurdan ev sonda nîjadperest û antî-kurd hewqasî rehet û bê teqû req, bêyî îtîraz nexwendana.
Bi kêmanî çend kesan ya berî sondê ya di dema sondê da ya jî piştî sondê dibê nerazîbûnên xwe nîşan bidana, ev sonda irqçî rexne bikirana, dinya bi vê irqçîtiya tirkan bihesandana.
Lê kesî nekir. Him kesî îtîraz nekir û him jî li hemberî rexneyan, xwendina sondê parastin, qala mecbûriyetê û qanûnan kirin.
Bi bêdengî, bêyî îtîraz qebûlkirina vê sondê teslîmiyeta zorbatiya rejîme dîktator e, normal dîtina vê sonda irqçî û faşîst e.
Meriv bi derewa sonda naxwe, sondxwarina bi derean bêexlaqî ye. Sond namûs e. Lema jî dibê îtîraz bihata kirin, dibê bihata nîşandan ew ne bi vê sondê ra ne.
Her tiştê bi qanûnan mecbûrî ye meriv ne mecbûr e qebûl bike. Heger kurdan îtîrazî qanûnan nekirana navê kurd û Kurdistanê jî yasax bû, lê hin mêran îtîraz kirin, guh nedan yasaxê û qanûnan û loma guhertin çêbû û loma em îro dikanin bibêjin kurd û Kurdistan.
Sebebê hebûna me û micadela me ya siyasî ne qebûlnekirina qanûnên nîjadperest û antî demokratîk e, ne ku em rîayetî her qanûnê bikin û jê ra hurmetê nîşan bidin.
Li Kurdistanê, li ba milet li têla kurd û Kurdistanê xistin û li meclîsê jî bi serê şoreş û înqilabên Ataturk û bi soza perçenebûna Tirkiyê, bi namûs û şerefa xwe sond xwarin li hev nake.
Ev sonda irqçî û antî kurd hemû dîtin û sozên meriv yên li ser kurd û Kurdistanê pûç dike…


XXX
Piştî ku min di meclîsa tirk da li sondxwarina Feleknas Ucayê temaşe kir ez ketim binê erdê, min xwe wek cileke paspasê ya bin nigê Baykal û tirkan his kir.
Fena ku di qereqoleke tirk da pûlisên tirk bi zor tecawizî min bikin…
Ez nuha xwe hewqasî pîsbûyî û wek zûriyekî di bin nigê tirkan da his dikim...



XXX
Siyaset li Tirkiyê pir rezîl bûye, kurd jî tirk jî di nava vê qirêjê da ne. Siyaset li Tirkiyê bûye bindestî, emirqûlîtî û bêîradetî û pûlperestî. Kesê van şertan qebûl neke nikane bibe xwedî hêz…

XXX
Merdbûn û heya(fedî, şerm) ji bo însên du wesfên herî muhîm in. Însanê ji van herdu wesfan bêpar be dikanin her tiştî bilke…

XXX
-Namûs: cewhera buhayê wê nayê pîvan, ne dişibe aqût(mirarî) û ne jî elmas, ne tê kirîn û ne jî tê firotin. Ku carê were wendakirin êdî dîtina wê ne mimkûn e.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE